Ku mirov, li ber rûbarekî rûnê û biqîre, “Hawar e hawar, av diherike,” ku mirov li rojê binêre û bibêje, “Ev çi tiştekî sosret e, roj ronî dike, roj germ dike,” eyn mîna van kirûyan sosret e ku mirov bibêje, “Ziman, zimanê dayikê, mafê zimên xwezayî ye, heq e...”
Mîna barîna berxikan, nola vizîna bayê, wekî şilkirina avê, şewitandina êgir, tîbûna zindiyan, birçîbûna zik sirûştî ye; axaftina bi zimanê dayikê. Û her wiha mafekî bingeh, ji rêzê, mirovan e, gerdûnî, rawa û her wiha hiqûqî ye, mafê zimanê dayik e û her wiha her tiştê bi vî zimanî...
Û ku aniha, em li ser hûr û kûr dibin ku peyvik û hevokên balkêş, tije watedar binivîsînin jî hewldaneke ji van ecêban e. Û ji ber vê yekê ye ku keçika kurd a delal û dilzîz gotiye; “Bila ev dewlet şerm bike ku em mecbûr mane, ji bo zimanê dayika xwe canê xwe feda dikin.”
Erê hemû raz, wate, rûmet û pêdiviya jiyanê û her wiha ya têkoşîneke berxwedanî ya pîroz, di vê hişmendî û çalakiya vê keçika mîna guleke biharê ya çardehê heyva nîsanê ku navê xwe jî ji berhema biharê wergirtiye de; (ne veşartî) mîna roja ronîdar, mîna heyva asîmanan, mîna stêrkên şevên tarî, XUYA ye: Di hişmendî, di bawerî, di gotin û vîna GULAN! Û hemû gulên mîna GULAN de...
Gulana ji nav bihara dilan, dilên ku bûne dîlên bindestiya salan û ku îro ji her çar hêlan rabûne serhildanan. Tu dibêjî,
- Bila şerm bike ev dewlet,
- Em mecbûr man ku,
- Ji bo zimanê dayika xwe...
Erê, ji bo rûmeta mirovî, ji bo xîretê, bi sedan kulîlk; GULAN, AZAD, WELAT, ŞÎLAN...di nav pêlên têkoşîna berxwedêr, di dîlana dilan de dikin tilîliyan.
Keça min, xweha min GULAN, Imbaza bi mîlyonan, tu zanibî ku ji mezinbûna xwe bêtir ditirsin ji te, ji gulên mîna te lê rûyê wan ê hov şûştî ye bi lehiya xwînê, dilê wan reş e mîna qîrê, hişk e mîna binya latê...
Loma, ditirsin, ji ber tirsa xwe dilerizin mîna pela çiloyê darên welatê te yên li ser çiyayên Andok, Bagok, Gabar, Cûdî, Herekol, Sîpan.....ku li ber bayê payizî têne dêran li vî alî û li wî aliyî, lê tu bawer bike keça min, peyda nabe li ser rûyê wan şerm tu car û tu wextan.
Lê tu rast dibêjî keçika biharan, bindesta dîrokan, heta şerm nekin ew, qet nabin wekî mirovan, heta mafê zimanê dayika te, di her warê jiyanê de nebe zimanê vê xakê, ev welat nabe KURDISTAN!
(*) Gulan Kiliçoglu: Xwendekara zanîngehê, çalakvana greva birçîbûnê ya di Girtîgeha Sêrtê de.