Li Ser Pirsgireka Wergera Berhemên Cihanê
Van salên dawî berhemên bi zimanî kurdi yên zaravayê kurmancî her diçe zêdêtir dibin. Roman, çîrok, helbest tên wesandin. Ji van yên ku ji zimanên din hatina wergerandin dilê min geþ û xweþ dike; ji bo ku pirtûkxana me ya zimanî kurdî dewlemendtir dibe. Dema ku haya min ji pirtûkek nû ya bi kurdî hate wesandin bû, bêdudilî distînim. Niha dikarim bêjim di pirtûkxaneya min de ji pirtûkên tirkî zêdetir pirtûkên kurdî hane. Ez ji vê gelek dilþad im. Xwendina van pirtûkan, her ku dema min bû li gor kêf û pêwîstiyên xwe dixwînim.
Min gotibû ji van pirtûkên ku bi kurmancî tên weþandin yên min distand bêtir dilê min xweþ dikin yên ji behemên cihanê hatine wergerandin bûn. Dilê min geþ û xweþ dibû, ji bo ku bi wergeran ziman dewlemedtir dibe. Bi her berhemên cihanê yên mezin gelek têgîn û vegotinên nû xwe di kurdî de diafirînin û bi vê raman û xewn û xeyalên me yên bi kurdî hên bi hêz û berfirehtir bibin.
Her ronahîbûna neteweyan bi berhemên wergerê dest pê dike. Pirtûkxaneya netewek ne tenê bi berhemên neteweyî, bi wergerên navneteweyî dewlemedtir dibin.
Sersala îsal min nêrî ku di nav pirtûkên refan de gelek pirtûkên wergerê çêbûne. Ji Shekespeare “Romeo û Juliet” (Wegêr A.Gernas, ji zimanî swêdî û bi alîkariya wergera tirkî), “Bazirganê Vêrîsaya” (Wergêr Cankurd qest ku min fam kir ji tirkî bi berhevdana almanî û erebî), ji Hemingway “Bi Xatirê Çekan” (Weger Azad Avci, nîþan nede ji kîjan zimanî ye), ji Cerventes “Don Kisot” (Wergêr Serdar Rosan ji tirkî ), “Cihana Sofî” ya Jostein Gaarder (Wegêr Ahmet Gegez, nîþan nede ji kîjan zimanî ye), “Biyanî” ya Albert Camus û “Mirzayê Piçûk” a Antoine de Sant-Exupèry (Werger Fawaz Husên ji fransî), û hwd.
Ev hemû berhemên hatine wergerandin, ku piraniya wan bi salan berê min ji tirkî xwendibûn, min niha dan dû hev, dest bi xwendinê kir. Ji van berhemên wergerê ên ku min xwend ji çendekan bêtir bi kurdiyek nexweþ û bi wergerek bi ne berpirsiyarî hatine wergerandin. Halbûkî wergerandina berhemên wiha, ji afirandina berhemek nû ya di zimanekî de bêtir berpirsyarî divê. Werger ji zimanî berhemê yê resen, ji zimanê li tê wergerandin, ji navaroka berhemê berpirsyar e. Bi wî avayî werger berhemek heyî ji zimanekî digire û di zimanek din de diafirîne.
Ez dixwazim ji van wergerên ku min xwendin bi kurtasî çend mînak bidim.
Berê wergerek xirab: “Bi Xatirê Çekan” ji hêla Azad Avci ji Hemingway hatiye wergerandin. Ev berhem sê meh zêdetir di destê min de bû; min nikaribû xelas bikim. Kurdiyeke pir xirab, naverokeke ji hev dû qetiyayî, vegotinên bê wate… Halbûkî ez dizanim zimanê Heningway zimanek pir hêsan e. Werger çima, ji bo çi wisa xirab bûye? Bi ya min a yekem wergêr Azad Avci hakimê navaroka romanê nebûye, ji bo vê peyv bi peyv wergerandiye ku ev pergela werger berhemê qot dike. A duyem ne hatiye nivîsandin berhem ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. Bi ya min ji tirkî hatiye wergerandin ku ev jî qotiyan hê bêtir dike. Bi min ji van her du sedeman wergerek qotbûyî û xirab derketiye holê. Bi vê, wergêr zimanî kurdî çi qas bas dizane bila bizane bi vê berhemê ziman pêþ ve nebiriye, berevajî fetisandiye û xera kiriye Di dawî de bi berxwedana sê mehan ez fetisiyam û min ev pirtûk di nîvî de berda.
