Fransa û Portekîz dê kap biavêjin
Diyarname
Maça duyemîn a nîv fînala tûrnûvaya Euro 2016 vê êvarê di navbera Almanya û Fransayê de hat lîstin. Hê di deqîqeyên pêÅŸî bû fransizan ji lingên Giarezman nekarî golê biavêje, lê Fransayê nîÅŸan dida ku ew ne pariya biçûk e ku bi hêsanî bê xwarin. PaÅŸê Almanyayê ji lingên Muller nekarî golê biavêje. Heta deqîqeya 45'an wekhevî xira nebû û di wê deqîqeyê de Fransayê penalti bi dest xist. Penaltî bi nîqaÅŸ bû lê biryar teqez bû: Û Griezmann penalti veguhart golê û nîveka yekemîn bi 0-1'ê bi serketina Fransayê bi dawî bû.
Di deqîqeya 72'yan de Griezmann careke din xwe nîÅŸan da û tîma xwe bi 2-0 derxist pêÅŸ. Di deqîyên bê de her du aliyan jî nekarî skorê biguherîne û Fransa bi 2-0 maç bi dest xist. Bi vê encamê Fransa derket fînalê û bû reqîbê Portekîzê. Portekîzê duh Galler têk biribû û derketibû fînalê... 10'ê mehê li Stada De France de maça fînalê bê lîstin.
Ji aliyê Fransa û Portekî ve rewÅŸ
Heta niha du caran Fransa di Tûrnûvaya Euro de bûye ÅŸampiyon: Sala 1984 û 2000'î. Fransa ku her du caran derketibû fînalê û di fînalê de têk neçûbû. Portekîz di dîroka xwe de heta niha carek derketibû fînalê, sala 2004'an û wê çaxê li hemberî Yewnanistanê têk çûbû. Vê carê dê Portekîz bigihîje mirazê xwe yan na 10'ê mehê dê diyar bibe.
Notek ji bo Griezmann
Lîstikvanê fransiz Antoine Griezman di Atletico Madrîdê de dilîze û heta niha bi saya wî Madrîd gelek caran bi ser ketiye. Ew di sala 1991'ê de hatiye dinê di navbera 2009x2014'an de li Real Soceidadê lîst û derbasî Atletico Madrîdê bû. Di tûrnûvaya Ewropayê de heta niha herî zêde Michael Platini û Cristiano Ronaldo gol avêtine (her yekî 9 gol). PiÅŸtî wan Alan Shearer (lîstikvanê Îngilistanê) bi 7 golan tê û dûre çend kesên din xwedî 6 golan in. Li ser navê Fransayê Thierry Henry bi 6 golan û Zinedine Zidane bi 5 golan dihat. Griezman bi her du golên ku îro avêtin Zidane derbas kir û gihîÅŸt Henry. Ger di fînalê de bikaribe golek biavêje dê Henry jî derbas bike.