• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Çiya Mazî / Gername
Çiya Mazî / Gername

Çiya Mazî / Gername

EZ ÇÛM TAKSÎMÊ

Dîrok : 06 06 2013

Ez du rojan ji bo saxkirina bûyeran çûm Taksîmê. Hin notên ku min girtin dixwazim parve bikim.
Pêþî roja yekþemê (02.06.2013) ji bo gereke normal ez çûm Taksîmê. Ji ber ku otobos nediçûn Taksîmê ez jî bi keþtiyê ji Uskudar çûm Kabataþ. Ji wir jî Fenîkuler (Metro) tunebû, peyatî min ber bi jor berê xwe da Taksîmê. Ji xwe gelek kes peyatî di van kuçeyên teng re bi jor de diçûn. Nêzî Taksîmê, li ser rêya Gumuþsuyu xwepêþandêran bi du cihên ku sed metroyî dûrî hevdû bû, ji prîket, bermahiyên barîkatên polîsan û tenekeyan rê girtibûn. Nêzî serê qada Taksîmê aliyê Gumuþsuyu du erebe, yek wekî ya polîsan û yeka din wekî erebaya sivîlan hatibû þewitandin û li ser rê wekî barikat hatibûn bicîhkirin. Li qadê qet polîs û peywîrdarê dewletê nexuyabûn. Tu nîþaneyê dewletê jî ji bilî alê nexuyabûn. Bi qasî ku min dît îro tevlî ku 7 roj derbas bûbû jî hê girseyek mezin li qada Taksîmê û li Parka Geziyê hebû, min jî ji bo agahdariyan lêkolînek biçûk kir. Saet 6 û hê roj bejnekê bilind bû. Di nava gerxêleyê re ez û Mem Jan ku ji Uskudar bi hev re hatibûn meþiyan. Di Kolana Îstiklalê re hêdî hêdî me berê xwe da qada Galatasarayê. Gelek mirovên di nava gerxeleyê de piþtgirê van rûdanan bûn û her ji kêlîkekê carekê diruþmeyek diavêtin. Dema ku diqîriyan jî pirê mirovên din jî bi wan re diqîriyan. Ji bilî wê tu dîwar nemabû ku bi diruþmeyan nehatibin neqiþkirin (mînakên berfireh ji diruþmeyan li jêr in). Camê dikanan, derebeyên wan, dîregên reklaman, qutî û panoyên reklaman hemû bi diruþmeyên rengo rengo hatibû nivîsandin. Di þibakeyan re, di þaneþînan re û li devê deriyê dikanên Îstîklalê bang û qêrîn û çepik her dom dikir. Di avahiyên metrûk î nivxerabe de ciwan bi alên bi Ataturk re destên xwe kil dikirin û diruþme diavêtin. Piþtî dîtina rewþa Îstîklalê em çûn cafeyê û rûniþtin ji bo bêhnvedanê. Piþtî bêhnvedanê ez bi tenê vegeriyam qada Taksîmê; Saet 9’ê êvarê bû, gav bi gav digeriyam li wan deran. Diruþmeyên ku bi piranî û giranî bilind dibûn di bin ala Tirkiye û Ataturk de “Erdoxan îstîfa” bû. Tu reng û dengê kurdan û diruþmeyê ji bo kurdan nexuyabû wê êvarê. Ez bawerim ne pêkan bû jî di wê rewþê de kesek karibe tiþtekî ji bo kurdan bibêje. Heke kurd hebûn jî nexuyabûn, yan tabiî îmam bûbûn yan jî nikarîbûn diruþmeyan ji bo kurdan biavêjin, yan jî hewce nedidîtin, min tu diruþme wê saetê nedît ji bo kurdan. Ji xwe rojek berê jî ku hinekan ji bo kurdan diruþme gotibûn bi êrîþan rû bi rû mabûn. Bi qasî ku min didît îro bi piranî Taksîm bi ala Tirkiye û Ataturk dagirkirîbû, ji bilî hinek alên çepgirên tirk. Di nivîsên ku ji rojên berê de li dîwar û camên kargehan mabûn daxwazên kurdan û sosyalîstan hebûn. Lê di vê gera min de min ew bi awayê deng û reng li parka geziyê nedît. Li aliyê parka Geziyê bi þev li hinek deveran wekî festîvala bîra jî xuya dibû. Ji bilî dîlimên zebeþan, sêv, simît, kofte, þêrînahiyê, dendik, çay, rûpiþ, rozetên “Çapûlci”yan; li ser hinek dezgehên avê bîra jî dihat firotin. Min bi dilekî guvaþtî hêdî hêdî qada Taksîmê piþtî saetek gerê terk kir. Yê ku min dîtin bi piranî yên ku kîna kurdan di dilê wan de dikeliya bûn, min wisa bawer kir.
Ji Uskudar, Kadikoy û Umraniye jî xuya bû ku tenê ew hene û giþ yên ku kîna kurdan di dilê wan de tirþ bûye, ew wê rojê serdestî xwepêþandana bûn. Gelek kes, nas û hevalên ku li aliyê Ewropa ne jî wê rojê rewþ wisa vedigotin. Li gorî hinek ciwanên kurd qal dikirin jî, gelek kesên ku ji bo piþtgiriyê çûne Taksîmê û li wan alan nêrîne ji nigê nigde vegeriyane. Di vegera min a Uskudar de, di nava mirovên otobosê de jî nîqaþên tund rû didan. Hinek jinan ji çalakgerên li kolanên Uskudar ku beroþ û miqilk li hev dixistin li çepikan dixistin, hinekê alîgirên AKP’ê peyv davêtin ser wan. Ez bûm þahid ku yeke servekirî ji jineke sergirtî re got: Cahil, ya din jî lê vegerand got, Orospî. Di nava taxan re ku ez vegeriyam jî dengê miqilkan û beroþan dihat. Ku ez gihaþtim malê jî hat gotin ku li taxa nêzî me hinekan bi daran êrîþî maleke ku li þaneþîna xwe dengê beroþê derdixistin kirine. Min wê roja xwe bi dilekî çelqiyayî û nakokiyên ku hundurê mirov tevlihev dike xelas kir.
 
