• Rûpela Pêþî
  • Tîmên Beþdarî Kûpaya 2014'an bûn
  • Kûpaya Cîhanê 2010
  • Rûpela Pêþî

Arjantîn û Belçîka jî piştî 120'an dilşad bûn

Dîrok : 01 07 2014 | Beþ :

Diyarname

Maçên ji bo çarîk fînalê balkêÅŸ derbas dibin. 90 deqîqe têra wan nake û derbasî 30 deqîqeyên zêdek dibin. PiÅŸtî sê maçan, maça roja çaran jî bi heman awayî çêbû. Arjantîn ku reqîbe wê Swîsre bû di 90 deqîqeyê de ligel atakan, ligel lîstineke xweÅŸ û ÅŸûtan jî encam neguherî. Liger Messi, Diacara, Higuain tiÅŸtekî neguherî. 90 deqîqe bi 0-0'ê bi dawî bû.

Di 30 deqîqeyên zêdek de Arjantîn di deqîqeya 118'an de hat ser xwe. Di vê deqîqeyê de Messi lîstikvanên Swîsreyê derbas kirin, wekî ku bibêje ha ji te re gog, vaye qele, pasek xweÅŸ da Di Maria û Di Maria ev îkramkirina Messi bi paÅŸ ve venegerand: 1-0.

PiÅŸtî vê deqîqeyê Swîsreyê zêdetir êrîÅŸ kir, di deqîqe 120+1 de Dzemaili bi serê xwe lê da, gog ji dîrekê vegeriya. Di kêliyên dawî de jî tu encam neguherî û Arjantîn derbasî çarîk fînalê bû.

 

 

Belçîka û DYA jî demdirêjkirin!

Di maçan din de Bleçîka û DYA hatin hemberî hev. 90 deqîqeyên vê maçê bi 0-0 bi dawî bûn.

Di 30 deqeyên zêdek de, hê di deqîqe 93'yan de li ser navê Belçîkayê Kevin De Bruyne golek avêt û hêviya Belçîkayê xurt kir. Di deqîqeya 105'an de vê carê Lukaku derket ser dikê û Belçîka hinek nefes girt: 2-0.

Lê Amerîkayê hê gotina xwe ya dawî negotibû. Di deqiqeya 106'an de Green derket ser dikê û encam anî 2-1. PiÅŸtî vê deqîqeyê Amerîkayê gelek atak li dar xistin, hin derfet jî ketin destê wê lê nebû. Bi vê encamê Belçîka derket çarîk fînalê û bû reqîba Arjantînê.


Hûn dikarin li van jî binêrin