Ji bo Apê Mûsa...
“Divê hewceye em bizanibe binêrî, bibihîzî û bipelînî.(21)”, “Nazê Nêrgiza Hewşê, senfoniya estetîka guh e, senfoniya estetîka çav e, senfoniya estetîka hiş e, senfoniya estetîka êqil û senfonîya estetîka dil e.”
Ez nizanim ez ê çawa dest bi nivîsê bikim, lê dema min twitir raçav dikir hema min hew dî dîmena senfoniya vîdyoyê a “Nazê Nêrgiza Hewşê” li ber çavên min ket, a ku birêz Zekî Ozmen li ser twittirê parvekiribû.
Ewil dîmenên wê bala min kêşand,û paşê min vîdyo tikand û hew min nêrî çawa kelecaneke hunerî xwe li rihê min rapêça û hema ji xweveçûm. Erê jixweveçûbûm çimkî min guhdar dikir û nedikir têr nedibûm. Min digot qey ez li hêwana şanoyekê me û hem li muzîkê guhdarî dikim û hem jî li şanoyê temaşe dikim.
Ewil tenê sewt, mîmikên fîguran û dengê muzîka wan bala min kêşan, dûre her ku min guhdarî kir bêhtir min xwe bera binê bîra pexşana wan da, paşê li pê şopa kitekitên sewt û mîmikên fîguran, reqsa fîguran, derûniya li ser wecê fîguran, dijayetiya fîguran û senfoniya sewta strana wan a ku kirasê folklorê û modernîteyî li xwe fesilandiye û edilandiye ketim.
Erê em ji tu kesî ne kêm in û ji tu kesî jî ne mezintir in. Lê rastiyeke me heye em bindest in. Loma hunera ezgiya bindestan her daîm êş jê dinizile. Hunera bindestan ji ber ku êş jê dinizile loma ew qas serketî û pak û bedew e. Hunera bê êş ne tu huner e. Çimkî em ji qewmê êşê ne, hunera me jî ji qewmê êşê ne û ji ber vê êşê hunereke xweyî a dijwar jê hatiye zayîn. Hunera bindestan ji hunera serdestan bilintir e. Çîmkî hemû cureyên êşê di serdestan de tune ye lê di bindestan de heye. Huner berî her tiştî xwebûn e, xwebûn jî dijwar e. A ku xwebûnê ava dike huner e, hunera azadiyê ye. Loma klîba me klîba hunera serîrakirineke hundirîn e, agirê hundirîn e hunera li dijber hemû qaîdeyên muzikê ên heyî raperînek e. “Nazê Nêrgiza Hewşê" awaza hebûn û xwebûna serîrakirina agirê dengên hundirîn ên dijestetîkeke estetîk e.
“Zagonên derveyîn, tiştekî wiha tune ye dijderketina serîrakirinên dengê hundirîn destûrê dide her tiştî"(246) Erê di hemû dîmenên vîdyoyê de awaz, sewt û mîmîkên fîguran de serîrakirinek e dengê agirê hundirîn yên dijestetîkeke estetîk heye. Loma zagonên derveyîn serobino kiriye. Klîba me Serîrakirineke dijromantîk e, agirê têkoşiya hebûneke ekspresyonîstîk e. Çîmkî muzîka ekspresyonîst bala xwe dide dengên agirê hundirîn yê ku venamire mînakin, ji hin gotinên wan "Agirê dilê min gurr bû". Çimkî ev agir, agirê dengê û rengê hundirîn yê xwebûn û heyînê ye. Agirekî gur e û ev agir di hundirê ekspresyonîzmê de deng vedidin. Erê, hemû figurên stranê bi tevgerên xwe li dijber tiştên heyî serîrakirinek e heyînî ya têkoşerî li dar xistine. Loma divê em hene, em hene, em hene, em her hawî û bi her şêwazê hene.
Di fîguran de; (Ken, cîdiyet, be'ecandin, kêf, quretî, mehsûmiyet, xwerûbûn, xwebûn û hebûn, rîtîm, armoniya reqsan, rengên cuda, jin, mêr, ciwan xortik û jîn û hwd hene). Mînak: Dibêje: “Ez kuştim pozbilindê" erê hevokek hêsan e lê hevokeke derbeder e.
Mînakek din: “Pismam fîtê mêra ye" di vê hevokê de îronî heye, pêkenok heye. Ji kesên xurt û qerase bi girs dibêjin wekî fîta ye, halbûkî pismam ne yekî wiha ye. Loma kopozîsyoneke derveyî zagon û rêzika ye ango xweser e loma jî xwe ye. Klîbeke derbirîner e, derbirîneke hundirîn ya ku bi salane ketiye serhevdu pejiqiye sewt, mîmîk û muzîka wan. Çawa ku wênesazên ekspresyonîst hestên xwe bi boyaxeke qalind an jî rasterast ji tûpê boyaxê dipejiqad û hestên xwe diderand, klîba me jî wiha teyisandiye û derandiye. Klîba me wêneyekî ekspresyonîst e loma dijestetîk e. Klîbeke dijestetîkeke estetîk e. Erê ji hemû estîkên heyî dûr e, estetîkeke xweser afirandine, estetîkeke derbirîn a hundirîn, hiş û hestan bi hevdu re strandine.
Hunereke şanowarî ye, straneke şanowarî ye, fîgurên me giş bi xeml û rewşên xwe yên derûnî ji me re ala şanoya awaza folklorîk-post-modernîtîk pêlandine. Erê hûn baş bala xwe bidin her fîgurî hûn ê fêm bikin bê her yek çawa derûniyeke cihêreng pê re ava bûye. Erê karekterên me derûniya xwe ya ku di paş bena derhişiya xwe de veşartine dinizile rûyên wan.
