logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. (Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...
  2. Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt
  3. Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî
  4. Du karîkatur...
  5. 'Navnîşan' li ÎFSAK'ê jî hat xelatkirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

DARÊN ERCÎŞÊ-DARÊN TAKSÎMÊ

  • Dîrok: 11/06/2013

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev...

Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be pêşî fermo nûçeyê bixwînin (1)

Niha danberheva me:

- Li Taksîmê 563 heb dar hene. Li Ercîşê darên ku bûne meseleya birînê hejmara wan ev e: 2 hezar darên mêwe û 200 hezar heb darên spîndar (hewr).

- Qada li Taksîmê li dor 38.000 metreçarqorzî ye.
Li Erdîşê 132 hezar metreçarqorzî ye.

- (Li gor hin agahiyan) Darên li Taksîmê temenê wan li dor 60-70 salî ye.
Li Erdîşê temenê darên heyî li dor sed salî ye. (4)

- Li Taksîmê dixwazin AVM û Topçu Kişlasi çêbikin, li Erdîşê dixwazin avahiyan çêbikin.

- Li Taksîmê yên dixwazin daran bibirin Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye ku di destê AKP'ê de ye. Ku vê derê dê pêşkêşî dewlemendan bike.
Li Ercîşê yên dixwazin daran bibin TOKÎ (Îdareya Avahiyên Giştî ku girêdayî Serokwezîriya Tirkiyeyê ye) û AFAD (Ev sazî girêdayî Qeymeqam ku Qeymeqam jî girêdayî dewletê-hikumetê ye) e.

- Li Taksîmê li hemberî hilkişandina daran Mebûsê BDP'ê Sirri Sureyya Onder derket, serhildan da dest pê kirin. Li Erdîşê, Şaredarê BDP'ê yê Wanê Bekir Kaya, şaredar û nûnerên din ên BDP'ê ketin nav tevgerê.

- Li Taksîmê piştî Onder beşek mezin a ji gel û dûre partiyên din derketin holê.
Li Ercîşê hê kes neketiye nav tevgerê.

- Li Taksimê cihê ku niha meseleya pirsgirêkan e cihê seyranê  ye. Ji her partî, rêxistinê kes fêdeyê ji wir digire. Dixwazin ji destê wan derxin û pêşkêşî komek dewlemendan bikin.
Li Ercîşê cihê bûye meseleya bûyerê di destê gundiyan de ye, gundî ji bo çandinî bikar tînin û niha dixwazin ji destê wan derxin.

- Di sala 1940'î de Waliyê Stenbolê Lutfî Kirdar ew der îstîmlak kir (kir malê dewletê) û bi plana îmarê ya Henri Prost li wê derê park çêkir (Ev parka ku niha jêre Parka Seyranê ya Taksîmê tê gotin). Ev di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekemîn park bû ku hat çêkirin. Bi gotineke din ev 73 sal in ev der ê dewletê (yanê yê gel e) ye.
Li Erdîşê ew der malê xezîneyê ye (yanê yê dewletê, yanê yê gel) û ji sala 1952'yan ve gundî wê derê bikar tînin, diajon, lê xwedî derdikevin.

- Li Parka Taksîmê di sala 1806'an de Halil Paşa Topçu Kişlasi (Baregeha Topavêjan/Guleavêjin a Halil Paşa) hate avakirin. Ev baregeh bû şahida gelek şeran. Di bûyera 31'ê Adara 1909'an de ev der bûye baregehan serhildêran (2). Parkê 1967'an de şiklê xwe yê niha girtiye.
Li Erdîşê ev cihê dar lêne jêre "Aşê Keşîş" dibêjin. Di dema Komkujiya Zîlanê de li vê derê bi hezaran sivîl hatin gulebarankirin û kuştin. Di strana Şakiro de navê "Keremê Elî" ku hatiye kuştin derbas dibe. Keremê Elî di bin wan daran yekê de hatiye kuştin. (3)

- Li Taksîmê dadgehê biryara rawestandina projeya Topçu Kişlasi daye, digel vê yekê xwestin daran hilçînin û projeyê bidomînin. Dadgehê biryara xwe careke din eşkere kir û pêvajoya dadgehê hê didome.
Li Ercîşê pêzanên zerîetê rapor amade kirine ku 'ev erazî ji bo her cure çandiyê guncan e'. Li gor Rêziknameya Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyeyê cihên ji bo çandiniyê guncan bin li wê derê avahî nayên saz kirin. Lê dîsa jî TOKÎ û AFAD ketin nav hewldaneke wisa. Niha xirecir didome.

