Bi hêviya cejna gewre
Destek an jî destin geh dihingive/in destikê deriyê li ber vekirinê û derî tête vekirin; geh destine din heman deriyê bi qasî ku mirovek tê re bibihure, vekirî, û her kes li bendê ku derî heta piþtê vebe û ew jî tê re bibihurin; dibînin ku bi carekê re bi dahfdana himeta hêzeke hêznêdiyar, mîna ku çimekî jî venebûbe, derî hatê girtin.
Hinin, di vê pêvajoya derîvekirina li neçareseriyên li heviya çareseriyê, weke zarokên zirz î þûm ji daran û vekirina derî hez û çoþê werdigirin!
Weke gotina pêþiyên Çîniyan, ‘ riya herî dirêj bi pêngavekê dest pê dike’; derî jî bi biryara destine biryardar an vedibin, an jî ên li ber vekirinê têne girtin!
Bi qasî ku girtin û vekirina deriyê li ber vekirinê sed carî, bi sed þêweyî, li sed cihî bi gotinên gotindaran re têt vekirin û têt girtin; kurdan, bo ku hêviya meriv ya di derbarê hêvîkirinê de neþike, zindî bimine; gotinek xweþbîn li þûn xwe hiþtine: Hoste necar, rabe reze weke hercar; Xweda yek e, dergeh hezar’!
Dergehê jiyînê hezarûyek bin jî li ber mirov, deriyê dewletê, dewlata ku xwe ji jor de veristiyê û kiriye tevna pîrê li ser serê mirovan du ne: Yek, dariyê dadê; du, deriyê bêdadiyê!
Li ser axeke ku dad bi kemenda bêdadayê bi dest û zendên bed û bedbînan hatibe girêdan, û sed zewr û zext lê hatibe dan; ne dadgeh û dadger; dozger, dozgerên ku karin/dikin gêra gavanan bi hemwelatiyan welatê dagirkirî bikin, û wan sed caran bibîn û bînin ber dergehê dadgehên bêdadiyê; derîdergehan bi doznameyên þêt û kirêt tînin keviya girtinan.
Wekî mînak, dad hebûya, Meclîsa li þer kavilê Dewlet î Alî avabûyî piþtî 80 salên bihurî di ser damezrandina komarê re dê ne li nermkirin û sistkirina zagonên di derbarê ‘ Têkoþina li dijî terorê’; di roja zarokên cîhanê de dê li riyên berdana zarokên di zîndanan de ku ji bo ‘kuçtêwerkiran’a li polisan hatine girtin, bigeriya!
Wisa dixuye ku ew zarok weke mezinên xwe yê bi çiyan ketî, di çavên dadê û xwediyên dadê de potansiyelên xeternak ên siberojê ne?
Ev zarok weke yên bi çiyan ketî û yên di hûndir û yên dersînor bûyî di çavên dada bêdad de weke mêlaka gelekî hatibûya dîtin û hesibandin, xwediyên dadê dê li ferhenga gotin û biwêjên pêþiyên kurdan meyzandina, ka kurdan di vê biwarê de gotinek li dû xwe hiþtine, an na!
Kurd ji serdestên xwe bêhtir û gellektir xatirdar û rûmetdar in ku ev gotin li dû xwe hiþtine: Meriv kuçik dide xatirê xwedî!
Ev, xatirê xwedî nizanin/nezanîne ku xatir bidin zarokên wî!
Xatir hebûya stûyê Þeyid Rizayê ku riha wî bi qasî keska pêximber pîrozwer, û piyekî wî li vir yek li hêla din diþeniqandin?
Xatir hebûya zarûzêç weke pezê col diajotin xaniyekî û tev dikirin komira ku rûyê komarê hê jî pê reþ e?
Xatir hebûya, bûkên yek mehî, zarokên bi çil xwe jor de mîîna pirpirîkên li dora agir, xwe davêtin ava Munzir?
Piþtî waka asaq û sintaqan niha, ku rabibûna û weke mêran bigotina me hûn bindest kirine, em jî vê sezayê li we rewa dibinin, willehî, billehî, tillehî ez ê pê neêþiyama; bi ser de min ê bigota,’ Weyy bijîn, ha wisa’!
Li çar nikarê dinyayê, - Tirkiya ku ji tirkan pê ve ne ya yek kesî ye, ne tê de- ji vir heta ku bigihe welatên reþik û zerik û çavhûrikan, welatên vegirtî/dagirkirî bi dada taybetî xwe têne rêvebirin. Û me ne Waliyê Herêmê ji bîr kiriye, ne jî salên ku serê mirovan li ‘herêmê’ bi pîvazekê bû!
Ji vê bîreweriya þa’irkî, di hevdîtina li gel serbalyozê Qerantiya Holandayê de, li ser pirseke aresteyî min kirî min ev bersiv dayê: Berêz…belê; hûn bêdestûr û bêyî ku hinek bangî we bikin, we vexwînîn ser axa xwe û we bikin mêvan; hûn bi hemû hêza xwe ya zor ketin war û welatên xelkê û we xwest hûn wan war û wargehan ji xwe re bikin çêrewar.
Piþtî vê tevgera we ya navnetweyî ya lihevparvekina erd û axê, navek li we hate kirin, û xelk û alemê ji we re gotin, ‘ Kolonyalîst’!
Ez dibînim ku hûn, îro mîna ku bixwazin xwe ji gunehên xwe daweþînin, mîna ku hûn bixwazin ‘xwedîti’ya xwe ya nû þanî dinyayê bidin, hûn radibin ji Efrîkaya Baþûr, ji axa Karayîban ‘reþikan xwe’ li ser navê wejê û hûnerê li dinyayê digerînin…
Berêz, ev ê bi we re, demekê reþikên we, xulam û navmalî û malê we bûn!
Weke gotina kurdan, ‘ li jor Xweda, li jêr hûn bûn’!
Hûn dagirker û kolonyalîst bûn!
Mixabin berêz, mixabin navê welatê min ê vegirtî/dagirkirî/pinpêkirî ne kolonî ye jî!
Û min jê pirsî: niha ez reþik im an reþikên bi we re reþik in?
Rêzdar, bi baldarî li yê werger dihisand…carinan li min dieyþand di bin çavan re, carinan jî bi serê xwe her gotin disediqand!
Lê, bi hevoka dawî re, bi pirsa kirî re rêzdar bêhemdê xwe mizicîbû, û mîna ku bixwaze wateyêke din li pirsa min bar bike, biþirî bû!
Êm ê jî rojekê bibiþirin.
Biþirîna me dê hilperike rû mê.
Ev biþirîn dê bike ku em tev bi hev re bibin xwediyê kenekî gewre. Kenekî bi pirqînî, bi tiqe-tiq.
Sibê, sihara zû, ku hinek li deriyê we bidin,û hûn rabin derî vekin û binerin ku zarokin hinarkbîhokîn, çav peþik reþik bi biriqîn ji we re bi dilekî peroþîn bibêjin, ‘Cejna we pîroz be’; hûn jî bi wan re bibiþirin û vêya bibêjin ji kerema xwe:
--Cejna we jî zarokno, cejna we jî…bi hêviya CEJNA GEWRE, ROJA AZADÝYÊ!
26/11/09
arjenari99@yahoo.com