“Ji bo Yekê Gulanê û hemû jinên tehdedîtine û hatine ricimandin"
Pirtûka Mehmet Dicle a bi navê “Asûs”ê ji deh çîrokan pêk tê û ji Weşanên Avestayê derketiye. Helbet em nikarin yeko yeko behsa çîrokan gişan bikin. Loma jî em ê hinekan ji nav bineqînin û em ê behsa wan bikin. Helbet paşê jî em ê bi gelemperî li çîrokên xwe binêrin.
Çîroka Gulên Sala:
Çîroka yekemîn e û mijar dilbijandin e. Karakterê çîrokê Sala ye. Sala aşiqî mamosteya gund dibe. Mamoste biyan e, ango cerm spî ye. Her kes ango piraniya xort û ciwanên gund dibin dildar û heyranên mamosteya gund û dilê xwe dibijînin wê. Karekterê me Sala ji derdê wê dîn dibe. Ji derdê wê gula di hundir mala xwe de diçîne. Helbet çîrokek eşqê ye, lê belê berî her tiştî rastiya vê çîrokê dibijandina serdestê xwe û kolonyalîzmê ye. Çîroka mêtîngehiyê ye. Loma Sala veguheziye karekterekî bişaftî. Sala piştî vê derûniya xwe dikeve rewşek dijwar, derûniya Sala têk diçe, piştî têk diçe şûnde, dibe qeşa yanê di destê wî de gulek, ew û gula xwe pev ra veguhezîne qeşayê. Yanê Sala gul di destên wî de li ber mala mamoste Kewserê bûye qeşa. Sala bi roj û mehan li benda mamoste Kewserê dimîne lê bêsûde ye. Derdora Sala giş jê re dibêjin dîn bûye. Sala her roj gulek di dest de û li qoziya goristanê li bendemayîna Kewsereyê ku ji dibistanê derkeve û hestên xwe jê re rave bike. Lê belê tu carî culhetê Sala çênebû û dilê xwe ji Kewserê re venekir, heta ku dîn dibe û dimire. Talî Sala karekterekî zehîf têkçûyî ye. Karekterekî bişaftî ye. Mijar jî kolonîzm e.
Çîroka Heyfa Mêran:
Karekterê çîrokê Miheme ye. Miheme ji dûr ve yekî mêrxas û bi heybet xuya dibe. Her kes hevza xwe jê dike. Lê belê gava dikeve destê Malik beg qudimên wî dişkê. Li gor Malik beg Miheme pezên wî dizî ye. Lê Miheme divê min pezên te nediziye çîrok wiha diqewime. Malik beg, Miheme şev û rojekê tazî û girêdayî dihêle li holê(meydanê). Bi vê tevgera Malik begî, Otorîteya Miheme û desthilatdarî û karîzmaya wî giş têk diçin. Kî Miheme di vê rewşê de dibîne ecêbmayî dimîne ango devê gişan ji hev diçe. Li gor civakê divê Mihemeyê mêrxas tu carî ne di vê rewşê de bûya. Miheme ji ber vê rewşa xwe dixwest hema di wê kêliyê de hinekan guleyek di eniya wî de biteqanda û xwe ji vê êşê rizgar bikira. Ji ber rewşa xwe diqehirî dixwest bimire, ew qas bi berxwe diket. Malig beg bi şerefa wî lîstibû, otorîte û deshilata wî hilweşiya bû di nava civakê de. Talî Miheme tê berdan û paşê diçe nav rezê Rîzo û ji Rîzo divê ez ê te bikujim. Rizo ecêbmayî dimîne. Rîzo ji çend bavan xwe digihîjîne Malik beg ango ji malbata Malik beg e. Talî Miheme Rîzo dikuje û ji qutiya cixareya wî ji xwe ra cixareyekê dipêçe. Ji kerba Rîzoyê bêsûc dikuje. Esil Miheme hinekî xwe wendakiriye, derûniya wî a bi xwe bawer û otorîter hilweşiyaye û têkçûye. Loma jî hinekî bêhişî tevdigere û geriyaye. Bi kurtasî piştî wê bûyerê xwe wenda dike, ji serhişê xwe ve diçe, bi şerefa Miheme hatiye lîstin loma jî ji kerba û hêrsê ji serhişê xwe veçûye. Miheme karekterekî xwedî xirûr e. Karekterekî di nava civakê de hatiye qebûlkirin loma jî têkçûyînê napejirîne. Îcar karekterên xurt divê piştî têkçûyînê çawa be gelo? Her têkçûyînê de divê karekterên me bimirin an na? Welhasil karekterekî zehîf e. Çima zehîf e? Ji ber ku Karekterê me li gor temaşevanan(civakê) dilîze. Heke karekterekî xurtbûya gerek civak jî bikarîbûya têk bibira ango binpê bikira. Miheme bi xurtbûna xwe, xwe diheyîne piştî xurtbûna wî şikiya, hebûna wî jî bêwate dibe. Çimkî bi saya otorîtê di nava civakê de xwe temsîl dikir. Esil ne karekterekî mêrxas e. Welhasil otorîteya wî ji dest diçe loma jî hebûna wî jî têk diçe. Çîrokek hem îronîk û hem trajîk e.
