Romannivîsên ku di qonaxa 1990 – 2000 de derketin
Ez dixwazim di destpêkê de, li Bakur û Rojava, dîmenekî giÅŸtî ji rewÅŸa siyasî re, ragihînim. Ew dîmenê ku di pencereya ziman, çand û wêjeya kurdî re, tê dîtin.
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di van salan de, pêÅŸketinên dîrokî hatin holê. PêÅŸketinan di dema Ozal de û piÅŸtî rakirina qedexeya li ser kurdî, bi awayekî berbiçav rûdan. Heta radeyekê be jî, lê têkoÅŸîna kurdan ji bo bidestxistina mafekî bingehîn ji mafê mirovan, bi vê yekê encam da. Rojnameya heftane "Welat" di 22'ê reÅŸemiya 1992'an de, bi kurdî hate weÅŸandin, bi "Welatê me" berdewamkir û "Azadiya Welat" wekî yekemîn rojnameya rojane 15'ê gelawêja 2006'an de dest bi weÅŸanê kir.
Dezgehên kurdan yên mîna Enstîtu û navendên çandê hatin vekirin. Kovarên mîna RewÅŸen, JiyanaRewÅŸen û RewÅŸenname derketin û bi derxistina kovara W'yê berdewamkir. WeÅŸanxaneyên kurdan dest bi weÅŸandina pirtûkên kurdî kirin, li Stenbolê destpêkir û li Amedê dewam kir. Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZPKurdî) hate damezrandin û ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê kurd daketin meydanan. Li derveyî welêt jî yekemîn televizyona kurdî ya satelit MedTV di 15 gulana 1995'an de, dest bi weÅŸanê kir, bi MedyaTV, MezopotamyaTV û bi Roj berdewam kir. Ji bilî vê tevgera medya û weÅŸanê ya organîzekirî, bi dehan kovar û rojname û çalakiyên ziman û çanda kurdî hatin holê. Ev aliyekî meselê bû.
Li aliyê din jî, ev hemû hewildan di warê guherandina zimanê siyaseta kurdan ji zimanê serdestan ber bi kurdî de, biserneket û di qada siyaseta kurdan de, ew zihniyeta ku zimanê serdestan dide pêÅŸ her û her ma desthilatdar.
Li aliyê dinî sînor, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tevgera siyasî roj bi roj dibû piçik û parî. Her partiyeke kurdan bû du û sê û çar partî. Zimanê siyasetê yê nivîskî erebî bû, lê geÅŸbûneke berbiçav di derxistina kovarên kurdî de çêbû û hêdî hêdî vê geÅŸbûnê cihê xwe da çilmisandin û sistbûnê. Bi awayekî fermî zimanê kurdî qedexe mabû û pirtûkên kurdî, bi çapeke xerab, bi dizî û bi zehmetiyên mezin dihatin çapkirin û belavkirin.
Li her du aliyên sînor dijwarî lidarbû. Li Bakur ÅŸerê çekdarî, gihiÅŸte asta xwe ya herî bilind û bi avakirina rêxistinên çete û kujerên rewÅŸenbîr û welatperwerên kurd re dewletê rûyê xwe yê herî qirêj û gemar diyar kir. Li aliyê din ê sînor jî jenosîda spî di asta xwe ya herî bilind de bû. Bi bilindbûna asta berxwedana kurdan ya dijî dagîrkerên welatê wan re, asta berhem û karê wêjeyî yê kurdî, roman jî di nav de, kete asteke din û nîÅŸanên xweavakirin û pêÅŸdeçûnê li ber çavan zelal bûn.
Mirov nikare vê qonaxê wisa bi temamî ji qonaxa berî wê cuda bike, ne jî ji ya piÅŸtî wê. Piraniya romanivîsên ku di van salan de derketin, bi taybetî yên di salên dawiya vê qonaxê de, bi awayekî çalak beÅŸdarî berhemdayîna qonaxên pêÅŸiya me bûn, wisa jî berdewam dikin. Mebesta me ji vê dabeÅŸkirinê, danasîn û destnîÅŸankirina xalên hevbeÅŸ yên van nifÅŸên romannivîs yên ku beÅŸdarî pêÅŸdebirina pêvajoya romana kurdî bûne. Ez dixwazim destpêkê, wekî danasîn, navên hemû romanivîsên ku di vê qonaxê de derketin, ligel navên berhemên wan û sala weÅŸandina berheman, li gor demê, rêz bikim:
1- Azad Ehmed (Bavê Åžîhîn)
1- Yên PerîÅŸan – Beyrût – 1991.
2- Berxikê kesk - Semakurd-2008
2- Medenî Ferho
1- Berxwedan Jiyan e – AbeCe - Belcîka-1994
2- Mîza Mihemed - Nûdem-1995
3- Xaltîka Zeyno - Doz-1998
4- Marê di tûr de - Pêrî-1999
5- Xewnên pînekirî – pêrî – 2001.
6- Dora Bacinê bi dare - Tevn - 2007
7-çîroka me - do – 2009.
3- Bûbê Eser
1- Gardiyan - Roja Nû-1994
2-Jiyanek- Bajar – 2004.
4 - Hesenê Metê
1- Labîrenta Cinan – Welat-1994.
2- Tofan -Apec - 2000.
