• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2020'an bûn
  • Kûpaya EURO 2016
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Rûpela Pêþî

Îstatîstîkên 'EURO 2020'î

Dîrok : 08 06 2021 | Beþ :

Diyarname

Li ser Euro 2020 hin îstatîstîk, hin rekorên nû û daxwaza hin serketinan... Vane hin îstatîstîk:

PERE DAXISTIN

UEFA'yê eÅŸkere kiribû ku di Tûrnûvaya EURO 2020'î de dê 371 mîlyon Euro pere wekî diyarî belav bike Lê ji ber pandemiyê ev pere daxist. UEFA'yê eÅŸkere kir ku dê 331 mîlyon Euro pere belav bike. 

Her welatê beÅŸdarî kûpayê bibe dê 9.25 mîlyon Euro bigire.

Her tîma bi ser bikeve dê mîlyonek Euro ji bo serketina wê maçê bigire, ji bo wekheviyê 500 hezar Euro. Tîmên ji koman derkevin dê 1.5 mîlyon Euro, yên derbasî çarîk fînalê bibin dê 2.5 mîlyon Euro bigirin. Her wiha tîmên herin nîv finalê dê 4 mîlyon Euro û tîmên herin finalê jî dê 5 mîlyon Euroyê bigirin. Li aliyê din tîma ku bi ser bikeve dê 8 mîlyon Euro pere bigire. Bi vî awayî tîma bibe ÅŸampiyon dê 25 mîlyon Euro bibe mal.

RONALDO LI DÛ REKORAN E

Cristiano Ronaldo ji sala 2004'an ve her di Tûrnûvayên Ewropayê de lîstiye. Di vê tûrnûvayê de dê li dû 3 rekoran be.

Heta niha di Tûrnûvayên EURO de Michel Platini bi 9 golan lîstikvanê herî zêde gol avêtibû. Ronaldo ku di sala 2016'an de ligel tîma xwe Portekîzê bûbû ÅŸampiyon di warê golan de bûbû ÅŸirîkê Platînî. Ronaldo ger di vê tûrnûvayê de tenê golek jî biavêje dê rekorê bi dest bixe. Ronaldo di Euro 2004'an de 2, Euro 2008'an de 1, di Euro 2021'yan de 3 û di Euro 2016'an de 3 gol avêtibû.

Ronaldo heta niha di hemû tûrnûvayên beÅŸdar bûye de gol avêtiye, ger di vê de jî golek biavêje di vî warî de jî dê bibe xwedî rekorê ji be r ku di 5 tûrnûvayan de jî golan diavêje.

Di van tûrnûvayan de lîstikvanên Spanyayê Xavi û Fabregas herî zêde maçan de bi ser ketine. Ew ligel tîma xwe di 11 maçan de bi ser ketine. Ronaldo bûbû ÅŸirîkê wan, niha carek jî bi ser bikeve dê rekorê wan jî biÅŸikîne.

REWÅžA GRIZMAN

Lîstikvanê fransiz Grizman di tûrnûvayê de heta niha 6 gol avêtine. Ger bikaribe 3 golan biavêje ew jî dê bigihîje rekora Platini.

BELÇÎKA XWE NÎÅžAN DIDE

Belçîka di rêza FIFA ya dinyayê de di rêza yekemîn de ye û bi lîstikvanên serketî tê tûrnûvayê. Belçîka herî dawî di sala 1982'yan de serketin bi dest xistibû ew jî bûbû duyemîn. Tîm bû 5 caran beÅŸdarî Åžampiyoniya Ewropayê dibe. Di bin pêÅŸengiya Kevin De Bruyne ku îsal li Îngilistinê wekî Lîstikvanê Salê hat hilbijartin dixwaze bi ser bikeve. Belçîka ji Koma I hat tûrnûvayê ku di 10 maçên koman de, di hemû maçan de bi ser ket. Belçîkayê di Koma I de tam 40 gol avêtin û tenê 3 gol xwarin.

YILMAZ Û TUFAN

Ji aliyê lîstikvanên Tirkiyeyê ve jî îstatîstîkek heye. Burak Yilmaz û Ozan Tufan, ger di vê tûrnûvayê de ew golan biavêjin dê rekorek li ser navê Tirkiyeyê bigirin. Heta niha di du tûrnûvayên cuda de tu lîstikvanekî tirk gol neavêtiye. Ger ji van yek golek biavêje dê bibe lîstikevanê ku di du tûrnûvayên cuda de gol avêtiye.

10 TÎMÊN BI HÊZ

Rojnameya îngilîz The Guardian tîmên favorî yên Euro 2020 eÅŸkere kirin. Rojnameyê 10 tîmên herî bi hêz wisa rêz kirin:

1- Fransa

2- Almanya

3- Belçîka

4- Îngilistan

5- Tirkiye

6- Portekîz

7- Îtalya

8- Danîmarka

9- Çekya

10- Spanya

Li aliyê din oranên ji bo serketinê hatin eÅŸkere kirin. Berevajî Guardinê di nav van oranan de Tirkiye nîn e. Fransa bi 4.6 di rêza yekemîn de ye. Va ne ew oran:

Fransa: 4. 60

Îngilistan: 5.00

Belçîka: 7.00

Hollanda 8.00

Almanya: 8.25

Spanya: 8.50

Îtalya: 12.00

Portekîz: 12.00

KOMA F DIJWAR E

Koma F koma herî dijwar e ji ber ku li vê komê Fransa heye, di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê de ew bûbû ÅŸampiyon. Portekîz heye ku di Euro 2016 de ew bi ser ketibû. Almanya heye ku di sala 2018'an de ew bi ser ketibû. Tîma din a vê komê jî Macaristan e. Her sê tîmên navborî favoriyên tûrnûvayê ne. Serketina wan dê ÅŸikil bide tûrnûvayê.



Hûn dikarin li van jî binêrin