Çîroka “Axa Pîroz"
Bingeha xwe ji navdarbûnê wergitiye. Dizek û navdariya wî ya diziyê li seranserê welêt û derveyî welêt bela dibe. Heta li hecê jî diziyê dike. Lê herî dawiyê destê xwe jî ser dike. Karekterê vê çîrokê karekterekî guhliv e. Karekterekî baqil û qûrnaz e. Loma jî diçe ku fena xwe li her kesî dike. Her kesî dixe dehfika xwe, astarê karekterê me tune ye. Karekterekî heterojen e. Guherbar e. Karekterekî jîr e. Loma jî karekterekî xweşhûnandîye. Di warê diziyê de ti kes efû nekiriye û xapandiye. Heta ku destê xwe di ser de dike. Feqet her tişt ilim berdêlên wê hene. Berdêlên diziyê destçûyîn e helbet... çîrokek him pêkenonîk û him jî trajîkomîk e.
Çîroka Dara Miradan:
Di vê çîrokê de ya girîng têgiha “Exlaqê" ye. Navê karaktera me Reşê ye. Reşê neheqî lê çêdibe û navê li her cîyî belav dibe. Kî diçe û tê navên wê bi awayekî neyînî belav dike. Sersebebê wê yê ewilî jî tîyê wê ye. Paşê gelek dûrikan li dû wê distrên û gelek tûrikan pê darve dikin. Talî mêrê wê Şîno wê tîne ba mizgeftê mîna rejîma dewleta îranê bi keviran diricimînin. Berê berê mêrê wê û paşê mela û dûre kesên pê ra têkîlî danîbûn ew ricimandin. Di vê çîrokê de kesên kirasê exlaqê li xwe fesilandine Reşê diricimîne. Halbûkî kesên kiras li bejna xwe fesilandine kirasê bêexlaqiyê bixwe ye. Esil exleq mejî ye, fikir e, perspektîfa nêrînê ye. Exleq zanistî û xwezanîn e. Kesên durû, xwenezan û cahil xwe di binê konên exlaqek derexleq de vedişêrin. Loma di vir de a ku herî bi exleq Reşê ye. Reşê karakteteke paqij e. Feqet tirsonek e. Halbûkî berî ku bûyer biqewime dikare pêşiya vê bûyerê bibire lê vî tiştî nake çîmkî ditirse divê ya hinek min bibîne welew me xelet fêm bike. Belê tirsa civakê li ser Reşê heye. Loma ne karektereke azad e. Karektereke tirsnak e. Esil di vir de civaka feodal û têkiliya zayendî hatiye rûqalkirin. Ji ber ku di civakên feodal de şikandina hin tiştan dijwar e. Loma mijar hinekî feodalîte, zayendî, exleq û civakên şûndemayî, hwd... Talî çîrokek Trajîk e.
