Arjantînê Belçîka, Hollandayê Kosta Rîka şand mala wê
Diyarname
Her du maçên dawî yên çarîk fînalê hatin lîstin. Di maçan de Almanyayê Belçîka, Hollandayê Kosta Rîka têkbirin û her du derbasî nîv fînalê bûn. Di nîv fînalê de dê her du bi hev re bilîzin.
Almanya bi golek bi ser ket
Di maça çarîk fînalê de Arjantîn û Belçîka derketin pêÅŸberî hev. Hê di deqeyên pêÅŸî yên maçê, di deqîqeya 9'an de li ser navê Arjantînê Gonzalo Higuain bi linga xwe ya rastê ÅŸûtek avêt û gog li tolê ve zeliqî: 1-0.
PiÅŸtî vê golê temaÅŸevan li benda golên din bûn lê di nîveka yekemîn û duyemîn a maçê de encamne guherî, Arjantîn derbasî nîv fînalê bû.
Hollanda bi penaltiyan co derbas kir
Maça din a çarîk fînalê di navbera Hollanda û Kosta Rîka de bû. Favorî Hollanda bû. Hollandayê eynî wekî favoriyek lîst, pas, êrîÅŸ, atak, ÅŸût her tiÅŸt hebû lê gol tune bû. Di maçê de jîrekiya qeleparêzê Kosta Rîka Keylor Navas û berxwedana lîstikvanên Kosta Rîka hêjayî pesinandinê bû. Maç bi 0-0 bi dawî bû. Di 30 deqîqeyê zêdek de jî rewÅŸ neguherî û maç derbasî avêtina penaltiyan bû.
TiÅŸtekî balkêÅŸ, dideqîqeya 119'an de Hollandayê qeleparêzê xwe guhart. Di vê dedîqeyê de teknîk dîrektorê Hollanda Van Gal qeleparêz Cillessen derxist û Krul xist qeleyê. Krul jî rê neda penaltiyek,vê hem Hollanda derket nîv fînalê, hem jî nîÅŸan da ku teknîk dîrektorek çawa dikare bandorê li maçê bike.
Di encamê de Hollanda û Arjantîn di nîv fînalê de bûn reqîbên hev.Maça wan dê 9'ê mehê saet 23.00'yan de li dar bikeve.




