Gotibin ‘zor gêzarê hildike’ jî; zorbikarêner nikaribin rişma zorê ragirin, zorê nikaribin li sersedekî ranewestînin; rojek tê, zor ji tixûbê zorê derbasî sînorê zordarî û zilmkariyê dibe.
Zorker li tu sersedan nesekinîn, sînorên zilmê nasnekirin.
Mînaka zorkerî û zorkariya di bîra mirovî de hêj germ, şerê li Bosnayê ye.
Li Sirebrenisayê wekî mezelên li Newala Qesaba, li Helebçeyê gorn di ber gornê de, kêl li kêleka kêlê bi hezaran mirovên bêguneh û bêrî di binê axa sar de ne…
Serokwezîrê ku di vî şerê temedirêj de qaşo li ber mirina 40 hezar kesên bêguneh dikeve, ji dêvla ku rahije tacegulekê û deyne ber serê gorneke bêkel a li çiyayekî yan jî li newalekê; di qadên mîtîngan de xemgîniya xwe tîne ziman; ji bîr dike ku li welatê wî hêj jî mirov tênê kuştin, çiya têne sotin, êş têne dotin…
Mirovahî, ango ‘serleşkerên mirovahiyê’ dewletên ku hemû dewlemendiya xwe ji çêkirina çekên mirovkuj û siruştkuj werdigirin, ew jî bêşerm û bêyî ku rûyê wan sor bibe bêvila wan bişewite, li pêşberî mirovên di etra têrkirina zikê xwe de, xemgîniya xwe dilêvînin, zilma bûyî, şerê rûdayî şermezar dikin!
Ev, ev helwest, wekî gotina pêşiyan, ‘ Bi gur re dikuje, bi şivan re dixwe, bi xwedî re digirî’ ye.
Ev cure dirûtiya ku bi destê rêveber û rayadarên dewletan tên kirin ma ne bêehlaqiya herî mezin e!
Hal ew hal e, ev ganêrên dewletên xwedî artêşên boş, hebekî biramin dê bê bîra wan ku bêrikên ji devê çekên wan derketî, narincokên ku di febrîqeyên wan de hatine çêkirin in ên li wir û wirê dinyayê bi min mirovî, bi wî mirovî de dipeqin.
Kurmikê pêkarînê, kurmikê ku di nava mirovê herî milayîm de dilive û heta dawiya temenê wî pê re dijî; bi bidestxistana hêzê re, wî bûnewerê kedî yê xwedî hestên herî narîn, ew ê ku di wextê mirovbûna xwe de naxweze pê li gêrikekê bike; dike hûtekî hetf serî!
Jixwe; zilmkar hûtên heft serî ne.
Hinek amerîkayî ne, hinek ewropî, hin jî rojhilatî ne!
Yên ewropî û amerîkî, ango ‘hûtên hûtxwedîker’ piştgiriyê nedin ‘hûtikên’ hêj nû bi piya ketî; ne li Afganistanê lehî radibe, ne jî her sihar ji ber gûhên vî bajarî teyrên baskhesin hildifirin ber bi çiyayên Kurdistanê ve.
Ev balefir ên şer in, û kesekî nekujin jî ew her roj zeviyekê, daristanekê dikin komir û bi şûn de vedigerin!
Û li vir, vê kêlîkê, di vê bîhnika ku her kesê umîdewar dixwaze milê bispêre biryara bêçalakiya yek alî, li tevî serokwezîr hemû kizîr û wezîr ketine heyra ‘erê-nayê’!
Gotine, ‘agir berdide kayê, xwe dide ber bayê’!
Bayê herî germ û gur ji civîna KCD derket hefteya borî: Xweseriya Demokratîk! Yanî muxtariyet, yanî otonomî!
Li tevî gelek kurdan, tirk bi xwe jî ne li hêviyê bûn, û bawer nedikirin ku kurd hatine sînorê ‘birîna xwe bi destê xwe derman kirinê.’
Jixwe pêşiyan gotine, ‘nexweş bi nexweşiya xwe dizane’. Û bi ser ve kirine, ‘tu xura xwe bi destê xwe nexurînî, xur naşike’!
Ez dizanim; piştî vê ‘xur’ê, xur dê veguhere girê û gir dê cihê xwe bide ‘xura serxwebûnê’, ‘xura federaliyê’.
Yê ku bixure, bila xwe bixurîne.
Gotine, birîna ku bixure, nîşaneya rehetbûna birînê ye!
Ez ne textor im, ne jî noşdar!
Lê ‘neştergêrên siyasî’ neşter li ‘birîn’ê dan, û gotin, derman ‘ Xweseriya Demokratîk e’!
Ji mafê ‘textorin’ din e – ew jî ku hebin û nexweşî nasbin – ku bibijên na; ‘derman serxwebûn e’!
Serxwebûn, bi gotina Mam Celal ‘xewneke xweş e’!*
Bi gotina Serokê Herêmê rêzdar Mesût Barzanî, ‘her kes xewnê dibîne, lê divê em rastiya xwe bibînin’ e!*
Li gorî kevnesosyalîstên serê wan mîna yê min berfa pûk bi ser de bariyayî, -mîna ku nizanibin qewmê ji vî mafî bêpar ê herî dawî kurd in- dibêjin, ‘daxwazeke ji rêzê, siruştî û mafê her qewmî ye’.
Her qewm?!
Kîjan qewm?
Qewmê qet qet, pare pare?
Qewmê ku hêj jî sê alfabeyan bikar tîne?
Qewmê ku ‘rewşenbîrên’ wî hêj jî dibêjin bila ne ev; ev zarav be zimanê fermî, an qewmê ku hezar sal e hînî paxila dakirkerê xwe bûye?
Ya herî xweş û baş, û daxwaza ne fahş – qe nebe vê serdemê- bi hev re jîyîn e. Bihevrebûneke bi mafên wekî hev; li tevî perwerdeyê ewleyî û parastin, xwebirevebirin û li gel ala heyî aleke din!
Heta van salên dawî jî -bi taybetî li navçe û herêmên di bin desthelata PDK’ê de- ala Iraqê ango a Sedam li gel ala Kurdistanê nehat daçikandin!
Lê îro?
Îro her du al bi hev re li ber bayê Kurdistanê dihejin, dilerizin…
Xestek û daxwaza niha ne rûxandina sînorên Mîsakî Milî ye, ne jî binpêkirina alê ye.
Ku kurd bi vê xwestekê qanih û qayil bin; birano, tirkno hema vê biryarê ramûsin û deynin ser serê xwe!
*Hevpeyvîna di rojnemaye Welat de-1993
*Axaftina di Festivala Duhokê a 1.emîn de
25/08/2010
arjenari99@yahoo.com