Serê pêşîn em kunyeya fîlmî bidin. Ev zincîrefîlm li ser kanala Netflix tê lîstin. Zincîrefîlmî heta niha sezonek li dû xwe hiştiye û 8 xelet jê hatine weşandin.
Ser û sebeba ku fîlm bû mijara nivîsara me, “naveroka wê ye”.
Hez kin, serê pêşîn em binêrin ca kî di vî fîlmî de hene.
Kerem kin “nasnameya zincîrefîlmê”
Çêker: Onur Guvenatam
Derhêner: Ozan Açiktan, Ali Taner Baltaci
Senaryo: Nuran Evren Şit, Jason George
Berhem: Şengul Boybaş
Lîstikvan: Beren Saat, Metmet Gungur, Başak Koklukaya, Metin Akdulger, Civan Canova
Wekî ji nasnameya wê jî xuya ye, derhênerî û senaryoya fîlmî karekî kolektîv e. Helbet li pişt vê ekîbê şêwirmendên dîrokzan, arkeolog û hwd jî hene. Em ê nekevin nav vê meseleyê.
Kêm zêde haya me hemûyan ji dengvedanên vê zincîrefîlmê hene. Pilek hindik be jî ferqa wê ji zincîrefîlmên tirkî yên heta îro heye. Yanî mirov dikare bibêje gavekê ji wan pêleltir çûye.
Helbet dabaşa me ev jî nîn e. Em dixwazin hinekî jî bi çavê “navmala kurdiyê” ve li vê meseleyê binêrin.
Çimkî em gelek ho bûne aqilê li pişt hema bêje hemû projeyên der barê herêma me de, ka aqilekî çawa ye û çawa bi hosteyî rastiya dîrokî li gorî xwe berevajî dike û wisa pêşkêşî civakê dike.
Çi bi rêya edebiyatê, çi bi rêya sînemayê, çi bi rê û rêbazên dîtir ev karê berevajîkirina rastiyê û ji nû ve dabînkirina wê li gorî siyaseta xwe, her berdewam e.
Heta niha me di fîlmên tirkan de, kurdên reben ê dergevan, ew ên bi tirkiyeke şikestî û kirêt, qebe diaxivin û ew cahil û nezanên mihtacê aqil û hîmeta bajariyên kej û spî yên entelektueliya tirkî, didîtin.
Niha jî gavekê bi pêşvetir çûne û wekî di zincîrefîlma ATÎYE de jî hatiye pêş, çend peyv û galgal bi kurdiya çavbelek jî bo projeya xwe kirine meze. Heçku bibêjin, “werin, li ser vê sifreyê bo bermahiyan para we jî ev gepê tisî dikeve.” Tê de peyvek kurdî heye ew jî xelet hatiye bikaranîn. Şûna ku bigota “Tu kî yî” wa gotiye “tu kî ye?” û pirsa “kîbûnê?” wekî angajmaneke felfesîk daye ser sîbera vê zincîrefîlmê û dewama wê nehatiye. Belkî em divê ji wan bipirsin, aya hûn kî ne?
Wekî tê zanîn, fîlm li Kurdistanê, li kûrahî û çakedêzên Girê Mirazan Xirbereşkê li pirsa “hebûnê û destpêka mirovahiyê” digere.
Wekî mijar: barekî qewî giran hildaye ser milên xwe.
Gelo mirov dikare bibêje çend cilika xwe ji avê deranîne û çend serederî pê kirine?
Bo bersiva vê pirsê hê jî zû ye. Divê mirov dûmahîka wê bipê, çimkî wekî her tiştî “ya tîr di binê dîskê de ye.”
Aya ATÎYEya xweşkok kî ye?
Neviya pîrejineke şîfaker û nojdara rihanî ku li gorî senaryoya fîlmî “rihê Şahmaranê” pê re hasil bûye. Lewre ew bi gelek pêşhatan serwext e û gelek raz û sirên esfûnî pê re hene.
