Fînalîstek diyar bû dora yê din e
Diyarname
Hollanda derbasî fînalê bû. Wekî tîma duyem îro wê kîjan tîm derbasî fînalê bibe?
Di maça yekem a nîv fînalê de Hollanda tima Uruguay tek bir û derbasî nîv fînalê bû.
Hollandayê di deqîqeya 18'an de bi gola Van Bronckhorst, deqîqeya 70'yan de bi gola Sneijder û di deqîqeya 73'yan de bi gola Robben tîma Uruguay têk bir. Li ser navê Uruguay Forlan (Dq. 41) û Maksimiliano Pereira (Oq 90+2) gol avêt, di deqîqeyên dawî de zor da Hollanda lê nekarî bi ser bikeve. Di dawiyê de Hollonda bi encama 3-2 derbasi nîv fînalê bû.
Kunye:
Stad: Grên Point Stadý
Hakêm: Ravþan Ýrmatov (Ozbekistan), Rafael Ýlyasov (Ozbekistan), Bahadir Koçkarov (Kirgizistan)
Uruguay: Fernando Muslera, Diego Godin, Mauricio Victorino, Walter Gargano, Maximiliano Pereira, Martin Caceres, Diego Perez, Alvaro Pereira (Dq. 78 Sebastian Abreu), Egidio Arevalo, Edinson Cavani, Diego Forlan (Dq. 84 Sebastian Fernandez)
Hollanda: Maarten Stekelenburg, Khalid Boulahrouz, John Heitinga, Joris Mathijsen, Giovanni van Bronckhorst, Dirk Kuyt, Mark van Bommel, Wesley Sneijder, Demy de Zêuw (Dq. 46 Rafael Van Der Vaart), Arjen Robben (Dq. 90 Eljero Elia), Robin van Persie.
Hollanda ji sala 1978'an ve heta niha yekem car e derdikeve fînalê. Ew di Kûpaya Cihanê de bû sê caran derdikeve fînalê lê her du carên din têk çûye.
Sal: 1974, Almanya- Hollanda: 2-1.
Sal: 1978, Arjantin - Hollanda: 3-1
îro wê Spanya û Almanya bi hev re bilîzin û yek ji wan wekî reqibê Hollanda wê derkeve fînalê.
Maç saet 21.30 de ye.
Maça fînalê jî we 11'yê mehê saet 21.30 de li Johannesbûrgê bê lîstin.
Her wiha Uruguay û tima têkçûyî yê maça Almanya û Spanyayê jî wê ji bo sêyemîniyê 10'ê mehê bi hev re bilîzin.