Roja çarþemê (05.06.2013) DÎSA EZ ÇÛM TAKSÎMÊ:

Piþtî ku HDK û BDP’yê bang kir ji bo piþtgiriya Taksîmê min dîsa ji bo çavdêrî û piþtgiriyê berê xwe ji aliyê Anadolûyê da Taksîmê. Ji ber roja çûyî ku min rewþ dîtibû, bi rastî dilê min bi tasewas bû ji bo pevçûnekê.
Dîsa di nava wan al û posterên Ataturk re min berê xwe da Qada Galatasarayê. Ez gihaþtim girseyê ku bi hezaran mirov di bin ala HDK (Kongreya Gelan a Demokratîk, ku BDP jî di nav de ye) de kom bûne û li çepikan dixin, diruþmeyan davêjin. Bi çepikan û lîrelîr di kolana Îstîklalê re ber bi Taksîmê ve meþê dest pê kir. Li wir qet alên BDP tunebûn. Lê belê diruþmeyên kurdî û ji bo kurdan pir bûn û serdest bûn. Tu kesî bertek xuya nedikir, heta li þaneþînên cafe û kargehên li qatê jor gelek carî piþtgirî û çepik jî dihatin. Bi rastî gelek kes þaþ û metal bû. Hema hema her kesî wêne dikiþandin û dixwestin vê demê wekî bîranînekê hilînin. Li alîkî alên tirk û Ataturk û li alîkî jî diruþmên “Bijî Serok Apo, Kurdistan dê ji faþîzmê re bibe goristan” û hwd bilind dibûn. Li rexê Îstiklalê li gelek cihî alên tirk û posterên Ataturk dihatin firotin, kesî ji wan re nedigot tiþtek. Tenê li cîhekî, ciwanekî kurd xwest êrîþ bike, lê belê mirov ketin navberê û sekinandin, yê hember jî dengê xwe nekirin û ew jî sekinî. Bi diruþme û lîrelîrê em hatin nêzî Taksîmê. Li ber Balyozxaneya Fransa Ertugrul Kurkçu axaftinek kurt kir. Piþtî wê êdî girse ket nava Taksîmê. Di nava gerxêleya ku îro bi piranî yê karmend û kedkaran hebû re heta avahiya AKM’yê meþiyan û zivirî aliyê parka Geziyê. Li nêzî Parkê girse sekinî. Li vê derê gelek alên BDP, PKK û posterên Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Aliyê Parka Geziyê hê jî bi alên tirk dagirtî bû. girseya HDK nêzî wan sekinî. Dîsa li vê derê hinek axaftin ji alî siyasetmedaran ve hatin kirin. Li vê derê bi piranî diruþmên ji bo kurdan û aþtiyê hatin avêtin, diruþmên herî tûj jî wekî, “PKK gel e, gel li vir e, þehît namirin, Silav ji Îmralî re hezar silav” û gelekên aþtîxwazî hwd bilind bûn. Tevlî ku ji girseya bi alên tirkan xemilî nêz bû jî kesî deng nekir û wan jî li aliyê din diruþmên xwe diavêtin. Carekê tenê mirovekî bi ala tirk hat nêzî girseya HDK ku alên Abdullah Ocalan jî bilind kiribûn û got “hûn çi dikin yaho ev poster çi ye?” di dû wî re du sê hebê din jî hatin, çend heb kes çûn û gotin ku îro ev qad ya herkesî ye û qada azadiyê ye, mafê her kesî heye ku alên xwe û diruþmên xwe bilind bikin.” Piþtî guftûgoyek biçûk ew jî ji wir bi dûr ketin. Ji alî kî jî min dixwest li her derê bigerim û dîsa ez çûm aliyê Gezî Parkî. Îro jî li wir, bi piranî “Erdogan îstifa” hebû cihinan “em leþkerên Mustafa Kemal in” jî bilind dibû. Pir nêzî girseya CHP û MHP (bi qasî ku hat fêmkirin girseya wan bû) hinek ciwanên kurd (neh deh heb), sirûda PKK’ê digotin mirovên girseya din jî bi balkêþî li wan dinêrîn. Xuya bû ku hinek dikeribîn û hinek jî dikeniyan. Ev jî bi min ecêb hat tabî. Piþtî 10 kêlîkan ew kes vegeriyan aliyê Qada Taksîmê, ba girseya HDK’ê. Du sê caran helîkoptera Polîsan di ser qadê re derbas bû, her kesî bi dengê bilind protesto kir.
