Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt
Diyarname
Maça fînalê ya di navbera Fransa û Portekîzê de li Stada De France ya li Parîsê dest pê kir, lê berî maçê mêÅŸên bizûz seha dagir kir. Bizûz wisa pir bû,lîstikvan, heyetên teknîkê aciz bûn, peywirdaran ew paqij kirin.
PiÅŸtî vê maça fînalê ku hemû fûtbolhezên Ewropayê li bendê bû li Parîsa Fransayê bi lêdana lîstikvanê Portekîzê dest pê kir. Portekîz ku bêyî têk here heta fînalê hatibû,li hemberî mazûvan Fransayê bû ku Fransa jî heta niha bi awayekî serketî hatibû û ji hemû tîman zêdetir gol avêtibû heta niha; tam 13 gol.
Ataka pêÅŸî di deqîqeya 4'an de ji Portekîzê hat. Nani ket sehaya pêÅŸ kelehê lê da gog ji ser kelehê re derket derve.
Deqîqeya 7'an de vê carê Griezmann lê da lê nekarî Fransayê derxe pêÅŸ.
Deqîqeya 10'an de Griezmann xweÅŸ serê xwe lê da lê qelevan derxist
Ronaldo ku destpêka maçê de derbe xwar, deqîqeya 16'an de careke din ji bo tedawî derket derveyî sehayê, çokê wî hat girêdan û ji bo lîstinê ket sehayê lê nekarî dom bike û di deqîqeya 25'an de ji mecbûrî ji maçê derket. Quarezma ket cihê Ronaldo.
Deqîqeya 34'an de Sissoko ket nava sehaya pêÅŸ kelehê, çalimek mikemel kir, pêÅŸî xwe vekir û lêda,qelevanê Portekîzê Patricio bi zor gog derxist.
Nîveka yekemîn bi 0-0 bi dawî bû.
Nîveka duyemîn bi atakan dest pê kir lê encam nebû. 53'yan de Pogba ji derveyê pêÅŸ sehayê xweÅŸ lê da encam derneket.
Griezmann 56'an de aliyê çepê de ket nav sehayê lê da kelevan bi rehetî gog girt
Colman 65'an de gog ji Griezmann re ÅŸand got fermo biavêje, Griezmann hema li ber kelehê serî lê da lê gog avêt derve. Griezmann firsendek mezin xerc kir.
74'an de Giroud nekarî Fransayê derxe pêÅŸ. Kelevan Patricio destûr neda golê.
79'an de Nani lêda kelevan bi zor derxist, gog ket ber Quarezma; wî rovaÅŸata ceriband lê nebû.
81'ê de Nani bi ÅŸid lê da lê gog derket derve.
83, Sissoko ji derveyê pêÅŸ sehaya kelehê gelek xweÅŸ lê da Patricio xweÅŸ derxist
90+1 Gignac gog li dîrekê xist...
Maç xilas. Lê encam nîn e. Dê 30 deqîqeyên dem dirêj bêne lîstin. Ger deng ji golê derneyê serketî bi penaltiyan diyar bibe.
Fransayê 17 caran zor de ji bo golê ku 3 jê ji ber keviya golê vegeriya.
Di 15 deqîqeyên pêÅŸî ên zêdek de encam neguherî 0-0. 15 deqîqeyên din hene...
109, gol Eder. Portekîz 1 Fransa 0. Eder ji derveyî sehaya pêÅŸ kelehê bi ÅŸid lê da tiÅŸtek ku qeleparêz bike nîn bû.
120... Û xilas ÅžAMPIYON PORTEKÎZ...
Lîstikvanê maçê: Patricio
Di vê ÅŸampiyoniyê de keda Ronaldo, her çiqas seqet bû derket jî lê piÅŸtî tedawî bû û hat kêleka sehayê nav yêdekan qet rûneniÅŸt, li piÅŸt teknîk dîrektorê xwe her deng da lîstikvanên nav sehayê.Û kelevanê Portekîzê Patricio, mirov bibêje îÅŸev keda herî mezin ê wî ye belkî ne derew be; ji ber ku wî çend gogên lîstikvanên Fransayê wisa ji kelehê derxistin ku çepik heq dikir. Em wekî Lîstikvanê Maçê Patricio hildibijêrin, ka UEFA dê kî hilbijêre.




