Fînalîstê duyem Spanya ye
Diyarname
Di maça di navbera Almanya û Spanyayê de gayan zora tangan bir û derketin fînalê. Di fînalê de Spanya wê bi Hollondayê re bilîze.
Almanyaya ku îsal di Kûpaya Cihanê de baÅŸ lîst û Spanyaya ku di Kûpaya Ewropayê ya 2008'an de bûbû ÅŸampiyon hatin hemberî hev.
Berî maçê Teknîk Dîrektorê Almanyaye Low digot: "Belê Spanya ÅŸampiyona dawî ye lê ew di fûtbolê de ber bi paÅŸ ve,em ber bi pêÅŸ ve diçin." Gotina Low rast bû, lê Spanyayê destûr neda vê yekê û Almanya bi 1-0'ê têk bir.
Ji serî de Spanyayê bi têra xwe bi gogê list, bi têra xwe pas dan hev, Almanyayê jî bi têra xwe ket parastinê, carinan ku firsend dît ber bi pêÅŸ de çû lê di nîveka yekem de her du tîman jî nekarî golê bavêje. Di nîveka duyem, di deqîqeya 73'yan de Puyol bi serê xwe li gogo ku ji kornerê hate bilind kirin da û keleveanê alman têk bir.
Maç bi gola Puyol bi dawî bû û Spanya derket fînalê.
Spanya ÅŸeva 11'ê mehê wê bi Hollandayê re di fînalê de bilîze.
Wekî notek: Spanya yekem car e ku di Kûpaya Cihanê de derdikeve fînalê. Teknîk Dîrektorê Spanyayê Del Bosqua ji di jiyana xwe de yekem car tîma xwe derdixe maça fînalê ya Kûpaya Cihane.
Di navbera Hollonda û Spanyayê de favorî Spanya ye.
Her wiha Almanya jî roja 10'ê mehê wê bi Urugay re ji bo maça 3'yemîniya Kûpaya Cihanê bilîze.
KUNYE:
STAD: Moses Mabhida
HAKÊM: Viktor Kassai, Gabor Eros, Tibor Vamos (Macaristan)
ALMANYA: Manuel Neuer, Philipp Lahm, Arne Friedrich, Per Mertesacker, Jerome Boateng (dq. 52 Marcel Jansen), Piotr Trochowski (dq. 62 Toni Kroos), Sami Khedira (dq. 81 Mario Gomez), Bastian Schweinsteiger, Lukas Podolski, Mesut Ozil, 11-Miroslav Klose
SPANYA: Iker Casillas, Sergio Ramos,Gerard Pique, Carles Puyol, Joan Capdevila; Xabi Alonso (dq. 90+3 Carlos Marchena), Xavi, Andres Iniesta, Sergio Busquets, Pedro (dq. 86 David Silva), David Villa (dq. 81 Fernando Torres)