Heta du saetan jî bi govend, diruþme, lîrandin û çepikan çalakiya HDK’e dom kir. Piþtî saet 9’ê þevê hêdî hêdî alên HDK’yê winda bûn, tenê du sê alên BDP’yê li ser Parka Geziyê mabûn bi þevê.
Li gelek deveran jî nivîsên kurdî hatibû nivîsandin. Û piþtî saet 9'an ji xwe bi hatina girseya Çarþiyê (Beþîktaþ spor) re, dirûþmeyên “Erdoxan îstîfa” li hemû qada Taksîmê bilin bûn. Girseyê hem dans dikir û hem jî giþan xwe hol dikirin û li çepikan dixistin. Bi ya min girseya ku herî bi kelecan û çepik ev girse bû. Mîn dîsa berê xwe da Parka Geziyê. Girseyên cur bi cur ku her yek li aliyekî kom bûbûn bi def û zirneyê bi çepikan dilan dikirin, dans dikirin û diruþme diavêtin. Ev der bi dehezaran kesan wekî qadeke festîvalê, wekî þahiyeke ciwanan, wekî pêþbirka berzkirina diruþmeyan û halanan xuya bû. Min xwepêþandan û civînên gel û girseyan pir li Stenbolê dîtine, lê tu xwepêþandan wekî vê ne bi coþ û reqs bû. Dibe ku mirovên hatibûn tenê îjar hatine, dibe ku ji ber tunebûna polîs û dewletê li Taksîmê xwe azad dihesibandin û hatine kêfê. Dibe ku mirovên qet di tu partiyan de cih nedigirtin û ev ji wan re bû maneyek ku xwe îfade bikin. Dibe ku bi organîzeya veþartî ya partiyan mirov kom kiribû û dibe ku jî ne ji van yek bin û hestên mirovan li vir bûbûn yek jî. Ji travestiyan bigire heta esnafan, ji partiyan bigire heta komeleyên pîþekaran, ji komunîstan bigire heta oldaran (Oldarên Antîkapîtalîst), ji kurdan bigirin heta reþikan, ji tûrîstan bigirin heta dînan hemû kes hebûn li qada Taksîmê. Carinan wekî Kongreya hemû mirovan xuya dibû. Û carinan wekî tenê ya tirkan. Heta demekê me dît yekî bi çilên kesk semayê dike û ber bi girseyê ve tê, ew li nîvê Taksîmê bi wî awayî geriya. Wekî bibêje “hûn kî bin jî werin Taksîmê”. Jixwe AKM’ya mezin bûbû panoya afîþan.
Di dû vê gerê de ev pirs di serê min de çêbûn, wekî ku di serê gelek kesan de jî ev heye bawer im.
Piþtî protestoya ji bo dar û parkê ev rûdanên dawiyê ji bo çi ne? Gelo dibe ku ji bo þoreþekê be? Þoreþa çi ye? Þoreþa kê ye? Gelo divê ku kurd tevlî bibin? Kurd dê ji bo çi tevlî bibin?  Kurdan berê têkoþîna xwe anîne heta kîjan deverê? Ew têkoþîna kurdan bi dawî bûye an na? Bi van rûdanên dawî têkoþîna kurdan çiqasî bandorê digire? Çiqasî fêda wê ji têkoþîna kurdan û pêvejoya têkoþîna kurdan heye? Ev rûdan pêvejoya têkoþîna kurdan bi þûn de dibe an bi pêþ de dibe? Bi kes û derdorên ku aniha van rûdanan di bin ala Tirkiyeyê de dimeþînin re dibe ku kurd jî ji bo têkoþîna xwe bi wan re bimeþin? Di dawiyê de dê çi têkeve destê kurdan? Kurd bi wan re dikarin behsa têkoþîna xwe û mafê xwe bikin? Paþeroj û pêþeroja wan derdorên di bin ala tirk de, dihêle