Çîroka Jinek û Mêrek:
Di vê çîrokê de mijar zewaca bêdilî ye. Du karelter di çîrokê de serdestin, karekterê yekem Helîm e û yê duyem jî Dilşayê ye. Şeş keç û du lawên Helîm û Dilşayê çê dibe feqet bi şaşî û nezanî herdu kurik ji terefê dêya xwe bêhemdî tê kuştin. Feqet mesele ne herdu kurik e, mesele bêdilbûna zewaca Helîm e. A girîng di vê çîrokê de ev e. Bêhizuriya karekterê me esil dibe sersebebê mirina du kurikan. Ji ber ku Helim karekterekî bêhizur e. Bingeha bêhizurbûna Helîm jî bêdil zewicandina wî ye. Ev bêdilbûn dibe sersebebên gelek tiştan... Ev çîrok jî çîrokek trajîk e.
Çîroka Kampûsê:
Mijara vê çîrokê zaningeh û jiyana karekterekî nûgihiştî rûqalkirine. Karekterê me li zaningehê hêdî hêdî bi xwe diese. Karekterekî fedîyok, nûgihîştî û naşî ye. Loma li zaningehê fêrî jiyaneke nû dibe û xwe dinase ango di rêya xwenasînê de ye. Feqet gotinên dêya wî jênaqere. “Tu rûyê me reş nekî”(103). “Temîna min li te tu ji qîzên bajaran dûr bisekinî" (101) Timî van dengan di silûka serê karekterê me de dengvedide. Di vê çîrokê de gotinên dêya karekterê me desthilatdariyê li tevgerên karekter dike. Nahêlê karakter azad tevbilive. Loma karekterekî hesîr e. Karekterekî bindest e. Halbûkî zaningeh ciyê xwenasînê, xwebûnê, azadiyê, lêkolînê, ger û seyranê hwd lê azad ji ber gotinên dêya xwe hêsîrane tevdilive. Karekterekî ne pirr azad e. Di ruhê karekter de fedîyokbûn heye loma jî nikare azad tevbilive... Welhasil gelek çîrokên me mîna bûyerên li navceyê diqewimin hatiye ravekirin û hûnandin. Gelek çîrok him trajîk û him jî îronîk bûn. Di çîrokên Mehmet Dîcle de Kolonyalîzm, trajedî, îronî, exlaq û navdarên dercivak, heq û neheqî hwd di çîrokan de serdest e. Çîroka Sala çîrokek mêtingehiyê ye. Çîroka xwînmijandinê û dilbijandinê ye. Keçika Sala jê hez dike, serdestê wî ye. Loma serdest gijnik e. Çîmkî qijnik bi xwînmijandinê xwe li ser pîya dihêlin. Loma jî Serdest her daîm qijnik e û xwînmij e. Ruh ji bindestên dikêşîne. Her daîm jinên serdest tim dilê bindestê xwe bijandiye xwe û vî awayî pergala xwe birêvebiriye. Loma çîroka me çîrokek xwînmij û dilbijandina kolonîzmê ye. Em werin ser çîroka bingeha wê exlaq jê difûre. Belê Reşê helbet ji hemû kesên destdirêjî wê dikirin gişan paqijtir û bedewtir e. Exlaq bi hiş û nêrîn û feraseta mirov ve girêdayî ye. Civakek dema bêexleq be, tek çareyek jê ra dimîne. Ew jî ji bo ku xwe bi exleq xuya bike, kirasên exleqê li bejna xwe difesilîne. Halbûkî kirasekê ku li bejna xwe fesilandiye kirasê bêexleqiyê bixwe ye. Reşê ji terefê tiyê wê, mele û gelek kesên din tên ricimandin. Çîmkî li gor wan Reşê dijexleq bûye, halbûkî yên berê berê hilkişiyan ser wê û xwe rehet kirin ên ku ewilî kevir dawişandinê ye(Ango tiyê wê,mele û mêrê wê û hwd.) Loma exleq bûye derpîyek û herkes li bejna xwe difesilîne. Exleq, bi bi mejiyê însên ve girêdayî ye. Civaka tu têda mezin dibe girêdayî ye. Bi malbata mirov bi xwe girêdayî ye hwd. Taliya talî çîroknûsê me Mehmet Dîcle behsa gelek tiştan dike. Behsa, nezaniyê, civakê, exleqê, nûgihîştinê, dînbûn û baqilbûnê, serdest û bindestiyê, zayendiyê, derûniya xwekêmdîyînê, desthilatdariya şexsan û a dewletê, trajedî, îronî û pêkenî û bêçaretî û hwd.