Ga dema rengek sor dibînin 3 caran êrîþ dikin!
Diyarname
Li Spanyayê ga hene. Sporek bi vî rengî jî heye. Ga her ku rengek sor dibînin êrîþ dikin; hema çi ket ber. Di maça îþev a di navbera Spanya û Tirkiyeyê de jî rewþ neguherî. Lîstikvanên Spanyayê jî wekî gayan in; her êrîþ dikin. Di maça Tirkiye û Spanyayê de lîstikvanên Spanyayê 3 gol avêtin, bûn xwedî 6 pûanan û ji komê derketin.
Lê maç wisa dest pê nekiribû. Li bajarê Nice alîgirên Tirkiyeyê li her derê belav bûbûn. Bi coþ, bi hêviya serketinê hatin sehayê. Dema Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê li Antalya û Konyayê lîstibûn, alîgiran bi hezaran al belav kiribûn li sehayê û li Nice jî heman tiþt kirin. Tam 15 hezar heb al danîn cihê ji bo wan hatibûn veqetandin. Li dinyayê xelk bi lîstikê bi ser dikeve, lê yên Tirkiyeyê dibêjin qey dê bi alê bi ser bikevin. Her der bûbû al, her der bûbû sor, lê tu fêdeya wê nehat dîtin. Maç dest pê kir lê wekî ku lîstikvanên Tirkiyeyê nîn bin; Spanyayê lîst, lîstikvanên wan gol avêtin û wan pûan girtin.
Li aliyê Tirkiyeyê kesek mirov bibêje baþ lîst hema bibêje nîn bû.
Di dawiyê de Spanyaypê bi golên Morata (deqe 34) û Nolito (deqe 37) 2-0 derket pêþ. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû, ya duyemîn jî bi golê dest pê kir: Di deqîqeya 48'an de Morato carek din gol avêt û bû 3-0.Piþtî wê Spanyayê zor neda xwe, zor neda maçê, zor neda gogê; hema ji bo maç bi dawî bibe çû û hat.
Ha, Nuri Þahin, Olcay Þahan, Yunus Malli ji yêdekên Tirkiyeyê cih guhartin, dest bi lîstikê kirin lê fêde neda.
11'yên pêþî yên Tirkiyeyê:
Volkan Babacan, Caner Erkin, Mehmet Topal, Hakan Balta, Gökhan Gönül, Selçuk Ýnan, Oðuzhan Özyakup, Ozan Tufan, Hakan Çalhanoðlu, Arda Turan, Burak Yýlmaz
11'ên pêþî yên Spanyayê:
De Gea, Juanfran, Pique, Ramos, Alba, Busquets, Cesc, Iniesta, Silva, Morata, Nolito
Hirvatan nekaî Çek'ê bibirin!
Di maça din a Koma D de Komara Çek û Hirvatistan hatin hemberî hev. Di deqîqeya 37'an de bi Perisic Hirvat 1-0 li pêþ ketin û nivîka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Di deqîqeya 59'an de bi Rakitic encam bû 2-0, Komara Çek di deqîqeya 76'an de bi Milan Skoda bersiv da: 2-1.
Dema maç ber bi dawî ve diçû ji aliyê alîgirên Hirvatistanê madeyên þewatê û meþale avêtin nav sehayê. Hakêm Clattenburg demek dirêj ma da sekinandin, piþtî 5 deqan maçê dîsa dest pê kir. Û deqe 90+3: lîstikvanê hirvat Vida li sehaya pêþ qeleyê dest da gogê û bû penalti. Li ser navê Çekan lîstikvan Tomas Necid penaltî veguhart golê û bû 2-2. Maç 99 deqe dom kir û her du tîman yek yekî pûanek girt û ji sehayê veqetiya.
Di dawiya van maçan de Spanya bû xwedî 6 pûanan û ji komê derket. Dûre Hirvat bûn 4 pûan, Komara Çek bû xwedî pûanek û yê Tirkiyeyê pûanên wê nîn in. Maça dawî ya vê komê dê di navbera Komara Çek û Tirkiye, Hirvatistan û Spanyayê de bê lîstin.
Îtalya ji komê derket
Di maça din a rojê de Îtalya û Swêd hatin hemberî hev. Îtalya bi goga Zaza reqîbê xwe têk bir û pûanên xwe derxist 6'an. Bi vê mafê derketina ji komê bi dest xist. Swêd di maça yekemîn de ligel Komara Îrlanda 1-1 mabû.