Dîkan penîr xwar, bi jehrî ketin!
Cemil OGUZ
Tu tîmek ji stêrkan pêkhatî bî jî, tu favorî bî jî, her kes bi navê te sond bixwe jî carinan dê tîmek were û te biÅŸîne mal. Em qala maça Swîsre û Fransayê dikin.
Di Dora 16'an a tûrnûvaya Euro 2020 de maça Fransa û Swîsreyê hebû. Fransa di komeke dijwar, koma ku têde Almanya, Portekîz hebûn de wekî yekemînê komê hatibû Dora 16'an. Favorî bû. Yek ji favoriyên vê kûpayê bû. Xwedî lîstikvanên navdar bû. Stêrk dibiriqîn di bin lingên lîstikvanên wê de. Navê lîstikvanan wekî Benzema, Mbappe, Griezmann, Pogba, Kante bixwe heyecan dida temaÅŸevanan. Bi navan tenê ba jî bawerî ew bû dê bi awayekî rehet derbasî çarîk fînalê bibin.
Bi ser de teknîk dîrektorê wan hebû: Didier Deschamps. Wisa teknîk dîrektorekî serketî bû ku ji sala 2012'yan ve li ser kar bû. Lîstikvanên xwe jî, reqîbên xwe jî û fûtbol jî baÅŸ fêm dikir. Wî, tîm di Euro 2016'an de biribû fînalê lê li wir winda kiribû. Di sala 2018'an di Kûpaya Cîhanê de tîm biribû fînalê û bi ser ketibû, kûpa biribû Fransayê. Di Euro 2020 de jî ev fors, ev jîrekî, ev farovî li ser kaxiz bû û ew derdixist pêÅŸ. Lê na, Swîsreyê got "Ez heme."
Swîsre di Koma A de piÅŸtî Îtalya û Gallerê (Walles) bûbû sêyemîn, ji kontenjana "Sêyemînên herî serketî" hatibû Dora 16'an. Erê ne favorî bû. Lê xwedî surprîzan bû ku îÅŸev jî ev surprîza xwe nîÅŸan da. Teknîk dîrektorê wan Vladimir Petkovicê ku berê tîmên wekî Sion, Lîzbon bi rê ve birin, di sala 2014'an de hatibû ser kar. Helbet wî jî pir dixwest Fransayê têk bibe û derbasî çarîk fînalê bibe.
Û berxwedana Swîsreyê dest pê kir. Di deqîqeya 15'an de Swîsreyê bi Haris Seferoviç serketin bi dest xist û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Fransayê hêza xwe nîÅŸan da, lê tam wê kêliyê de di deqîqeya 55'an de Swîsreyê penaltî bi dest xist. Ava germ bi ser Didier Deschamps wer bû, rengê wî çû, lê Rodrîguezê ku gog danî ser xala spî nekarî golê biavêje û hevkêÅŸe vêca ket destê Fransayê. Di deqîqeya 57'an de Karîm Benzema wekhevî saz kir: 1-1. PiÅŸtî vê kêliyê bi 2 deqeyen Benzema carek din xwe nîÅŸan da û encam bû 2-1. Lê gola rojê ji Pogba hat. Pogbayê di deqîqeya 75'an de ji derveyî pêÅŸ sehayê fûzeyeke ÅŸand, bav û kalên qelevanên serketî bihata jî dê nekaribana gogê ji wir derxin. Û helbet kêfa fransiyan derketibû asta herî bilind. Lê Swîsreyê dest ji maçê bernedida. Berxwedaa Swîsreyiyan, lîstika wan ku careke din nîÅŸan dida; "heta hakêm pif li firfirokê neke maç bi dawî nabe". Di deqîqeya 81'ê de Haris Seferocîç carek din derket ser dikê û rih da tîma xwe. Û tam di deqîqeya 90'î de Mario Gavranvic maç bir dema zêdek: 3-3,
Tam 6 gol, heyecan û daxwaza derbasbûna çarîk fînalê hebû. 30 deqîqeyên zêdek wisa dest pê kir lê tu tîmî nikarî golek biavêje û encamê biguherîne.
Encam dê bi penaltiyan biguheriya. Wekî rêgez helbet 5 penaltî dê bihata avêtin; yek bi yek. Heta penaltiya 4'an rewÅŸ neguherî. Di penaltiya 5'an de Swîsreyê gol bi dest xist lê ji Fransayê dema Mbappe gog danî ser xala sor kesî bawer nedikir dê nikaribe golê biavêje. Lê carinan wisa jî dibe; Yê herî serketî jî dikare têkçûna herî mezin bijî. Û bi van penaltiyan Swîsreyê Fransa ÅŸand mal û ew derbasî çarîk fînalê bû.
Encam: Swîsreyê penîr da dîkên Fransayê, lê nayê zanîn ku çi xistibûn nava penîr, dîk bi jehrî ketin û jixwe çûn; ji tûrnûvayê stûxwar vegeriyan mal.
Bi vê encamê Swîsre di çarîk fînalê de bû reqibê Spanyayê. Emê binêrin, dê gayên spanyola bikaribin penîrên Swîsreyê bixwen yan na?..
.jpg)



