Li ser Şivan Perwer gelek tişt hatin gotin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ket meydanê û diyar kir ku em Şivan Perwer tehdîd dikin. Me jî hin nivîs weşandin. Em weşanên kurdan ên din li aliyekê deynin (helbet ew dikarin bersiva xwe bidin) û li ser navê xwe em bipirsin: Gelo bi rastî me ew tehdîd kir?
Bersiv NA ye.
Me kir ku rê nîşanî wî bidin, ne ku tehdîd bikin; jixwe kesî tehdîd nekiriye jî.
Şivan Perwer, ger bi rastî dixwaze were Tirkiye, bi AK Partî re bimeşe, beşdarî nav xebatên wê bibe ew bi kêfa xwe ye. Lê ger dixwaze were Tirkiyeyê û digel tevgera kurd hin tiştan bike, vaye hevdîtina wî û DTP'ê ku birêz Nîjad Yarûk* li ser navê DTP'ê pêre kiriye.
Lê mesele tişteke din e. Em wisa bipirsin:
- Bi rastî pêdiviya Şivan Perwer bi AK Partî heye ku diçe bi Ak Partî re hevdîtinê pêk tîne?
Bi qasî em dibînin pêdiviya Perwer bi Ak Partî nîn e. Ger nîn be çima diçe?
AK Partî dixwaze hin kesên kurd bigere cem xwe û polîtîkaya xwe ya li ser kurdan bimeşîne. Lê di vir de rewş hinek cihê ye. Digel vê polîtîkaya xwe jî AK Partî li Perwer negeriya ye, ew bi xwe lê geriya ye û çûye cem wan. Cîgirê Serokê AK Partî, Wezîrê Dewletê Bulent Arinç wisa dibêje**:
"Ez çûbûm Almanyayê, roja duyemîn êvarê hin hevalan got Şivan Dixwaze were serdana min. Min ew qet nas nedikir, min li hin stranên wî guhdarî kiribû. Saet 12'yê şevê de tevî sê hevalên xwe hat otela ku ez lê dimam."
Ê heyrana çavên te, tu hunermendekî kurd î. Heta îro û îro jî tu vê dibêjî: "Divê kurd bi zimanê xwe, li welatê xwe perwerdehî bibînin." Lê Serokê Ak Partî, Serokwezîr Erdogan jî vê dibêje***: "Ji me bi awayekî fermî ne li benda perwerdehiya bi zimanê zikmakî bin. Ez bang li kesên ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin dikim. Li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye. Kes bila di dibistanên dewletê de ne li benda zimanê zikmakî be."
Tu diçî ji zihniyeteke wisa re çi dibêjî?
Pêdiviya Perwer bi TRT 6'ê tune ye ku derdikeve TRT 6'ê. Jixwe TRT 6 wî bi xwe red dike, navê wî jî şaş dinivîse. Fermo ji bo Şivan Perwer mînakek (her wiha ji bo her kesî):
Şivan Perwer ji Riha ye. Ne ew, ne dê û bavê wî ji 'Riha'yê re nabêjin "Şanliurfa". Lê TRT 6'ê ku Perwer ber bi wê ve gav avêtiye ji Rihaya Perwer re "Şanliurfa" dibêje û qet Rihayê bikar nayne. Yên ku bawer nakin hema bila TRT 6'ê vekin, li bernameya Rewşa Hewayê ya televîzyonê binêrin dê bibînin ka çawa ji Mêrdîna bi hezaran salan re dibêjin MARDİN, Rihaya bi hezaran salan re dibêjin ŞANLIURFA, Agiriya navdar re dibêjin AĞRI û hwd.
Bi ya min pêdiviya Perwer bi TRT 6'ê ku navê bajarê wî red dike re nîn e; ji xwe ji Kurdistan TV bigere heta Roj TV, heta Kurd 1 û yên din deriyê hemûyan lê vekirî bû...