Lewre jî ligel Stêrka Sirûis û efsûnên wê yên di çandên qedîm de, destana Kurdistan û Mezopotamyayê ya herî qedîm Şahmaran jî wekî binyadek bo vê projeyê hatiye danîn.
Di fîlmê de heta niha tenê yek peyva kurdî ji devê wan derketiye, ew jî “tu kî ye?” axaftinên bi Suryanî di fîlmê de hatine pêş. Li vir, li gorî projeyê zimanê tilsim û şîfreyên nepen, Suryanî ye.
Li vê derê wekî zimanê qedîm ê nivîskî li herêma me, bi Suryanî dest pê kiribe, îmajek tê çêkirin. Gelo ev çend rast e.
Heke em piçekî bala xwe bidinê, nivîsên mîxî yên Peymana Qadeşê di navbera Hîttît û Misriyan de bi zimanê Mîtaniyên proto-kurd, yanî pêşiyên kurdan hatiye nivîsîn. Hingê li herêmê Suryanî tune ye, Akadî hê ji zikê dayika xwe nû diwelide û Sumerî û Frengî û zimanê Qibtî yê Misrîyan bo vejîna zimanên nû ducanî ye û ha ha ye hemlê xwe deyne.
Îja ev tev li aliyekî, Girê Mirazan gelek berî vê serdemê ye. Destpêka destpêkê tê qebûlkirin. Behsa 12 hezar salan berî îro tê kirin. Senaryonivîsên fîlmî, wekî şîfre û tilsimên ji bo serkaniyeke hosa girîng û tarîxî mecbûr in şarezatir karê xwe bi encam bidin. Û divê xwe bigihîne kûrahiya kûrtir û biçin heta destpêkê.
Divê zimanê wan rulyef û tilisman zimanekî arkaîk be. Em dişên bibêjin, di vî warî de ATÎYEyê karê xwe baş nekiriye. Kawik maye.
Gelek zelal e, fîlmekî wiha ne tenê bo reytingan tê çêkirin, mebesta wê ji nû ve şîrovekirina jêrhişa çandî û tarîxê ye. Tu bîreke taze bo civaka xwe çêdikî, lewre jî mecbûr î li gorî wî barî berheviyên te hebin û her çend “senaryo” be jî, divê hinekî dî lihevhatî be û xwe bigihîne ser binemayê rastî û heqîqetê.
Kurdî tenê peyvek gotin nîn e. Bi ser de ew jî xelet!
Divê bizanibin zimanê Şahmaranê kurdî ye. Nojdariya jinan çandeke qedîm e ba vê civaka me. Pîredayikên êzdiyan ên şîfaker, tabir, sirzan û şarezayên şîroveyên xewnan û tilisman, her kesî piçekî vê civakê nas dike, dizane jixwe.
Lewra kurdî ne tenê zimanê lûrîna dengbêjan û pifkirina bilûr û defan e, ew berî her tiştî zimanê tilisman û şîfreyan e jî heman wext.. Madem hûn ê behsa destpêka destpêkê bikin û Girê Mirazan bidin ber ronahiyê, ma ne divê we hinekî jî behsa wî girî û baweriya xelkê wê derê ya ser wî girî jî bi zimanê wî girî bida axaftinê.. Hingê me dê ev proje mîna “destpêkeke baş bo hevserwextbûnê” fêm bikira.
Lê xuya ye, mîna gelek tiştên çanda serdest a tirko, karê wan hema tenê palosekirin e. Şûva zeviyê çend gîsnên lêde û wisa bike ku ne çandinî lê bûbe ne jî avahî ser ava bûbe..
Bi ya min, -nizanim gotin çendî giran e- ev hinekî jî bi awayekî dî yê talana çand û tarîxa vê erda pîroz e.
Îja ez dipirsim, Atîye, berra tu “kî ye?”