Erê her fîgurekî/ê dijayetiya xwe li dijber hebûnên qebûlkirî serîrakiriye û her tişt serobino kiriye, erê hunereke avangartîk e, hunereke dadatîk e û hunereke ekspresyonîstîk e. Jixwe di van bizavan de hemû qaîdeyên qebûlkirî nayên qebûlkirin-redkirinê loma di serdema xwe de van bizavan zelzeleyek bûn.
Adorno dibêje: “Zagona fermî ya muzîka ekspresyonîst wekî tomarên zelzelê ên sîsmografîyekê ye"(247) Erê “Nazê Nêrgiza Hewşê” jî zelzeleyek li me rakir, zelzeleyeke hebûnî û xwebûnî, zelzeleyeke ku hemû heyîyên niha hebûn binpê kirin. Azadîya hesta serdestî li êqil rakir. Simê Azadiya hestan aqil di binê simê xwe de eciqad. Erê hebûneke bingeha wê kûr û ji tarîxê ve tê xwe diteyîsîne ser neynikekê, ev neynik neynikeke dîtir e (Dema ku dibêjim dîtir bila tenê bindest neyê bîra we, çimkî ber tişt li gor xwe û yê din dîtir e, dîtir jî li gor dîtirê dîtir e.)
“Divê berhem, rastiya afirînêr ya ji kûr ve biqêrîne"(246) Belê a afirînerê me ji hebûnekê û xwe-bûnekê wêdetir e. Berhema me neynikeke dîrokî ye. Dîrokeke kûr û ji hêla hundirîn ve êşiyayî hatiye ve-kolandin. Jixwe em di mîmik û di derûniya wecê fîgurên xwe de dibînin vê rastiyê. Neynika serîrakirinê teyîsandine. Neynika hunera milekî bi enstrumanên modern û bi cil û bergên gelêrî, bi sewteke dengbêjî û heman demê de bi sewteke modernîteyî teyîsandine.
Erê kurd, dê herdaîm bi herhêlên xwe ve wê hebin. Ew ê bi wêjeya xwe, çanda xwe, bi dengbêjên xwe, bi hunermendên xwe, bi hemû sazî û dezgeyên xwe ew ê tim û tim hebe. Lê ev klîb ji hebûnê wêdetir e. Wekî min go di her figurekî-karekterekî de mîmîkek, wecek, derûniyek, rihek, derbirînek lê bi armoniyeke xwezayî a dijayetî û hundîrîn veolandine. Bi tevgerên xwe yên şanowarî, derba giran li muzîka heyî xistiye, derbeke giran a hebûnê li desthilatdariyê, zagon û rêzikên wê xistiye. Loma di muzîka kurdî de ev bi serê xwe ekoleke nû ye. Ronesanseke nû ye. Reformeke nû ye. Bi şêwaz û bi sewta xwe ya xweser bawer im dê dengê dilê gelê kurd û di pêşerojê de gelek caran ev strana dengbêjwarî dê deng vebide û veolîne.
Bi ya min mohra xwe li vê serdemê û demê xistine. Çîmkî formeke nû di muzîkê de hatiye ceribandin, hem ji hêla klîbê, hem ji hêla karekteran, hem ji hêla sewtê, hem ji hêla mîmîkan û hem jê hêla livan, bi rastî jî bi her awayî nû ye. Formeke û sewteke nûjen e. Erê di navbera folklorê û post-modernîteyê de pirek xweser ava kirine. Pira folklorê û pira post-moderniteyê şikandine, di dewsa wê de ji xwe re pireke nû bijartine.
Di muzîkê de ev serdemeke nû ye, xwebûn û hebûn e. Sewteke aîdî xwe ye. Taybet e, ne aîdî tu kesî ye. Çawa ku dengê her çivîkê cuda û aîdî xwe be. “Nazê Nêrgiza Hewşê” jî aîdî xwe ye. Ji bo çi aîdî xwe ye çimkî bi cil û bergên xwe, bi sewta dengbêjiyê û bi formeke nûjen çanda muzîka kevneşopîn li kirasê postmodernîzmê fesilandine. Kirasê çanda xwe modernîze kirine, loma aîdî xwe ye, aîdiyeta xwe ji nû ve hilberandine û nûjen kirine. Erê bi maya folklorê û bi hevîrê postmodernîzmê nanekî nû ji tenûrê derxistine. Loma di nava civakê de gelekî hat ecibandin û bi awayekî bêşiûr belawela bû, bo çi bêşiûr çimkî sewta fîguran, dengê muzîka wan, mimîk û gotinên wan, tevgerên wan û dîmenên vîdyoyê ji bo ku em bêşiûr tevbigerin bes bû. Çimkî sewta agirê hundirîn em şewitandin. Çawa ku agirê bizava Kubîzmê estetîka heyî û hunera heyî serobino kir agirê strandengbêjiya “Nêrgiza Hewsa Malê jî hemû muzîka heyî û civak jî bi xwe ra serobino kir. Welhasil hûn her hebin û bi hêvîya serketinên herî pak û bedew yên hunerî...
(21) Huner(Sanat), France Farago, DoguBati
(246-247)Ekspresyonizm Sanat Ansiklopedisi, Remzî, L. Richard
Klîba "Nazê Nêrgiza Hewşê" ku bûye mijara me ev e: