Çend roj berê pirtûka Abdurrahman Ucaman a bi navê “Ferhenga Etîmolojiya Zimanê Kurdî” di nav pirtûkên min de bi ber çavên min ket; ev pirtûk çend sal in min kirîbû lê qet min lê nanêrîbû. Min pirtûk hilgirt; li dû hev min rûpel qilubandin lê di vê pirtûkê de min tu karê etîmolojiyê nedît. Ferhengek kurdî-kurdî bû; ev jî karek baş bû.
Bi rastî etîmolojî çi bû?
Bi qasî ku dizanim, etîmolojî zanista reh, dîrok û çîroka peyvan e. Lê di pirtûka birêz Ucaman de tu tiştên bi vî awayî min nedîtin. Kurm ket hişê min. Kesek ku bi rastî etîmolojiya zimanî bi kurdî dike heye? Rast e rast û bi zanistî… Hema ez ketim înternetê, min “kurdî, etîmolojî” nivîsand. Bi tenê du gotarên bi zimanê tirkî min dîtin. Yek li ser peyva “kurd” bû û ya din jî li ser peyva “dewlet”ê bû û min hema di yek carê de ew xwendin. Ev her du kar jî karê etîmolojîk bûn. Ji van her du gotaran bêtir tu tiştek min nedît. Bi van gotaran hîsên min reht nebûn. Ez ketim youtube, berê min bi kurdî “kurdî etîmolojî” nivîsand, lê tu tiştên bi etîmolojiyê têkildar derneket. Vê carê bi tirkî min nivîsand vîdeoyek bi navê Ali Karduxos derket. Min vîdeo tikand û dest bi temaşekirinê kir. Peyva “ka” dikoland; bi tirkî bû; ev ne gor dilê min bû, lê dîsa jî min xwe da ber temaşekirinê. Her ku kûr diçû kelecanê bi min digirt; heta dawiyê vîdeo wekî li fîlmekî polîsiye an li lîstika kişikê temaşe bikim di cihê xwe de mat mam.
Min vîdeoyê duyem û yê sêyem bi eynî awayî temaşe kirin û min ji xwe pirsî; Ali Karduxos kî ye? Li ser înternetê agahiyên ku min bi dest xistin; Ali Karduxos penaberekî kurd e ku zêdeter sih sal in li Yewnanistanê bi cih bûye. Li wir li zankoyê bi zanista dîrok, arkeolojî, prehistoria, ziman û etîmolojiyê re tekildar bûye.
Ali Karduxos etîmolojiya peyvên ku digire dest me dibe demeke dûr ku dema kevirîn, dema berdîrokî (Prehistori). Genim cara yekem li Kurdistanê çandin, ev bi zanistî tê zanîn. Bi destê kî genim hat çandin? Wê demê mêr diçûn nêçîrê; jinan jî zarok diparastin, mêze dikirin; giyayên tên xwarin li doralî şikeftê berhev dikirin. Em dikarin bêjin cara yekem ên ku genim çandin jin bûn. Dema em bînin ber çavên xwe, mirovên wê demê çawa diaxivîn? Bi xwezayî, ne bi peyvên çêkirî, bi dengên kurt. Aniha peyvên herî kevn divê deng bin. Ev kîjan deng in?
Ali Karduxos dibejê, peyvên herî kevnar “d”, “v” an jî “b”, “p” û “r” ne.
Ezê du mînakan ji axaftina Ali Karduxos pêşkêş bikim.
Ya yekem “p” ye. Ali Karduxos dibêje dengê “p” ji bo nêçîrê pir girîng e. Ji bo rêça nêçîrê bişopînin divê hel û şopên nêçîrê bê binavkirin. Li ajalan organa paş “pa”, yên pêş “pi” ye; di “pa”, “pi”, “pêş”, “paş” di wê dema nêçîrê de hatine bilêvkirin.
Deng an peyva duyem “d” ye.
“Da”,dayik e; “Dayê min dan dayê min”; “Da dide.”…
“Da” erd e; “Ji jor dakeve”, “Şevan daweşîne”…
Dar, dad, dan, dam, dandik…
Bi vî awayî bi hezaran peyvên kurdî ji van “p”, “pa” û “d”, “da” yê çêdibin. Ne bi tenê peyvên kurdî, yên zimanên din ên hînd-ewropî jî ji vê rehê bi hezan peyvên xwe çêkirine.
Ali Karduxos li ser zimanê kurdî û grekî (yewnanî) xebitiye, ew dane ber hev û peyvên ku ji vê rehê çêkirine dane hev.
Em dibînin, bi dehan peyvên ku ji vê rehê çêkirine di her du zimanan de yekwateyî ne.
Bi vî awayî kurdî dibe zimanê herî kevnar.
Daxwaza min ji her kurdek carek van vîdeoyan tamaşe bikin; dê bibînin ku xwedanê zimanekî çiqas qewîm û qedîm in.
Ez li benda keda Ali Karduxos im ku di pirtûkeke têr û kûr de wan pêşkêşî me bike.