(Ji notên xwendinê yên dîrokê- II)
Min tasawir kiribû ku ji notên xwe yên xwendinê yên dîrokê tekiliya ramanên Zerdeşt, Mazdek û elewîtiya kurdan binivîsim, lê nebû. Ji bo ku ji çendek hevalên ku nivîsa min xwendin min mail girt û ji min daxaziya wergerandina notên min ên der heqê Zerdeşt kiribûn.
Tekstên ku min xwedin û jê ji xwe re kurtenot girtin piranî bi almanî bûn; çendek bi tirkî bûn û min dest pê kir ku wergerînim kurdî, lê tekst bi temamî wergerandin karek pir sebr divê bû, min ev dît. Li vir dixazim îtîraf bikim ku wergerî karek pir zor bûye. Mirov raman û ji agahiyên ku dizane bê zahmetî dinivîse, lê nivîsek wergerandin tiştek din e. Deh zehmetî ye. Lêgerîn, lêkolîn û zimanzanî bi qest ku pê nefikri divê ye. Dema ku mirov ramanên xwe dinivîse sînorên zimênê ku mirov dizane bi ramanên wî ve hatiye nîşan dan. Yanê sînorê ramanan sînorê zimên û sînorê zimên jî sînorê ramanên mirovan nîşan dide. Min xwest ku ji we re vê ceribandinê xwe bêjim û parvebikim.
Min dest ji tekst wergerandinê berda dibe ku carek din ez biceribînim û min ji bo agahî bi kurtasî ji notên xwe di der heqê jiyana Zerdeşt de, bi qasî ku min karibû min wergerand kurdî. Min ev agahiyên ku min wergerand bi sînorên raman û bîr û baweriyên xwe şîrove kir û nirxand.
Rastiya navê Zerdest û wataya wî:
“Zerdosht tê wateya “xwediyê deweyên pîr”
“Zartosht bi zimanê persî tê wateya “seriyê zêr”
Di piraniya çavkaniyên ku min bi almanî xwend navê Zerdeşt bi vî awayi jorîn hatiye şîrove kirin. Şaşî û rastiya lêkolînên bi zimanî biyaniyan derbasî nivîsên li ser vê mijarê yên bi zimanî tirkî bûne. Di înternetê de bi tirkî ez li agahiyên ser Zerdeşt geriyam hemû agahî heman ên almanî bû.
“Di Avesta de navê Zerdeşt bi piranî Zarathuştra an jî bi temamî Spîtâma Zarathuştra tê ber me. Di Avesta de secereya Zerdeşt kitekit hatiye nivîsandin. Nama Spîtâma navê lehengek ji malbatê wî ye.“
“Di Avesta de Zarathuştra di gelek zimanan de gorî wî fonolojiya wî zimanî guhariye. Di zimanên ku li Îranê tê axaftin de Zarduşt, Zartûşt, Zarduhaşt, Zarâtuşt, û hwd. bi van awayan tên bilêvkirin. Di tirkî de Zerdüşt di kurdî de Zerdeşt an jî Zardeşt e.“
“Gorî Cegerxwîn ya rastî gotina “Zardeşt” e. Bi kurdî “zar” lîsan, ziman e û deşt jî tê wateya rastî ye. Her wiha Zardeşt kesê ku “rast dibêje, rest gotî“ ye.”
SerdDema ku Zerdeşt tê de jiya ye:
“Dema ku em fikrên giştî bînin ber çavan em dikarin bêjin Zerdeşt BZ. (Berî Zayînê) di navber salên 1700-1400 hatiye dinyayê; qest 3700-3400 sal berê.“
“Piraniyên lêkolînerên Zerdeşt difikrin ku tekstên Gata ji 3000 sal kevintir in.“
Ev tespîta ku min ji nivîsek înternetê ji zimanî almanî girtibû û wergerand bê binyat bû û kî, çawa bi kîjan metodê ew tespît kiriyê nehatibû nivîsandin. Dîsa jî min di nav notên xwe de cî daye. Belkî rojek bi agahiyek din ve didim berhev û rastiyek din dibînim.
