Helbestvanê frensî Paul Eluard bo şair wiha dibêje; “Şair ew kes e ku ji hestiyarbûnê bêhtir,yê xwîner hestiyar dike ye.” Ji bo pênaseya şairî heta niha min vegotinek bi vî rengî sade, watedar û di cih de nebihîstiye.
Ev çend roj in ku “Êvareke li ber pencerê” ya Serhat Hemdemî dixwînim. Bi xwendina helbestan re her ev gotina Eluard dihate bîra min. Lew bi her peyv û ristek ya vê pirtûkê digel wateya xwe ya ferhengî wateyine dîtir ku bi hestyarî dil û giyanê mirovî radipêçe têm. Her rist wekî gotineka zarokekî jidil, ji rêzê û bi efsûnin, berê giyanê mirovî didine çîrçîrokên dîrokeke ji bîr bûyî û bajarên wê yên dûr;
“dibişirî tu
derbas dibin em
di destikên te yên kurmancî re.”
Serhat Hemdem,hunermendek pirr hêl e. Bi salan e ku di warê hunerên cuda de kar û xebat kiriye. Kedkarekî giranbuha yê peyva kurmancî ye. Hê jî debara jiyana xwe bi lîlandin û lêxistina bilûrê di komeke hunerê de pêk tîne.
Di sala 2001’ê de hat serdana min li Gexte ya Semsûrê, hefteyekê em li ser rewşa wêje û rewşa wê axivîn. Hingê caran ji min re behsa helbestvaniya xwe dikir. Lê bi rastî gelek bala min nekêşabû. Bêtir min jê hêvî dikir ku kovarekê biweşînin. Lewre hingê tu kovarên me yên kurmancî dernediketin. Piştî vegerê çend mehan wekî mizgîniyekê kovara KEVAN’ê digel hevalên xwe Yeqîn H., Rifat Arya, Zana Serwer derxistin. Bi saya vê kovarê gelek kesan dest avêt pênûsê û xwe li nivîsa kurmancî rakêşa; Dîlber Hêma, Merdan Newayî, hwd. Vê kovarê bi şeş hejmarên têr û tije dil û hinavê me hênik kiribû wê demê. Lewre di wê qonaxê de kovargerî karekî bi metirsî,kar û xebat û pereyeke baş jî dixwest.
Serhat, stranên “Pel û Payîz, Xet û Xelek” ku gotin û muzîk ya wî ye di nav berhema Koma Mahabad de strana “Siwaro” jî bi destê Koma Hemdemê raberî muzîkhezên kurd kir.
Min hay ji hêla wî ya helbestvaniyê hebû. Lê piştî kovara Kevanê min tu berhemên wî li dereke din nedîtibû.
Ji ber vê ye ku “Êvara li ber pencerê” ji bo min wekî surprîzekê hat. Her wiha di qonaxeke wiha de ku bi rastî jî em hewceyî helbestine wiha ne. Her wiha ji bo nîşankirina peresîna helbesta kurmancî jî berhemeke hêja ye. Berê her tiştî digel helbestên bi naverok-siyasî tu nikarî ristek ku bêhna hamaset û sloganê jê bê destnîşan bikî. Ev bi tena serê xwe hêjaye ji bo pesindana berhemê. Helbesta S.Hemdem ji rista ewil ta ya dawiyê wekî Çemê Dîcleyê bi aram, nazenîn û jidil û wekî deşta Mêrdînê ya balûpal ku hemû reng û şêwaza mirovahiyê di xwe de dihewîne ber bi dil û giyanê mirovî diherike, bêyî ku mirovî biêşîne birin û hêlên me yên zingargirtî tîne bîra mirovî. Lê bi vê destnîşankirinê aramiyekê jî dide mirovî. Min di berhema wî de ji dadaîzmê bigire heta surealîzmê û ew qevzdana wê ya ber bi postmodêrnîzmê dît. Ango helbesta wî wekî destpêka biharê gelek reng û dirûvên cuda di xwe de dihewîne;
“kul weriyan gulê, li biniya zemên
asê dimîne zemanê li hêta zilmê”
bi van ristan em diçin zemaneke bê despêk ku li wir her kes û her tişt di xelekekê de hatiye dorpêçkirin ku tu rê jê naçin devereke din. Tu dibê qey zeman li wir qeşa girtiye û naherike. Lê digel vê ;
“de perçeyek hêsir bidizin ji barana çavên kezîzerê
û li bejan min bibirin,
bo biherikim di newayên sikratan de
nesekinim li tu qonaxan.”
Serhat Hemdem bi vê hela xwe ya civakî, dilê xwe û êş û kulen wê jî bi me re par ve dike, em bi van ristên henûn rastî rastiya xwe ya her ku mayî û me nexwestî em bibinin tên;
“ji heft bavan vir ve
li ser stûye me tav û zeman/
payîzkî diweşe ji qalikê zemên.”
û
“çi xweş e
ramûsana dil
ji paniyê ve”
Û ya herî dilzîz,mirovane“
belkî jî
şibakeyek şikestî me
loma dinerim
bi birîndarî li dinyayê.”
Di helbesta herî dirêj ya di pirtûkê de “çengek bîrranîne” di vê helbestê de hostatiya Serhatî ya bikaranîna zimên û zanîna wî ya di derbarê wê de bi awayek eşkere dixuye. Em di ber bikaranîna hin raz û simbolên filklorîk re, rewşa sosyolojik ya civaka kurdan jî tê de dibînin. Ev cure vegotin wekî xwarina tameke xweş û cuda dihêle di devê mirovî de dil û giyanê xwînerî hestyar dike. Hêmayên Serhatî resen, henûn û mişt bi şîrê kurmancî hatiye amade kirin.
“mijangên te yên ji hestiyên masîyan
“pala xwe bidin deriyê şevê”
“heyv mêvaneke cemdiye li ber bizmarê nobedar
….
ba mîna qaçaxekî birîndar e li devê şibaka şkestî.”
Helbet gelek hêlên din hene ku mirov destnîşan bike. Lê divê mirov mafê gotinê bihêle ji xwendevanî re, ya min tene balkişandineke.
Tu bi xêr hatî helbestvanê pênûs henûn!
*Êvara Li Ber Pencerê, Weşanxaneya Ava, Diyarbekir 2013
berken.bereh@yahoo.com