Slovak û Çekan bi pûanan dest pê kir
Diyarname
Îro sê maç hebûn: Yek ji Koma D û didu jî ji Koma E bûn. Slovak û Çekan pûan girtin.
Slovakya - Polonya
Polonya yekem car beþdarî tûrnûvayê dibû. Ev maç ji bo wan muhîm bû, lewma dixwest bi pûanan des pê bikin lê nebû. Polonî li hemberî slovakan bi 2-1 têk çûn. Maça li Saint Petersburgê hat lîstin di deqîqeya 18'an de bi gola Makî reng da. Lê gol li ser navê qeleparêzê Polonyayê Szczesny hat nivîsîn. Ji ber ku Makî ji aliyê çepê ve gog ajot, du defansên Polonyayê li dû xwe hiþt, ji çep çaprazê þût kiþand, ji ber gog pêþî li defansê, paþê hat li qelevan Szvzesny ket û gol çêbû.
Polonyayê di saniyeya 30'î ya nîveka duyemîn de bi lîstikvanê xwe Rybus bersev da, lê Skriniarê slovan di deqîqeya 69'an tîma xwe bi 2-1 derxist pêþ. Di vê navberê de di deqîqeya 62'yan de ji Polonyayê Krychowiak ji qerta duyem a zer qerta sor dît û ji maçê hat avêtin. Polonyayê nîv saetê dawî bi 10 kesan lîst.
Çekya - Skoçya
Di maça Skoçya û Çekyayê de li ser navê Çekyayê Patrik Schrick di deqîqeya 42 û 52'yan de du gol avêt û sê pûan li ser hesabê tîma xwe nivîsî.
Saet 22'yan de jî dê Spanya û Swêd bi hev re bilîzin.