“Zerduşt li salên 1800 di BZ. jiyaye. Ev dîtina bi taybetî zanyerek faris û a Mary Boyce e. „
Ev tespît bi binyatek ne qewîm e ; binyata vê tenê bi hatina desthilatdariya Persan ve giredayî ye.
“Zerdeşt li salên 600 di BZ. Jiyaye. Ev varyant ji ramangêrê îslamê Bîrunî hatiye girtin.”
Ji xwendinên xwe tespîta herî nêzî rastiyê li gorî mantiqê ev e. Bîrunî ev îdiaya xwe bi nivîsên ji dema sasaniyan mayî ava dike û dibêji ku “Zerdeşt 250 sal berî Aleksander dest bi bawerî û fikrên xwe bilakirinê kiriye“. Ev tespît bi destî Wiesenhofer, Lommel, Altheim und Hinz hatiye hên kur kirin. Gorî wan dema Zerdeşt jiyî navbera 630- 553 BZ. ye. Ji van Hinz qala rastihevhatina Zerdeşt û Kûruşê II (Kyros II) (585–530) dike û Zerdeşt ji desthilatdar Kûruşê Mezin destûra belavkirina bawerî û fikrên xwe xwestiye dibêje. Dîsa qest ku tê zanîn Zerdeşt bawerî û fikrên xwe yekem car di çil saliya xwe de dest bi belavkirinê kiriye û qest heftê sal jiyaye. Eger wisa be sî sal paş destûr girtinê miriye û di doraliya sala 523’yan BZ. bi desthilatdar Kûruşê Mezin ve rastî hev hatine.
“Gorî hesabên Dr. E. W. West di BZ navbera salên 660-583 yan de jiya ye.”
Ev dem ji yê jor ne dûr e; lê Dr. A. Medyali ev hesabên Dr. E.West çawa hatiye kirin di pirtûka xwe de nade ku em pê bizanin ka rast e an ne.
Ciyê ku Zerdeşt lê bûye:
“Gorî çavkaniyan Zerdeşt, ji rojavayî welatê Medan û bajerek nêzî gola Ûrmiyê Reghae (Reghâ, Rai) ji dayik bûye…Û dîsa gorî heman çavkaniyan Zerdeşt, ji eşîra Magî ku ji alî Herodot ev eşîra zû zû eşîrek Medî tê bi lêv kirin.“
“Ariyan axa ku ji xwe re kirin welat bi ÊRAN, IRAN an jî ARİYAN bilêvkirin an jî di dîrokê de wiha hat bi navkirin. Êran an jî îran tê wateya ‘welatê ariyan’”
Gorî vê agahiyê Êren an jî Îran ne navê gelek e navê herêma ku gelên arî (yanî Kurd, Beluçî, Faris û hwd bi hev re) ji xwe re kiriye welat e. Ji bo vê yekê di dîrokê de ku qala Îran an jî Îranî kirin ne tenê bi pers an jî farisan ve giredayî ye.
“Zerdeşt li nêzik çemek li Xorosana Bakurêrojhilat jiya ye.”
Li dawî şîroveya agahiyan:
Niha dema ku em van agahiyên ku ji çavkaniyên cuda cuda hatine girtin bidin ber çavan û girêdaniyek di nav de ava bikin dibe ku em agahiyek nû bi dest xwe bixin.
Zerdeşt ji îranê, ji eşîreke Medî ye.
Îran navê welatê gelên arîyan ( îro kurd, beluçî, faris û hwd) e.
Gelên ariyan ên ku wê demê di ser dika dîrokê Pers û Med bûne.
Her çî qest bi zelalî nehatiye îspatkirin neviyên medan îro gelî kurd tê hesabandin. (Ev jî angaşta Wladîmîr Mînorskî ya li ser nêzîkbûna zimanî medî û kurdî hatiye avakirin.)
Eger med ku kurd in, bê guman em dikarin bêjin Zerdeşt bi eslî xwe kurd e. Ya zelal ew dê ku divê Zerdeşt ji farisan (persan) zêdetir bê kurd hesibandin. Li dawîya dawî ew bi ramanên xwe hên îro dijî û hêjayiya mirovatiyê ye. Ji ola ku avakiriye olên din jê îlham girtiye.
***
Beşa din a bi vê nivîsê ve girêdayî: