-Ji bo xatirê te hêjayê-
Li zivistanên ku berfê dida ser banê difikirim. Dema ku seqemê guliyên darebiyan diquraft ez li ber deriyê malê li benda çûçikên gewrikî dimam, ji nişkê ve refên wan mîna xêliyeke cûn î deqdeqî ji nava mijê xuya dibû, li dora xwe diherbilî, fireh û dirêj dibû, dibû gilok û pahn dibû û li ber min datanî. Min li dora xwe qût direşand ser berfa sîsik û kutayî.
Di wê kêliya ku ew bi berhevkirina libên genim dadiketin de min çavê xwe digirt û xwe serdev davêt ser giloka ku ji bask, nikul û çîveçîvê bi gewde dibû. Ji nişkê ve pirrînî bi wan diket û radibûn lê hingî ku dilê wan bi wê qûtê sor ve bû carek din bi lez vedihatin xwarê. Min vê dudiliya wan ji xwe re dikir firsend û zûzka destê xwe li valahiya di navbera xwe û wan de digerand. Wê çaxê bivê nevê yek ji wan wê bihata zevta destê min.
A di wan rojan de bivê nevê bêhtirî hemû tiştî tu dihatî bîr û xeyala min; çima ku ew çûçik di nava destên min de liv û raperînkên hûrik û bêguneh li xwe dixistin, çima ku pûrta wan a livayî zêdeyî rastiyê dişibiya mûyên hûrik ên ku zendên te dinixamtin.
Dema ku ez lê dixebitîm ku bendikê zirav ji bêrîka xwe derxim û lingên çûçikê girê bidim wê jî cehda xelasbûna ji destên min dikir. Her ku min pêçiyên xwe lê dianî hev gewdeyê wê di nava destê min de mîna dilê zarokekê lê dida. Wê çaxê stûxwarî û bêgunehiya te xwe dida miqabil çavê min ku te destên xwe dixist bêrîka pantorê xwe û te lêvên xwe yên biçûçik hişk didan hev.
Min digote te em xwe li ser piştê bavêjin nava berfê lê te bi ya min nedikir. Te digot ez naxawzim “resmê” xwe çêbikim. Min tê derdixist ku tu naxwazî ez gewdeyê te li erdê dirêjkirî bibînim. Lê dema ku te destê xwe ji bêrîka xwe dernedixist, te lêvên xwe dimûçikand û “na” digot, min ji nişkê ve tu li ser piştê dahf dida û tu di berfê de diçû xwarê. Min jî xwe li rex te davêt û “resmê” me herduyan di berfê de çêdibû.
Tu bi xeyd û grîn radibû ser piyan. Dema ku min destekî xwe li ser sînga te dipeland û bi yê mayî berfê ji ser porê te yî kurîşkî dadiweşand dilê te mîna çûçikekê lê dida. Lê her ku min cehda zevtkirina te dikir pirrîn ji baskên te diçû û tu ji nava destê min xelas dibû.
Hingî ku zivistan dirêj dikir, rojê refek ji çûçikên birçî bi ser qûtê min de dihatin, refek ji dilên ku li valahiya esmên diavêt. Destê min bûbûn du dafikên jîr û stemkar. Her êvar çûçikek di nava odeyekê de, herdu lingên wê bi çepilê pencerê ve girêdayî, xwe li camê dixist û cahda derketina derve dikir. Hetan ku ewrên xewê hemî deverên mejiyê min didan ber siya xwe çavê min wer damayî dima li wê girtiya bi bask a xeydok û çavlider. Lê bi sibehê re dibihejî û bi serê benekî ziravik ve dima darvekirî.
Dema ku min radihiştê ew ji ben vedikir, pêşî zûzka min saxtiya dilê wê dikir bê ka lê dide an na. Lê min dêhna xwe didayê ku herdu pencikên wê pevketine û germahî tê de nemaye. Wê çaxê ez bi ser de digiriyam û min ew davêt tenişta xênî. Çûçika min diçû tûşî nava berfê dibû lê ne li ser piştê we ku min dixwest, ji alî nukul ve di berfê de diçû û wenda dibû. Wê kêliyê min tê derdixist ku ew jî wek te li min dike û naxwaze ez wê “resimkirî” bibînim li ser berfê.
Hingî ku zivistan dirêj dikir, bihar pir bi derengî dihat û gava ku dihat ez pê re li çûçikên xwe yên ku min ew digirtin, bi darve dikirin û şîna wan dikir, difikirîm.
Û dema ku ez diçerixîm tenişta xênî, min refek çûçikên mirî didît li ser wê erdê. Di ser wan re pijkojên sorik li guliyên darebiyan ji xwe re didan der…
***
Nivîsa yekem a vê beşê: Berf û Xwîn