Bilici û Badem muhîm in an zilamên din?
"Space X" ku kompaniyeke taybet e roja 30'ê gulana 2020’an du kes þandin fezayê. Ev bi ser bikeve dê rêwîtî ji bo mirovên din jî bidome.
Werin em hin agahiyan bidin ba hev:
- Dema Space X ji NASA'yê bi ser 3 mîlyar dolarî de pere digirt û ew roket çêdikir, li Amedê xelk ji bo çend qiruþan alîkariyê bigirin bi telefonê li Omer Dilsoz digeriyan. (1)
- Dema Elon Musk difikiriya piþtî van her du kesan ka dikare çend kesên din biþîne fezayê, li Erzeromê du malbat bi çekan bera hev dabûn, 5 kes miribûn û difikiriyan ka em dikarin çend kesên din jî ji hev bikujin.
- Dema xebatkarên Space X dixebitîn roketê baþtir saz bikin ku tiþtek pê neyê, li Sêrtê kayûmê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan a Þaredariyê xira dikir. (2)
- Dema xebatkarên NASA'yê li ser projeyê xeber didan, gelek kurdên me li ser weþanên yekser (zindî) nîqaþa “ka em çawa dikarin zimanê xwe ji mirinê xilas bikin” dikirin.
- Dema Musk li ser projeya þandina roketek din dixebitî, Cemil Oguz çîrokek evînî dinivîsand, Diyarnameyê bi Sîdar Jîr re li ser qunciknivîskarî diaxivî, hevalê me yê din ku nivîs redekte dikir pêþniyara lijneyê dikir ku “ev nivîs ne hêjayî weþanê ye.”
- Dema xwediyê Space X Musk ligel Tom Cruise li hev dikir ku li fezayê fîlmekî bikiþîne, derhênerê kurd Kazim Oz nedikarî pere kom bike û fîlmê xwe yê nû temam bike.
- Space X berî roketê bi hewa bi xwe carek din li rewþa hewayê nêrî, nava xwe de nîqaþ kir û ligel hewa ne baþ bû jî got "vê carê emê biþînin" (27'ê mehê berî þandinê bi 16 deqîqeyan betal kiribûn); li cem me kurdan nîqaþên yekîtiyê xilas nedibûn, tu demê 'hewa baþ nedibû' û Kobanî, bi hezar zehmetiyan hêviyeke biçûk dida kurdan, 'Em derbasî nîqaþa gava duyemîn dibin'.
- Dema Musk ji her du rêwiyan re digot, "Ji dîmena vê grestêrkê kêfê bigirin" li Heskîfê dîmenên xweþ di bin avê de dihatin noqavkirin û xelkê wê derê dest ji kêfê girtinê berde, cih tune bû lê cih war bibin û ji xwe re konên ji naylonê çêdikirin. (3)
- Dema rêveberên Space X di nav nîqaþa “ka dikarin li fezayê zêdetir çi bikin” de bûn, li cem me gelek kes ketibûn dû Mucahit Bilici û Candan Badem ku ka kîjan ji bo kurdan baþtir e, kî çi kiriye; bêyî ku pêdiviya kurdan bi her duyan jî hebe...
- Muskê ku asoya dinyayê vedikir, dinya ber bi cihek din ve dibir li aliyek bû, li aliyê din Biliciyê ku heta îro qet fêdeya wî ji bo tîpek kurdî jî çênebûye, di nav jiyana xwe de jî gelek caran pesnê cemaetê daye, dikir ku kurdan carek din ber bi cemaetê, lê vê carê ber bi cemaetek din ve bikiþîne. Li aliyê din Candan Bademê ku tu fêdeya wî ji bo tîpek kurdî nebûye, wî jî dikir kurdan ber bi cemaetek din yanê ber bi cemaeta xwe ve bikiþîne. (Bo Bilici ezê paragrafeke vekim, bila herikbariya nivîsê xira nebe, paragraf li jêr e...)
