• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2016'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2014
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî
  • Kûpaya Cîhanê 2014

Bundchena brezîlî û Puyolê spanî kûpa anî, Almanyayê ew girt

Dîrok : 13 07 2014 | Beþ :

Kûpaya Cîhanê 2014

Diyarname

90 deqîqe têra mezinbûna dinyayê nekir, di encama 190 deqîqeyan e Almanya gihîþt mirazê xwe, pêre jî Messi û Neuer.

Di sala 2010'an de Spanya Kûpaya Cîhanê bi dest xistibû û kaptanê tîma Spanyayê Carles Puyol bû. Top modela navdar Gisele Bundchen ji Brezîlyayê ye. Puyol û Bundchen Kûpaya Cîhanê anînan nav sehayê û kûpa ma li benda xwediyê xwe.

Serokdewletên dinyayê li wir bûn

Serokdewleta Brezîlyayê Dilma Rousseff, Serokomarê Almanyayê  Joachim Gauck, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin, Serokê FÎFA'yê Sepp Blatter, Serokê UEFA'yê Michel François Platini, gelek kesên navdar û miþt tije hezkiriyên fûtbolê li sehayê, bi mîlyaran kes li ber ekranên televîzyonê li benda lîstina Almanya û Arjantînê bûn. Di nav heyecaneke wisa de bi lêdana firfiroka hakêmê îtalî Nicola Rizzoli maçê dest pê kir. Di deqîqeya 4'an de Arjantînê bi Higuain firsendek bi dest xist lê encamek nehat bi dest xistin.

Di deqîqeya 21'ê de Kroos xwest bi serê xwe gogê bide qelevanê xwe Neuer lê gog li ber Higuain ket. Higuainê arjantînî ji ser cihê penaltiyê ve lêda, gog ji aliyê aliyê rastê qelevan ve çû derve.

Di deqîqeya 37'an de vê carê Alman derketin ser dikê. Muller ji aliyê çepê ve ber bi pêþ ve çû, gog ji bo Schurrle þand, Romero rê neda Schurrel

Nîveka yekemîn bi 0-0'ê bi dawî bû.

Di nîveka duyemîn de jî tu encam nehat bi dest xistin. Her du tîman jî nekarîn golekê biavêjin û maç bi 0-0'ê temam bû. 30 deqîqeyên zêdek dest pê kirin. Di nîveka yekemîn a van demên zêdek de jî tiþtek neguherî lê di deqîqeya 113'yan de Gotzeyê ku diqîqeya 88'an de ketibû maçê got bes... Lîstikvanê alman Schurrle ji aliyê çepê sehayê ve gog ber bi Gotze ve bilind kir, Gotze bi singê xwe gog nerm kir, bêyî li bendê bisekine li erdêkeve lêda û piþta qelevanê Arjantînî Romero þikand: 1-0.

Di deqiqeya 118'an de Roja ji aliyê çepê ve gog bi hewayê ve ber bi Messi ve avêt, Messi bi serê xwe lê da lê gog ji ser dîrekê re çû aûtê, pêre jî hemû hêviyên Arjantînê.

Bi vê encamê Almanyayê bû çaremîn car Kûpaya Cîhanê dibe mala xwe. 


Keda Jochim Low

Teknîk Dîrektor Jochim Low dema di sala 2006'an de li Almanyayê hat ser kar tîma neteweyî ya alman rewþa wê ne baþ bû. Temenê lîstikvanan jî hinek bilind bû. Low dest bi nûkirina tîmê kir. Di 8 salan de ew tîm her derxist ser dika dinyayê û hem jî bi encama dû re encama keda xwe ya 8 salan bi dest xist.

Messî û Neuer

Di her Kûpaya Cîhanê de lîstikvanên serketî jî têne hilbijartin. Qeleparêzê alman Manuel Neuer wekî qeleparêzê herî serketî yê vê tûrnûvayê hat hilbijartin û wî Xelata Lepikê Zêrîn girt. Lîstikvanê Arjantînê Lionel Messi jî wekî Lîstikvanê Herî Serketî hat hilbijartin û wî jî berî merasima kûpadayînê xelata xwe girt.

Almanya: 1 - Arjantin: 0

Stad: Maracana

Hakêm: Nicola Rizzoli, Renato Faverani, Andrea Stefani (îtalya)

Almanya: Manuel Neuer, Jerome Boateng, Mats Hummels, Philipp Lahm, Benedikt Howedes, Christoph Kramer (Dq. 31 Andre Schurrle), Bastian Schweinsteiger, Toni Kroos, Thomas Muller, Mesut Ozil (Dq. 120 Per Mertesacker), Miroslav Klose (Dk. 88 Mario Gotze)

Arjantîn: Sergio Romero, Martin Demichelis, Ezequiel Garay, Pablo Zabaleta, Marcos Rojo, Javier Mascherano, Lucas Biglia, Enzo Perez (Dk. 86 Fernando Gago), Ezequiel Lavezzi (Dk. 46 Sergio Agüero), Lionel Messi, Gonzalo Higuain (Dk. 78 Rodrigo Palacio)


Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêþ

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêþ

15 07 2014

Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser bikeve? Û vane hin îstatîstîk

Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser...

13 07 2014

Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar kirin

Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar...

09 07 2014

Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin pêþberî hev

Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin...

08 07 2014

Di Euro 2016 de MAÇÊN ÎRO

Fînal li benda sporhezan e

Fînal li benda sporhezan e

10 07 2016

FÎKSTURA EURO 2016

Fîkstura EURO 2016

Fîkstura EURO 2016

06 06 2016

TÎMÊN KOMÊN EURO 2016

Komên EUFA 2016'an

Komên EUFA 2016'an

06 06 2016

Notên li ser UEFA 2016'an

Notên li ser UEFA 2016'an (Tîm, lîstikvan, t.dîrektor)

Notên li ser UEFA 2016'an (Tîm, lîstikvan, t.dîrektor)

06 06 2016

DÎROKA EURO'yê û TÎMÊN SERKETÎ

Tîmên heta niha Kûpaya Þampiyoniya Ewropa girtine

Tîmên heta niha Kûpaya Þampiyoniya Ewropa girtine

06 06 2016

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname