• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2020'an bûn
  • Kûpaya EURO 2016
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Rûpela Pêþî

Xwediyê malê bêrehm derket!

Dîrok : 03 07 2016 | Beþ :

Diyarname

Di maça çarîk fînalê ya dawî de Fransa ku ji bo tûrnûvayê mazûvanî dike û Îzlandaya ku yekemîn car dikare beÅŸdarî tûrnûvayê bibe û heta çarîk fînalê bê hatin hemberî hev. Fransayê qet xweÅŸbînî nîÅŸanî mêvanê xwe neda û tam 5 gol avêtin. 2 golên Îzlandayê têrê nekirin. Bi vê encamê Fransa ku derket nîv fînalê bû reqîbê Almanyayê. Maça wan a nîv fînalê êvara 7'ê mehê dê bê lîstin.

Fransayê di vê tûrnûvayê de maça xwe ya herî serketî lîst. Fransayê bi golên Olivier Diroud (dq 12 û 59), Paul Pogba (dq 19), Payet (dq 43) û Antonie Griezmann (dq 45) maç bi dest xist. Li ser navê Îzlandayê jî Kolbeinn (dq 56) û Sigthorsson (dq 84) gol avêtin.

Îzlanda di dîroka xwe de yekemîn car beÅŸdarî Tûrnûvaya Åžampiyoniya Ewropayê dibe. PêÅŸî ji nav koman derket, dûre ji nav 16 tîman derket û hat çarîk fînalê. Îzlandayê di van maçan de serketin nîÅŸan da, dîrokek nû li dîroka xwe kir û ji aliyê her kesî ve hat teqdîrkirin. Ji ber vê teqdîrê piÅŸtî bidawîbûna maça wan û Fransayê hem temaÅŸevanên wan, hem alîgirên Fransayê li çepikan dan û ew pîroz kirin.

Fransa ku bi awayekî serketî derbasî nîv fînalê bû hêviya xwe ya ji bo fînalê û girtina kûpayê xurt kir.

Ev maç bû maça ku di vê tûrnûvayê de herî zêde gol hatine avêtin. Dîsa ji aliyê Îzlandayê ve jî lîstikvan Sigthorsson bi serlêdanê gol avêt û ev jî bû yekem gol ku bi serlêdanê tê avêtin ji aliyê Îzlandayê ve. 

**

Ji bo hemû nûçeyên li ser vê tûrnûvayê:

- EURO 2016 

Hûn dikarin li van jî binêrin