Agir û Þekir
Xwediyê “þekir” xwe da ber eynikê. Bi awirên nerm û þêrîn li xwe temaþe kir. Rengekî erxewanî dabû ser rûyê wê.
Siyeke sivik ew di nava xwe de veþartibû. Bi vî awayê rûyê wê diþibiya fêkiyeke bihuþtî. Stûyê xwe bi aliyê çepê ve tewand û lêvên xwe ji ser hev du hilanî û çeneya xwe da pêþ. Lêvên wê giroverî bûn û biþirîneke sivik û mê li ser wan lîst. Û maçekê da þiklê xwe yê di eynikê de. Dilbijokiya xwe eciband û bawerî bi xwe anî ku wê bikaribe doza standine “agir” bike ji xwediyê wî. Lewra ne pêkan bû ku wî bikariba xwe li ber awirên wê yên miþt ji þekir û hezkirin û xweziyê asê bikira û “na” bigota. Tew bi ser de jî wê þekirek ne dîtî, nebînayî bidayê. Teamek ji sifra Îbrahîm Xelîl. Wilo fikirî û serê xwe ji niþke ve li ber eynikê bi ser pêsîra xwe de anî. Kêliyek wilo ma û dû re bi giranî serê xwe hilda. Porê giranê kurîþkî ji rast û çep xwe da alî û çotek çavên bijangdirêj mîna roja ku ji piþt çiyayek bilind hilê, bi wê graniyê bi jor ve rabûn. Pêçiyên xwe di nava porê xwe re kir û ew hilavêt. Carek din bi çavê xwediyê “agir” li xwe temaþe kir û ji dêl wî ve xwe eciband. Dû re da rêya derî ber bi diyarê ku xwediyê “agir” lê dima ve meþiya.
Her ku dimeþiya þêrîntir dibû. Hetan ku giha ba yê li benda wê, þêrînahiya wê þekirê nebatî laþê wê tev de zevt kir. Û bi temamî bû cimsek ji þekir û ma. Lê dema ku pêrgî xwediyê “agir” bû dêhna xwe dayê ku ew jî ji sedemê bendemayîneke bê sebr û saman bûye komek agir û li hember wê diþewite. Di wê navberê de ji koma agir rivînek zimanî dirêj bû û qesta alastina þekir kir. Xwediyê þekir nema xwe ragirt û bi alî “agir” ve beziya û xwe li wî zolê bêsebir qewimand. Her du ketin odeya mirineke bextewar û derî bi ser xwe de dadan