3- Gotinên gunehkar Avesta – 2007.
5- XurÅŸîd Mîrzengî
1- Sînor – Jîndan-1995.
2- Ristemê Zal – RewÅŸen – 1999.
3- Belqitî - Komal - 2004
6- Mihemed Dehsiwar
1- Çirîskên Rizgariyê – Newroz-1995
7- Ihsan Colemergî
1- Cembelî Kurê Mîrê Hekarî - Apec-1995
8- Silêman Demîr
1- Sorê Gulê - Nûdem-1997
2- Koç - Roja Nû-1998
3- PiÅŸtî bîst salan - Doz - 2007
4- Kassandra – Avesta – 2010.
9- Mustafa Aydogan
1- Pêlên Bêrîkirinê - Nûdem-1997
10- M BeÅŸîr
1- Sofî Remo – Medya-1999.
11- Lokman Polat
1- Kewa Marî - Helwest-1999
2- Fîlozof - Helwest-2002
3- Rojnamevan – Pêrî - 2002
4-Robîn – veng – 2004.
5- kodnav viyan – Helwest – 2006.
6- Parola operasyonê – Helwest- 2008.
12- Zeynel Abidîn
1- BinefÅŸên Tariyê – Doz-1999
2-Girava stêrkên vemirî – Evra velag-Berlin – 2004.
3- Bigrî heval- Evraverlag-Berlin- 2007.
13- Îbrahîm Seydo Aydogan
1- ReÅŸ û Spî - Doz-1999
2- Leyla Fîgaro - Mîr-2003
14- Fêrgîn Melîk Aykoç
1- Mamosteyê Zinaran – RewÅŸen-1999.
2- îlên li ber pûkê – rewÅŸen- 2002
15- LaleÅŸ Qaso
1- Se ÅŸev û sê roj - Nûdem-1999
2- Wêran – Pelda- 2002
3- Xezeba Azadiyê - Pelda-2000
4- Ronakbîr - Pelda-2003
16- Helîm Yûsiv
1- Sobarto – Avesta-1999.
2- Tirsa bê diran – Avesta- 2006
3- Gava ku masî tî dibin – Lîs- 2008.
17- Bavê Nazê
1- Çiyayên bi xwînê avdayî – 1978
2- Stockholmê te çi dîtiye bêje - Förtattores Bokmaskin-1987
3- Dara pelweÅŸiyayî – Duhok 2002- Lîs 2010.
4- Miriyê heram - Lîs - 2009.
18- Åžahînê Bekirê Soreklî
1- Wendabûn - Instituya Kurdî BeÅŸê Elmanî-1987
2- Veger - yekîtiya nivîskarên Duhokê - 2006
Ji bilî Mehmed Uzun û Mehmûd Baksî ku her du çûne ber dilovaniya Xwedê, berhemên Bavê Nazê û Åžahînê Bekirê Soreklî, li kêleka çîrokê, di warê romanê de jî berdewam kirin. Ji ber vê yekê, me navên wan jî li navên vê demê zêde kirin. Wisa jî, ne bi navê Nûrî Åžemdîn, ne jî bi navê Birîndar nema tu roman derneketin.
Taybetiyên vê qonaxê di pêvajoya romana Kurdî de
- Romana Kurdî ji qonaxa ku mîna alaveke siyasetê be, derbasî qada wêjeyê bû. Bi her awayî ber bi xweseriyê de çû. Ji nav lepên mijarên siyasî û jînanîgariya kesayetên dîrokî xwe berda qada civakî û derûnî ya kurdan. Ji siyasetê naveroka xwe ber bi rengîniya jiyanê ve ajot.
- Ji hêla teknîk û honandinê de, cudayî û sûdwergirtina ji teknîka romana nûjen ya zimanên din, hêdî hêdî, diyar dibû.
- Piraniya nivîskarên vê qonaxê hewldan ku nebin qurbanên siyaseta dewletên dagîrker, wisa jî nebin alavên piropagandaya siyaseta kurdan.
- Zimanê romanê ber bi resenî û asteke bilindtir de çû û bi demê re, kêm zêde dikarîbû li ser Kurmanciyeke Standard bê axavtin.
- Her çendî hinek ji van nivîskaran berdewamiya qonaxa berî xwe bin, hinekên din jî bi awayekî çalak beÅŸdarî qonaxa ku wê bê de bûn. Vê yekê rê, bi temamî, li ber wan dîtinên ku romana kurdî nedidîtin, girt. Roman Kurdî bû rastiyeke wêjeya kurdî ku, hêjayî nirxandin, rexnekirin û diyarkirina astên cihê û cudaye.
.................nivîs didome.....................
Xeleka dawî ya bê, wê li ser "Romannivîsên qonaxa salên 2000 heta 2010" be.
***
Ev nivîs di kovara W'yê, di hejmara 31'ê, di dosyaya li ser romana kurdî de hatiye weÅŸandin.
**
BeÅŸên vê nivîsê di Diyarnameyê de:
NifÅŸê bêjî - 1: Qeyikên romana kurmancî di nav pêlên siyasetê de
NifÅŸê bêjî (2): Romannivîsên navbeynkar an yên “pir” 1980 – 1990
NifÅŸê bêjî -3: Qeyikên romana kurmancî di nav pelên siyasetê de