Yên ku xwe berdabin nava helbasta Cegerxwîn dê bibîn ku Seyda ji kîsî xwe navekî li helbestê dike: Xweşxwan!
Dema ku li peyva ‘xweşxwan’ rast hatim, piştî ponijîn û têramîneke kurt, gihîştim vê encamê: Seyda mafdar bû, helbest; bi xweşxwendinê re xweşpeşkêşkirin bû!
Digel vê rastiyê, bi qenaeta min helbesta kilasîk ne tê de; dengê helbesta her helbestkarî dengê kêlîka bêdeng a di destpêk û serencama helbestnivîsînê de ye...
Ev deng bi qasî ku dengekî xweser e; ne guherbar e jî!
Ji vê teqeziyê, serbixwe yan jî bi kêş, her helbest xwedî newayeke cuda, vebirîn û derbirîneke cuda, deng û sewt û rîtmeke cuda ye.
Ev teqezî- an jî hişkebinavkirin- nayê wateya ku her xwendevan bi dengê bilind an jî di ber xwe de bi nehwirînî helbestê bi xwendineke din, bi şêweyeke din nikare bixwînê.
Di vê biwarê de piştî seremcameke dûdirêj; xwendinên min, guhdarî û guhdêriya li xwendina helbesta helbestkaran, û xwendinên teatrel gihîştim vê biryarê: Sê cure xwendinên helbestê hene:
1. Xwendina helbestkar a hemanreng û hemandeng û hemanaheng.
2. Xwendinên xwendevan ên cuda cuda û guherbar.
3. Xwendinên teatrel ango rîtuel…
Helbestên helbesta klasîk: gazel, qesîde, çarînbend… şik û gûman nîn e; li gel forma xwe ya parastî/hatî parastin bi şêweyeke teqez, şîroveyeke hemannewa hatine/têne xwendin!
Çawa dema ku em helbestekê bixwînin û navê helbestkar di bînê helbestê de nebînin jî em dikarin bibêjin ev helbest helbesta filan helbestkariye; helbest bi dengê helbestkarê xwe jî xwe bi me dide nasandin!
Ev xwenasandin ango bi xwe hesandin, ji helbesta kilasîk bêhtir taybetiyeke helbesta xweser î nûjen e.
Dîsa jî; wekî têbiniyeke kiçik em dikarin bibêjin, gazela kurdî bi newayê/miqamê xwe nezî gazela farisî bê xwendin jî; bi xwendina bi salan re qesîdeya kurdî di medreseyên Kurdistanê de meqamekî xweser a xwe peyda kiriye. Ev meqam ango şêwexwendin di bin karteka mîstik a olî de be bixuye jî, rengê wê yê kurdewar ê bi salan himmandî; di medreseyan de bi lêvandina feqiyan, li der bi xweşxwendin û xweşbilandina derwêşên ku magî/magu/melayên zerdeştî tînin bîra meriv… û rîtma erbaneyê re bûye/dibe sedemê ji xwe ve çûn û bi cizb û surrketina bawermendên zarkurdî/kurmancî!
Jixwe heta serdemeke demên kevn, di rîtûelên civakî û ayînê de- îro jî di zikr û ayînên terîqetan de- erkeke sereke li peyv û rist û newaya helbestê hatiye barkirin!
Xwendina metnên olî jî -li tevî bangdanê, xwendina Qûranê…û hwd.-vê paşiyê bi melodiya meqamên muzîkê kirasîkî surrî û dilvegêr li wan hatiye fesilandin!
Li hêla din; gava ku em li dengvedan û newaya stranên gelerî dimeyzênin, em bi ser ve dibin û dibînin ku her stran li gorî cih, karê ku hatiye/têtê kirin, arezû û mebestên peyama ku dihewîne û dixwaze ragihîne teşe girtiye.
Di vê navberê de divê em ji bîr nekin, ku siruşt ango der û dor jî di vê teşegirtinê de xwedî kartek e.
Bi taybetî li erdnîgariyên ku demeke dirêj êş û azar kêşane ev rewş eşkeretir û diyartir e…
Wekî gelek rexên dinyayê Afrîkaya reşikan jî yek ji wan axan e, ku wekî ax, mîna sirûşt, nola qewm yek ji wan qetebejahiyên bextreş û çarereş e.*
Ji salên beriya 80’yî ristên helbestkarê ku niha navê wî nayê bîra min; kiribû ku welatê min, bindestiya min, çarenûsa min a nêzî çarenûsa wî bikeve bîra min:
Hatin…
Di destên wan de Încîl hebû
Di destên min de axa min!
Hatin…
Min Încîl ji destên wan wergirt wan axa min…
Paşê Încîl bû ya wan, bi ser de axa min!
Hûn dênê xwe bidinê, şair li hemû erdnîgariyan bi her peyvê, bi her ristê, bi her helbestê bûye/dibe ‘nahtorê’ bax û axa xwe.
Ma ne, Cegerxwîn e, gotiye: Min ji nav baxê cîhanê bax û bostan’ im bes e!
‘Bax û bostan’ yê meriv be, têrî meriv dike!
Lê belê, ku dagirker hê jî wekî dizên mirovşelên di nava bax û bostan, newal û çiyan, gund û bajaran de bi ‘çirrê û çavgirtînkê’ bileyizin?
Wê gavê; wekî her şa’irê li vir û wirê dinyayê şairê kurd jî dê biqîre: Rahijin teşken xwe…û biqeşitin ji ser axa min…
Lê ew kerem nakin û naçin!
Naçin; heta ku bi rewt û daran hinek nedin pey wan!*
*ez ê bi nivîseke din vê mijarê hebekî din tevbidim
*Ev nivîs di malpare Azadiya Welat de hatiye weşandin
12/11/09
arjenari99@yahoo.com