Fermo mînakek din: Şivanê ku li hemberî rexneyên li hemberî wî rabû di vîdyoyeke de bera nav gotinan da, her tişt tevlihev kir û ew vîdyoya wî di youtube û cihên din de cih girt, heman tişt TRT 6'ê jî weşand. Hûn dizanin çawa? Bi sansurkirina ala li pişt Şivan Perwer... Yanê sînorê ku êdî gotin jêre nedivê.
Em zêde dirêj nekin. Ger Perwer li ser TRT 6'ê hê zêdetir agahiyan dixwaze bila li nûçeyên wê binêre ku zimanekî çawa bikar tîne... Yan jî bila li gotina birêz Selîm Temo binêre ku li hemberî TRT 6'ê hem poşmaniya xwe aniye ziman, hem jî nirxandinên girîng li ser weşana TRT 6'ê (bi ya min xala herî girîng jî ev e)**** kiriye, binêre.
Bi vê nîqaşê re hûn dizanin rojnameyên tirkî yên li Tirkiyeyê ji bo Şivan Perwer çi manşet bikar anîn? Wisa nivîsandin: "Vatan Perwer" (yanê: Welat Perwer). Yek ji wan rojnameya Turkiye ye (17.02.2011) ku bi her peyva xwe dijî kurdan e. Manşeta "Vatan Perwer" heman rojê rojnameya Radikalê jî bikar anî.
Ger em dîsa vegerin ser gotina serî: Na, ne derdê me tehdîd e, ji xwe pêdivî bi tişteke wisa jî nîn e. Derdê me ew e ku em findekê pê bixin, belkî bikaribin hinekî rê ronî bikin.
Wekî din, li gor gotina pêşiyên me: "Her kes dikeve gorê xwe."
***
Notek ji bo birêz M. Şefîq Oncu
Birêz Oncu di nivîsa xwe ya Netkurdê de li ser kurdan nirxandinên xwe kirine û bi van gotinan dawî li nivîsa xwe aniye:
"Kes nikare bi bêujdan û bêpîvaniyê bi me re têkeve cirê. Em karin yekî di rojekê de derxin ezmana û di saetekê de jî li bin gohê erdê xin. Em karin di çend saeta de bi yekî re bibin bira lê di çend deqeyan de jî bibin dujmin. Em karin pîsekî -lê bo weka me difikire- bikin ezîz û ezîzekî -bo ne weka me difikire- rezîl û ruswa bikin. Ka binêrin bê me çi ji hev re negotiye; xaîn, cerdevan, cerdvanê çandî û helbet yê siyasî, tirşikçî, ergenekoncî, kemalîst, xwefiroş, terorîst, pûl û pûtperest û gelek titştên din. Kurdek nema ye ku me ew nexistibe kategoriyek weha.
Roja em rê bidin ku heryek û herkes, azad bi rêya wî daye ber xwe de biçe, roja em rê bidin ku heryek û herkes cîhanê û jiyanê weka xwe bijî, bibîne û binirxîne, roja me hişt ev xewn bibin rastî, em ê jî mirovên azad û bextewar bin."
Ji bo birêz Oncu wekî kurdekî, rojanemgerekî kurd û wekî edîtorê Diyarnameyê pêşniyara min ew e ku ji Netkurdê dest pê bike û êdî pênasan li xelkê neke. Ji bo "em jî bibin mirovê azad û bextewar" em ji Netkurdê dest pê bikin. Bi taybetî bi neweşandina ew şirovên di bin nivîsan de em dest pê bikin. Fermo meydan.
***
*Nîjad Yarûk: Şivan Perwer çi dixwaze?
**Bulent Arinç: Şivan Perwere Sahip Çikalim
*** Erdogan: 'Ji me nexwazin'
****Selîm Temo: "En Buyuk Pişmanligim AKP'ye İnanmak Oldu"
***
Nivîsên bi mijarê re eleqedar:
- Helîm Yûsiv: Çima rûmet û ‘xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?
- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme
- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer