Çarîk fînalîstên dawî û maçên çarîk fînalê
Diyarname
Di Tûra 2'yemîn de maçên dawî hatin lîstin, çarîk fînalîstên dawî derketin holê: Spanya û Urugay. Û maçên çarîk fînalê diyar bûn. Vaye encam:
Urugay: 5 - Japonya: 3
Maça yekem a rojê di navbera Japonya û Uruguay de bû. Maçê bi lez dest pê kir lê heta deqîqeya dawî jî yekê nekarî golek bavêje û 90 deqîqe bi 0-0 bi dawî bû. Dûre maç dermbasî 30 deqîqeyê demdirêj bû, di wê demê de jî golek çênebû û lîstikvan derbasî avêtina penaltiyan bûn.
Di penaltiyan de Paraguay bi 5-3 Japonya têk bir û derbasî çarîk fînalê bû.
Kunye:
Stad: Loftus Versfeld
Hakêm: Frank de Bleeckere (Belçîka), Peter Hermans (Belçîka), Walter Vromans (Belçîka)
Paraguay: Justo Villar, Paulo Da Silva, Claudio Morel, Enrique Vera, Carlos Bonet, Nestor Ortigoza (Dq. 75 Edgar Barreto), Antolin Alcaraz, Edgar Benitez (Dq. 60 Nelson Haedo Valdez), Cristian Riveros, Roque Santa Cruz (Dq. 94 Oscar Cardozo), Lucas Barrios
Japonya: Eiji Kawashima, Yuki Abe (Dq. 81 Kengo Nakamura), Yuji Nakazawa, Tulio, Yuichi Komano, Yuto Nagatomo, Yoshito Okubo (Dq. 106 Keiji Tamada), Yasuhito Endo, Makoto Hasebe, Daisuke Matsui (Dq. 65 Shinji Okazaki), Keisuke Honda
Spanyayê zora Portekîzê bir: 1-0
Di maça duyem a Tûra 2'yemîn de Spanya û Portekîz hatin hemberî hev. Ji aliyê her du tîman ve jî maçê bi lez dest pê kir. Her duyan zor da ku golê bavêje, lê herî dawî di deqîqeya 63'yan de Spanya bi David Villa gihîþt miraza xwe.
Di deqîqeya 90'î de ji Portekîzê Ricordo Costa ji ber ku zend li Capdevilla da beramberî qerta sor ma û ji maçê hat avêtin.
Bi vê serketinê Spanya derbasî çarîk fînalê bû. Di çarîk fînalê de wê Spanya û Uruguay bi hev re bilîzin.
Kunye:
Stad: Green Point
Hakêm: Hector Baldassi (Arjantîn), Ricardo Casas (Arjantîn), Hernan Maidana (Arjantîn)
Spanya: Iker Casillas, Sergio Ramos, Gerard Pique, Carles Puyol, Joan Capdevila, Xabi Alonso (Dq. 90 Carlos Marchena), Xavi, Andres Iniesta, Sergio Busquets, Fernando Torres (Dq. 59 Fernando Llorente), David Villa (Dq.88 Pedro Rodriguez)
Portekîz: Eduardo, Bruno Alves, Ricardo Costa, Ricardo Carvalho, Fabio Coentrao, Raul Meireles, Pepe (Dq.72 Pedro Mendes), Tiago, Cristiano Ronaldo, Simao Sabrosa (Dq. 72 Liedson), Hugo Almeida (Dq. 59 Danny)
Vane maçên çarîk fînalê û dîroka wan:
Maç- Dîrok û saet- tîmên reqîbên hev - STAD
57- 02/07, Saet 17:00, Hollanda - Brezîlya - Stad: Nelson Mandela Bay
58- 02/07, Saet 21:30, Urugay -Gana - Stad: Soccer City
59- 03/07, Saet 17:00, Arjantîn -Almanya - Stad: Green Point
60- 03/07, Saet 21:30, Paraguay - Spanya- Stad: Ellis Park