Di nav hunerê de, di nav jiyanê de jî beÅŸeke girîng e ÅŸano. Lê di kurdî de?
PêÅŸî mînakek:
Li Stenbolê bi navê "Dostlar Tiyatrosu" ÅŸanogehek heye. Ev ÅŸanogeh di sala 1969'an de ji aliyê Genco Erkal ve hate avakirin. Heta niha kesê wekî Nilufer Açikalin, Halit Akçatepe, Ayla Algan, Åževket Altug, Fusun Demirel, Genco Erkal, Emre Kinay, Macit Koper, Julide Kural, Cem Ozer, Erdal Ozyagcilar, Dolunay Soysert, Ali Surmeli, Serra Yilmaz, Hikmet Karagoz jî di nav de bi dehan (belkî bi sedan) kesên navdar di nav vê ÅŸanogehê de cih girtine, rol girtine, lîstine; paÅŸê derbasî piyaseya ÅŸano û sînemayê bûne.
Åžanogehê, heta niha bi dehan lîstik pêÅŸkêÅŸ kirine, bi dehan jî xelat girtine. Gelen ji van lîstikan jî nav û dengê wan derketiye. "Aslan Asken Åžvayk", "Abdulcambaz", "Azizname", "Agri Dagi Efsanesi", "Kafkas TebeÅŸir Dairesi" û gelek din.
Yek ji wan lîstikan jî lîstika "Yalinayak Sokrates" (Sokratesê Pêxas) e.
Lîstik li ser jiyana fîlozofê navdar Sokrates e. Lîstikaka Genco Erkal bi xwe rola Sorkates dilîst yekem car di sala 1984'an de derkete ser dikê. Di sala 1985'an û sala piÅŸtî vê jî hate lîstin. Di sala 1986'an de Xelata Åžanoyê ya Avni DilliÄŸi ya Lîstikvanê Herî Serketî Genco Erkal (Bi rola di Yalinayak Sokratek de) û Sevim Çavdar jî Xelata Kincên Herî BaÅŸ (bi heman lîstikê) girt. Heman salê Xelata Lijneya Hunerê ji bo Lîstikvanê Herî Serketî dan Genco Erkal.
Lîstikê bandoreke baÅŸ li dû xwe hiÅŸt. Ji ber vê yekê di sala 1998'an de komê careke din, di demsala ÅŸanoyê de ew derxist ser dikê, du salan (1998-1999) di serdema ÅŸanoyê de bi balkêÅŸî li wê listikê hate temaÅŸekirin.
Sala 1984'an de ku ez li gund li dibistana seretayî bûm, di sala 1999'an de min jî li Stenbolê, li heman lîstikê temaÅŸe kir.
Ev mînak ji bo ÅŸanoya kurdî min nîÅŸan da. Mesele ev e: Åžanoya kurdî çima nikare tiÅŸteke wisa bike?
Mînak di dîroka ÅŸanoya kurdî de lîstika ku herî zêde bal kiÅŸandiye û hatiye temaÅŸekirin lîstika "Komara Dînan/Åžermola" ye.* Åžanogerên kurd careke din, bi heman serketinê dikarin wê lîstikê derxin ser dikê?
Bersiva min na ye.
PiÅŸtî van gotinan, em pirsên wisa bikin: Di nav kurdan de çiqas cihê ÅŸanoyê heye? Åžanogerên kurd bi hunera xwe çiqas dikarin li ser piyan bimînin? Åžanogehên kurd çiqas dikarin karê xwe bi rehetî bi pêÅŸ ve bibin?
Bersiva van pirsan mînaka ÅŸanoya kurdî ye.
Ji we re du mînakên din:
- Sal 2007.
Cih: Stenbol, Navenda Çanda Mezopatamya.
Åžanogerên kurd hatine ba hev, biryar girtine wê li Stenbolê "1'emîn Rojên Åžanoya Kurd a Arslan Poladov"** li dar bixin. Çûnê li hin salonan ÅŸanoyê re xeber dane, hinan bi kêfxweÅŸî gotine emê salona xwe ya ÅŸanoyê pêÅŸkêÅŸî we bikin, hinan gotinan, em salonê pêÅŸkêÅŸî we nakin. Lê di encamê de biryar hatiye girtin ku festîvalê li dar bixin.
Encam: Qet.
Hem ew daxuyaniya ku hate dayîn hate ji bîr kirin.
- Sal 2010
Cih: Amed-Stenbol.
Li Amedê ÅŸanogerên kurd tên ba hev, digihîjin fikra lidarxistina Konferansa Åžanoya Kurdî. Li ser vê tên Stenbolê (kesên hatine navên wan li cem min in, bes ez naxwazim niha binivîsim), bi ÅŸanogerên kurd ên li Stenbolê re jî hevdîtinan pêk tînin. Biryar didin ku payîzê konferansê li dar bixin, lê heta wê çaxê jî pirsgirêkên li nav ÅŸanogerên kurd bi awayekî hel bikin.
Ji sala 2010'an de ma çend roj, ne konferans, ne jî civîneke wisa li dar ket.
PêÅŸî mînaka yekem a li ser "Yalinayak Sokrates" me da. Di nav ÅŸanoya kurdî de mînakek wisa nîn e.
Dûre du mînakên din ku rewÅŸa ÅŸanoya kurdî nîÅŸan dide.
Û em bên ser nîqaÅŸa xwe.Di 27.05.2010'an de ji bo kedeke me jî bikeve nav ÅŸanoya kurdî me nîqaÅŸeke bi sernavê "Pirsgirêkên ÅžANO'ya Kurdî"*** di Diyarnameyê de da dest pê kirin.
Di nav nîqaÅŸên ku di Diyarnameyê de hatine dest pê kirin de yek ji nîqaÅŸa ku herî hindik eleqe dîtiye de ev heye. Bi giÅŸtî 12 nivîs hatin weÅŸandin. Helbet qîmeta van nivîsan gelek e, lê divê em bibêjin ku li ser ÅŸanoya kurdî gelek tiÅŸtên ku divê bihata gotin hebûn/hene.
Belê rewÅŸa ÅŸanoya kurdî di sala 2010'an de wisa ye.
Wekî notek em lê zêde bikin: Kova W jî di hejmara xwe ya sermawez-berfanbar a 2010'an de dosyayeke li ser ÅŸanoya kurdî amade kir. Helbet pêÅŸbaziya metnên ÅŸanoyê ya ku Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye dest pê kirin jî em wekî têbiniyeke li vir diweÅŸînin.
Bi hêviya ku dê ÅŸanoya kurdî pêÅŸ bikeve û rêya me ronî bike.
* Di dîroka ÅŸanoya kurd de mînakek serketî: Åžermola
** "Rojên Åžanoya Kurd" li Stenbolê li dar dikevin
*** Ji bo vê beÅŸê li beÅŸa NÎQAÅž'ê ya Diyarnameyê binêrin.