Têkiliya min bi dezgeh û saziyên kurdan re, bi derketina min a ji welêt re, dest pê kir. Wekî tê zanîn, ji ber mercên qedexekirinê li hundir welêt ne derfetên avakirina saziyan hebûn, ne jî karkirina di vî warî de. Adara 2000‘î de ez gihîştim Berlînê. Di wê salê de, mîna tiyekî ku çav li aveke zelal bikeve, min di Medya TV de, dûre jî di Roj TV de, dest bi bernameyeke wêjeyî bi navê “Gava sêyemîn” kir. Ew cara yekê bû ku ez ne di “qebo” û jêrzemînan de, ne di bin erdê de li Amûdê û Qamişlo, lê di televîzyoneke ezmanî de behsa pirtûkên kurdî û wêjeya kurdî dikim.
Piştî yazdeh salan, heman bername bi navê “Deriyê din” di Ronahî TV de berdewamkir û heta îsal. Heta îro bi kêf min ev hemû bername çêkirin. Di van salan de zêdeyî 400 nivîskarî ji her çar parçeyên Kurdistanê bûn mêvanê bernameyên min û bi sedan pirtûk û mijarên wêjeyî, edebî, hatin gotûbêjkirin. Wisa jî têkiliyên min geh bi PEN’a kurd re, geh bi dezgehên din re carinan ji nêzîkayî û carinan jî ji dûrayî her berdewam bûn.
Bi hatina 2004’an û serhildana 12’yê Adarê re, min û çend hevalên nêzîk, me pêdivî bi avakirina rêxistineke çandî, rewşenbîrî ji bo rojavayê Kurdistanê dît û bi vî awayî li Swêdê HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) hate damezirandin. Bi salan me ji bo vê saziyê ligel hevalên din kar kir. Bi guhertinên nû re û bi çêbûna derfetê re HRRK navenda xwe bir hundir welêt û li wir karê xwe, li gor armancên ku ji bo wê ava bûbû, berdewam dike. Navend li wir bû, lê hem ez, hem jî hevalên me yên li şaxa Ewropa me karê xwe dîsa bi heman hezkirin û baweriyê dom kir, ked dayê.
Ev sazî û dezgehên navborî xwedî dîrokeke dûdirêj û xwedî rol û kedeke mezin in di pêvajoya ziman û çanda kurdî de. Min jî bi vî awayî her gav beşdariya xwe di nav karê komî de berî her tiştî wekî pêdiviyekê û erkeke wijdanî didît û dikir. Ji bilî vê her hîsa min ew bû, hergav karê min ê sereke nivîskarî bû û ew ji bîra min nediçû, naçe jî.
Pirê caran xirecira jiyana rojane ligel kar û barê di sazî û dezgehan de, ne dem û ne jî hest û ne jî cih ji karê min ê sereke re dihişt. Niha dixwazim demê ji bo xwe veqetînim. Ji ber sedemên ku bi giranî takekesane ne, şexsî ne, min biryareke wisa girt, êdî ev çend salên hindik yên di temenê min de mane, ezê hemû dema xwe bidim karê xwe yê sereke. Dixwazim eşkere bêjim ku ev biryar tenê ji bo xwe min girtiye û ne ji ber kesî, ne jî ji ber saziyê hatiye girtin. Tu pirsgirêk di navbera min û kesî yan sazî de çênebûye. Dixwazim hinek zêdetir demê ji bo xwe û nivîsa xwe veqetînim. Bê guman biryareke wiha piştî 20 salan ne ew qasî hesan bû, lê bi her awayî ji bo min dema wê hatibû.
Di dawiya vê rêwîtiya dirêj bi karê dezgehî re, ez lêborîna xwe dixwazim, ji hemû hemkarên xwe, wisa jî ji her kesê ku bi awayekî ji awayan, di van salên dirêj de, di riya vî karî re, di heqê wan de şaş bûbim.
Di karê dezgehî de herdem wiha bû, kes diçin û tên, lê dezgeh dimînin. Bi dilekî germ, bi xemgînî, her wiha bi hezkirineke mezin, ez xatirê xwe ji Ronahî TV û HRRK û ji karê komî, dezgehî, dixwazim. Hêvî dikim, roj bi roj, ev dezgeh û sazî gav bi gav ber bi pêkanîna armancên xwe ve herin. Bibin alîkarê miletê me, da ku ew jî wekî hemû miletên cîhanê di bin sîwana azadiyê de serbilind û bi rûmet bijî.