- Li Taksîmê berxwedana Platforma Taksîmê û berxwedana parastina daran didome. (her çiqas hin partiyên siyasî ketin nav meseleyê û berxwedanê şikil guhartibe jî)
Li Ercîşê Şaredar û BDP'yî di nav berxwedanê de ne, niha tenê dikarin haya raya giştî pê bixin. Pêşeroj dê çi nîşan bide hê nediyar e.

Belê. Danberheveke bi vî rengî.

***

Hin nivîskarên kurd di qada civakî (facebook, twitter û hwd) de li gor min hin tiştên ecêb tînin ziman. Jixwe em ketine nav meseleyê. Em çend gotinan li ser wan jî bibêjin:
- Ew nivîskarên me dibêjin "Çi karê BDP'ê heye diçe parastina çend daran?"
Yên vê dibêjin ne BDP'ê fêm dikin, ne jî Tevgera Azadiyê ya li Bakur fêm dikin. Hûn jê hez bikin jî nekin jî Ocalan qala "Ekolojiyê" dike. KCD'ê jî di Konferansa xwe ya li Amedê de li ser vê xalê biryar standin. Ev wekî stratejiyek e li meseleyê dinêrin ku ev stratejî dê bidome jî.
Li gor min jî stratejiyeke rast e. Ne çend dar, tenê darek be jî û li ku dibe bila bibe (erdnîgarî ne girîng e) hêjayî parastinê ye.
-  Dibêjin: "Dema li Kurdistanê daristan dihatin şewitandin çima wan (qala çepgiran, tirkan û hwd tê kirin) deng dernedixist, em çima deng derdixin ji bo çend daran?"
Bersiv ev e: Tu şaşiyek bi şaşiyeke din nabe rastî. Ger heta îro li hemberî şewitandina dareke li Kurdistanê dilê wî/ê neşewitîbe divê dilê me jî neşewite? Kesek bêrehm be emê jî bê rehm bin.
Her wiha li Taksîmê ne tene tirk, kurd jî, gelên din jî ji van daran sûdeyê digirin.
- Dibêjin: "Divê BDP nekeve dû nijadperestin tirk, ala tirkan" û tiştên wisa...
Yên ku vê dibêjin hay ji qada Taksîmê nîn in. Ger carekê çûbin Taksîmê dê bidîtana BDP ne li dû wan e, ne piştgir û alîgirê wan e, dê ne piştgir û alîkarê wan be jî. BDP, bi al, wêne û gotina xwe li wir e.

 


1- Nûçeya: Bekir Kaya: Dixwazin li ser erdên çandiniyê avahiyan saz bikin
2- Li Tirkiyeyê di dema Osmanî de, piştî Meşrûtiyetê (sala 1908'an) di vê rojê de li hemberî rêveberiya wê demê serhildan li dar ket.
3- Agahiyên di vê paragrafê de ji aliyê Sedat Ulugana ve di Facebookê de hatin berhevkirin. Min ji wir girtin.
4- Heman çavkanî

cemilo@diyarname.com


 

Hin Nivîsen Nivîskar
Hemû Nivîsen Nivîskar

Li texsiyê pirsgirêka kurd

  • 18 Sibat 2009

Li welatekî dema hûn li ajokarên wan, dema hûn li dikandarên wan, hûn li çaygerên wan binêrin, helbet hûn dê bibînin ew welat xwedî çi...

Nivîseke vir de wê de: Hin agahiyên ku ez tênagihim çima

  • 29 T?rmeh 2019

Bi destûra we ezê hin tiştan rêz bikim ku heta niha ez tênagihêm ku çima wisa ye.Amed Spora bi tirkîAmed Spor tîmekî kurdan e. Bênîqaş hemû kurdên...

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • 17 Avr?l 2023

Di vê nivîsê de emê berê xwe bidin çand weşanên kurdî/an. Min zûde nivîsîbû, erdhej ket navberê min dest jê berda. Lê wê rojê...

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Nivîsên Nû
news

Kurdî go beşkê serê lingan vinderê?

  • Cemîl Andok
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Pênûsa Gêj û Encamên Hilbijartinê

  • Mîrza Ronî
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
news

Ji bo weşanên kurdan çend gotin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

YE: Operasyonê bi dawî bikin

ad

Yilmaz Beyazgul: 'Ez di yeksaliya xwe de bûm hunermend'

ad

Bernameya Festîvala Sûc û Cezayê amade ye

ad

Dema teknîsyen bi heyecanê bikeve wisa dibe

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Zurîhê dest pê dike

ad

"Women" di Roja Jinan de ket vîzyonê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

(Blog): Agahiyên li ser hilbijartinê...

  • 28 05 2023
news

Li Cannesê xelat hatin belavkirin: Merve Dizdar xelat girt

  • 27 05 2023
news

Amed Sporê dawî li peywira teknîk dîrektorê xwe Akan anî

  • 27 05 2023
news

Du karîkatur...

  • 27 05 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname