Walesê Tirkiye heta ber derî dehf da
Diyarname
Di Koma A de maça yekem îro di navbera Tirkiye û Walesê (Galler) de bû. Walesê 2 gol avêtin Tirkiyeyê û averaj bi dest xist.
Tirkiye û Walesê li Stada Olimpiyat a Bakuya Azerbaycanê hatin hemberî hev. Wales di deqîqeya 43'yan de bi Aaron Ramsey bi 1-0 derketin pêþ û nîveka yekemîn wisa xilas bû. Di deqîqeya 617ê de li ser navê Walesê Gareth Bale nekarî penaltiyê veguherîne golê. Lê di deqîqe 90+5'an de Connor Robest bi ji pasa ku ji Bale girt encam diyar kir: 2-0.
Bi vê yekê di maça diduyan jî Tirkiye bê pûan e û Wales jî bû xwedî 4 pûanan.
Îtalya ji komê derket
Maça dawî ya îro di navbera Îtalya û Swîsreyê de bû. Îtalyayê bi golên Manuel Locatelli (deqe 26 û 52) û Ciro Immobile (Deqe 89) Swîsre têk bir.
Bi vê yekê Îtalya di dawiya maçên duyemîn de bû xwedî 6 pûanan û bi vê yekê ji komê derket. Di rêza duyemîn de Wales bi 4 pûanan heye. Maçên sêyemîn di navbera Îtalya û Wales de ye. Maça din di navbera Tirkiye û Swîsreyê de ye.
Tîmên duyemîn jî ji komê derdikevin û diçin Dora 16'an. Ji tîmên sêyemîn 4 tîmên xwedî herî pûanên zêde jî derbasî Dora 16'an dibin. Yên din vedigerin malên xwe.
Rusyayê zora Finlandiyayê bir
Li aliyê din di maça Koma B de Rusya û Fînlandiya hatin hemberî hev. Rusya bi gola Miranchukê bi 1-0 bi ser ket.