ku kurd jî mafê xwe bistînin? Ji xwe PKK û dewlet ketine guftûgoyekê, gelo ev bi dawî bûye ku kurd li têkoþîneke din bigerin? Gelo sarbûna kurdan ji van rûdanan ji bo çi ye? Gelo kurdan rûdanên wisa bi canê xwe ezmûn nekirine ku dîsa têkevin ezmûneke din? Gelo dibe ku kurd van rûdanan wekî ji nû de destpêkirin dibînin û gelek kes ji ber wê yekê zivêr in an jî hinek piþtgiriyê didinê? Baweriya kurdan bi kîjan aliyê van rûdanan dê were? Di serkeftina dawiya van rûdanan de kurd dê li ku bin?
Lê ev jî di hiþê min de cîh girt bi hêsanî kesek an girûbek dê nikaribe biryara qedandina vê raperînê bide. Kes jî nizane dê bi çi awayî bidome û here heta ku.
Mînakên duruþmên ku li dîwaran nivîsandîbûn û li qadê dihatin zimên.
(Hinek bi kurdî bûn, yên bi tirkî jî hatiye wergerandin):
Em gerîlayên gel in.
Hûn bi xêr hatin qada sor
Atayê min tu îro rehet razê
Pîpiyê Tayyip ket
Tayyip derkeve der em bilîzin lo !
Aha ji te re peyarêçêkirin.
Ne bi qedexebûnan, bi vejandina bi zanebûn pêþketina civakê
Tayip; "dibe ku ez te maçîkim?"
Velewkî em çapûlcî ne
Tayip ka binêr, em çend heb in bijmêr.
Enternasyonela 4'emîn e
Me diya te jî anî û em li vir in Tayip
Tu pîsekî heram derket Riza Baba
Tu eyb dikî Tayyar
Haydê here binêre li cîhê ku sencek ketiye erdê, þerabê vexwe û bikene, bilîze.
Ev raperîneke bêalî ye.
Ji homofobîk Tayip re nebêje homo, nebe Tayip
Em þoreþa homofobîk naxwazin
Min ji Rebbê xwe pirsî got; "di ber xwe bide Gezî"
Di ber xwe bide Ýstanbûl, di ber xwe bide Çolemêrg
Çi bû ji te Tayyip tu nehat, te gera xwe dirêj kir.
Bê Serok Jiyan Nabe
Bijî biratiya Gelan
Bi kujerê Kizilbaþan Yavûz re þerm bikin.
Kurdistan dê ji Faþîzmê re bibe goristan
Jin li qadan e, di berxwedanê de ne.
Bijî biratiya gelan
Qada hewayê ya bê Tayip û bê taciz.
AKP mêran diparêze, mêr jinan dikujin
Taksîm ya me ye, Stenbol ya me ye (girseyên cur be cur jî ev duriþme dianîn zimên)
Bijî Xuþktiya Gelan (ev li dîwaran tunebû lê xwendekarek keç li ba min ev bi kurdî digot, min pirsî, got min afirandiye)
Ev hê destpêk e, têkoþîn didome.
Bijî berxwedana zindanan
PKK gel e Gel li vê derê ye.
Ji zarokên çiyê bo zarokên Denîz (Behrê), yê ku di ber xwe bide bi ser dikeve.
Roboskî ji bîr nabe, ji bîr nekin
Hiþþ be Tayip (Ev li avahiya AKM'ê daliqandî bû)
Kominîstno bibin yek
Karkerino bibin yek
Îsyan mirovîbûn e, êdî çîrokek herkesî heye
Emê faþîzmê têk bibin, em rê nadin þovenîzmê
Bijî Sosyalîzm
Li vir li provaktoran negere, here li nav girseya xwe bigere Tayip
Piþtgiriyê bide esnafan, xisara wan neke
Ev gel ewkê mirovan ewk dike, ewk Bulent
Li Beyoxluyê mase kursî bila bi þûnde bên
Milk yê xwedê ye (Muslumanên Antîkapîtalîst)
Çarþi li himber faþîzmê
Îsyan, îsyan, ji Tayip re îsyan
Tayip li ku ye, vay Çapulcu li vir in
Taksîm besî herkesî ye.
Tayip ji me veqetiya, heyf
Rojên Qendîlê rojên ku gel dikin yek
Gazê bi Sebrî nedin avêtin
Te çi kiþand loo Tayip.