Mînaka duyemîn a ji wergerek baþ ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus “Biyanî” ye. Biyanî romanek felsefîk e, ziman zor e. Bi salan berê bi tirkî xwendina mina “Biyanî” gelek bi zehmet bû; ez baþ tênegihîstibûm, min jê hez nekiribû. Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweþik û herikbar ev berhem wergerandiye kurdî. Bi kêfxwesî di du rojan de min xwend û qedand û ji vê berhemê hez kir. Ez dixwazim wergerek Fawaz Husên a din mînak bidim. Ew jî klasîkek zarokan e ji nivîskarê fransî Antoine de Saint-Exupèry “Mirzayê Picûk” e. Ez panzdeh salî bûm min bi zimanî tirkî xwendibû û niha ez çi salî me, bi kêf û ços wekî zarokek, ciwanek lê bi zimanî xwe xwend. Bi rastî bi qasî ku tê bîra min wergera tirkî û ya niha bi kurdî min xwend da berhev a kurdî hê serkeftiye. Mîna ku di “Biyanî” ya Camus de ziman gelek delal û zelal diherike. Ev her du berhemên werger ên ji hêla Fawaz Husên ve hatin wergerandin çima, ji bo çi serketî ne ? Bi ya min, Fawaz Husên a yekem hakimê berhemên ku wergerandine ye; ji navaroka berhemê tevgeriye û wergerandiye. A ya duyem di pirtûkan de jî hatiye eþkere kirin ku werger ji zimanî berheman a resen hatiye wergerandin.
Ji berhemên ku min xwedin a serkefti “Romeo û Juliet” a Shekespeare ji zimanî swêdî ji hêla A. Gernas ve hatiye wergerandin. Ji zimanê resen ê berhemê ne hatiye wergerandin; dîsa jî wergerek bas bûye. Ev jî A. Gernas bi xwe nivîsandiye ku ji zimanî swêdî wergerandiye lê bi wergerên berhemên ê zimanî tirkî dayiye ber hev û kontol kiriye. Jivê ye “Romeo û Juliet” wergerek serkeftî bûye.
Ji van mînakan eþkere ye ku wergerek baþ û serkeftî:
- Divê ji zimanê resen ê bernemê bê wergerandin.
- Divê wergêr li ser her du zinanan yê resen ê berhemê û yê kurdî serkeftî bibe.
- Ji bo berhemek wêjeyî divê wergêr di vegotina kurdî ya wêjeyî de serkeftî be.
- Wergêr ên ku ji zimanî duyemîn werdigerin divê wergerê bi wergerek ji zimanek sêyemîn bide berhev û kontrol bike.
- Divê wergêr hakimê navaroka berhemê be.
Pirtûkxaneya kurdî ya zaravê kurmancî nû ava dibe. Werger bandorek gelek mezin li pêþvebirina ziman dike. Ji bo vê yekê divê yên ku berhemên cihanê werdigerin zimanî kurdî, berpirsyariya xwe bizanibin. Têgîn ên ramanî an jî vegotinên wêjeyî dema hatin wergerandin ji bo kurdî, di kurdî de tê afirandin. Eger carek þaþ hate afirandin dê wisa bimîne û ziman birîndar dibe. Ev þaþîtî dê bimîne û her fikir û hestên me dê ser vê þaîtiyê bê avakirin. Bi van têgîn û vegotinên þaþ em ê bifikirin û hestên xwe nîsan bidin, ew jî ê þaþ bibin.