- Space X’ê heta niha gelek tiþt þandin fezayê û bi vê kêfxweþ dibû, lê yên me ji bo alîkariyek biçûk a ji Baþûr diçû Rojava em kêfxweþ dibûn.
- Dema Elon Musk navek ecêb li kurê xwe kiribû û ew û daîreya nifûsê ya DYA'yê di nav nîqaþê de bûn ka ev nav dibe yan na; dayikên kurd li bin peyarêyan, li navçeyên bav û kalên xwe li hestiyên zarokên xwe digeriyan.
- Ji rêwiyan yek dema xatir ji jin û zarokê xwe dixwest, henek bi zarokê xwe dikir "Tu jî dixwazî werî?", li Amedê keça biçûk a Selahattin Demîrtaþ ji diya xwe dipirsiya, "Dayê, dê kengê bavê min were?"
- Dema Musk zarokê xwe maçî dikir û dipirsî “tuyê jî bibe astronot?”, hevalên min li Stenbolê ji dibistanan nerazîbûn û li dibistanek baþtir digeriyan ka zarokên xwe biþînin kîjan dibistanê...
Belê dem hat ser pirsa sernavê, lê ger hûn bixwazin nûçeya li ser Space X bixwînin (4) û dest ji sernavê jî berdin; jixwe waye me derdê xwe anî ziman
***
(Bi destûra we paragrafek ji bo Bilici ku me qal kir:
Bilici, di sala 2014'an de FETO wekî "Mirovên li Cemaeta Gulen di asta mirovên takva kirine de ne (5)" (27.04.2014, Taraf) bi nav dikir, hê sal ser re derbas nedibû vê carê ji bo wan wisa dinivîsand, "Bi rastî hûn wekî haþhaþiyan in (6)" (21.02.2015, Taraf) Hê çend meh neborî te ew ji ku birin ku...
Û ev Biliciyê ku hinek wî wekî entellektuel dibînin, êvara 2'yê gulana 2020'an beþdarî bernameya Dr. A. Incekan dibe, wekî gelek kesan nivîskar Ferzan Þêr jî pirsek dike. Dema dor tê pirsan pêþkêþvan Incekan pirsa Þêr wisa jê dike, "Ferzan Þêr nivîsiye dibêje gelo mamoste li ser mefhûma, mecaza Hamal Kurd disekine, xebatên me wek hemaltiyê nîþan dide yên kurda yê ku di te ya Hamal Kurd de, gelo dibêje em bi zimanê tirkî dikin çi tweet çi kitêb bin hemaltiya ji tirkan nîne? Cewabek kurt." Bilici wisa bersiva pirsê dide, "Eviya yanî zahîren, heta ku bêjin fikirkî netewperwer xuya dike, lê fikirkî ku, yanî alî…eee..yanî tiþtekî bêedeb e". (7)
Ez paragrafa Bilici li vir digirim. Min xwest paragrafek ji bo Badem jî vekim, lê pêdivî pê nabînim. Gotina min li jor got têrê dike.)
1- Pandemî û kulekên nû, Omer Dilsoz, Diyarname
2- Kayûmê Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir
3- Metin Yoksu: Kûsiyên Firatê û 50 hezar mirov dê li ku bijîn? (Hev. Cemil Oguz, Diyarname)
4- Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket
5- Nivîsa Tarafê. Lê ji ber Taraf hatiye girtin linkek din ez didim, ev nivîs di faceya Bilicide jî heye.
http://www.duzceyerelhaber.com/Mucahit-BiLiCi/26912-Gulen-Cemaatini-bitirmek
6- Dîsa nivîs ji Tarafê ye, ji vê lînkê binêrin:
http://www.medyagundem.com/taraf-yazarindan-feto-hakkinda-bomba-yazi-hashasisiniz/
7- Bloga Ferzan Þêr:
https://ferzaname.wordpress.com/2020/05/05/li-ser-pirseke-beedeb-bersiva-mucahit-bilici/
Li ser vê gotina "Bêedeb" ya Bilici nivîskar Zinarê Xamo jî di bloga xwe de ev nivîsî "Mirovê alim gerek ne hêrsok be"