cmazi@hotmail.com

 

***

Ji bo fotoyan bitikînin:

 TAKSÎM-ÇALAKÎ-2013

 

Çiya Mazî / Gername

Hemû Nivîsên Çiya Mazî / Gername

Hûn dikarin li van jî binêrin

Namey Tahir Elçî nanê ro Daristanê Bajar

Namey Tahir Elçî nanê ro Daristanê Bajar

24 12 2015

BTS ya koreyî carek din ket nav lîsteya 'Time'ê

BTS ya koreyî carek din ket nav lîsteya...

17 04 2019

4 nivîsên nû

4 nivîsên nû

21 05 2021

Li Amedê 12 hezar kes ji DP'ê veqetiyan

Li Amedê 12 hezar kes ji DP'ê veqetiyan

18 06 2010

Deklerasyona ji bo demokrasî, aþtî û edaletê

Deklerasyona ji bo demokrasî, aþtî û...

27 09 2021

Nûçeyên nû

Þêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Þêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

29 06 2022

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû

28 06 2022

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

27 06 2022

‘Casime Celil - Jiyana Rewþenbireki Kurd’ îro tê nîþandayîn

‘Casime Celil - Jiyana Rewþenbireki Kurd’ îro tê nîþandayîn

27 06 2022

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Dilþêr Bêwar

NÊRDEWAN

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Sîyabo, darhejîrokê û hin tiþtên dîtir

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname