Tîmên heta niha Kûpaya Þampiyoniya Ewropa girtine
Diyarname
Þampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê di sala 1960'î de dest pê kir û ji her 4 salan carekê li dar dikeve. Ji aliyê UEFA'yê ve tê organîzekirin. Navê wê yê orjînal "Kûpaya Neteweyên Ewropayê" bû û di sala 1968'an de navê niha girt.
Heta niha 14 caran hatiye lidar xistin û 9 tîmên cuda ev kûpa biriye mala xwe.
Herî zêde Spanya (1964, 2008, 2012) û Almanyayê (1972, 1980, 1996) her yekê 3 caran kûpa girtiye.
Dûre Fransa (1984, 2000) bi 2 caran tê.
Tîmên din SSCB (1960),
Îtalya (1968),
Komara Çek (1976, wê çavê bi navê Çekoslovakya),
Hollanda (1988),
Danîmarka (1991)
û Yewnanistanê (2004) her yekê carek kûpa biriye mala xwe.
Spanyayê di sala 2008 û 2012'yan de di tûrnûvayê de bû þampiyon ku yekem tîm bû du caran ser hev de heman kûpayê bi dest dixe. Di tûrnûvaya dawî ku Polonya û Ûkraynayê bi hev re organîze kir de fînal li Kîevê li dar ket. Spanyayê Îtalya bi 4-0 têk bir û bû þampiyon.
Tîma ku bibe þampiyon di heman demê de mafê beþdariya Kûpayên Konfederasyona FIFA'yê bi dest dixe.