Gelo me sansur danî ser Nûdem Hezex û hinên din?
Ez vê nivîsê hem wekî þexsekî, kurdekî û rojnamegerekî, hem jî wekî edîtorê Diyarnameyê dinivîsim.
Qet nayê bîra min rojek ez û rêzdar Nûdem Hezex li cihek rûniþtibin, yan me silav dabe hev. Yanê ez ji nêz ve nas nakim, min jî navê wî bihîstiye.
Nayê bîra min ku birêz Hezex xirabiyek li min kiribe; ger min nebihîstbe û xirabiyek kiribe jî bila canê wî sax be. Min bixwe heta niha xirabiyek li wî nekiriye.
Heta îro tu pêþdaraziyeke min li hemberî wî çênebûye, ger ê wî li hemberî min çêbûbe ez nizanim. Û nayê bîra min wekî edîtorê Diyarnameyê min sansurek danîbe ser wî, sansur danîbe li ser nivîsek ku li ser wî, yan li ser berhemên wî hatibe nivîsîn.
Wê çaxê ev ji ku derket?
Ji vir:
Me roja 06.01.2020'an di Diyarnameyê nûçeyek wisa weþand: "2019: Ji ser online re pirtûkên kurdî yên herî zêde hatine firotin" Û ev me di twittera Diyarnameyê de jî parve kir.
Birêz Hezex di binê vê parvekirina di twitterê de notek wisa nivîsî:
"Balkêþ e di lîsteya kitêbên kurdî de sê roman hene û bi tenê yek ji wan "romaneke nû"ye (H.Yûsiv) ew roman jî ji Bîrê bi tenê 10 heb zêdetir hatîne frotin. Di nav ROMANên hatin xwendin de BÎR di nav lîsteya 10 an de ye. Ger ambargoyên çapemenîyê nebûya wê di rêza 1 de bûya."
Gelek kesên ku pirtûkên wan derdikevin di wê baweriyê de ne ku çapemeniya kurd li ser wan ambargo datîne, nûçeyên berhemên wan çênake. Loma min pêdivî pê dît ku bersivê bidim. Lewma ew rexne di bin parvekirina Diyarnameyê ya di twitterê de hatiye weþandin û yê sûcdar em in. Min jî wisa bersiv da:
"Wekî edîtorê Diyarnameyê ez bêjim, me ambargo dananiye ser pirtûka tu kesî. Ji aliyê me ve ger tiþtek wisa te bihîstiye bêje. Yan na kî ambargo daniye ser pirtûka te navê/n wê/wan bêje..."
Piþtî vê birêz Hezex gotiye; "Ez jî sîstema bazara çapemenîyê fêm nakim, bi tenê vê dizanim; Heya îro ji çapemenîya kurdî kesî slavek nedaye nivîsbêje Belalûk, Lîlistan, Mahzer, Bîr û Xizêmokê (trt6 jî tê de) Ne ew bitenê, gelek kesên weke wî"bêxwedî hene, çapemenî ji hin kesan re çawa dixebite darîçav e."
Min wisa bersiv da: "Pêþî ji weþangerê xwe re bêje te pirtûka min ji çend rojnamegeran re þand ku wan cih neda kê... Paþê were em xeber bidin..." û wî bersiva "Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin" (1) Gelo wan ji we re tiþtek þandibûn? Niha Demirtaþ xelata nobelê wergire ji bo hûn bikin nûçe hûn ê li benda weþanxaneya wî bimînin? Rojnamevan li pey nûçeyan digere, an nûçe li rojnamevanan? An ez þaþ im?"
A rast ez nizanim ji Hezex zêdetir ez bi rojnamegerî dizanim an na, lê ez dizanim ku herî hindik bi qasî wî bi rojnamegerî dizanim û ez pêdivî pê nabînim û rê nadim ku ew dersê bide min.
Li ser vê bû ferz ku ez hin tiþtan binivîsim. Ev tiþtên dinivîsim hem wekî bersiv ji bo birêz Nûdem Hezex in, hem jî ji bo kesên rexneyên wisa dikin:
Me gelek caran nivîsandiye ku weþanxane pirtûkên xwe ji me re neþînin em nûçeya wan çênakin. Ligel ku min nivîsî "Pêþî ji weþangerê xwe bipirse" jî, birêz Hezex hê îdîa dike me ambargo daniye ser wî.
Çima em nikarin bidin fêmkirin gelo?
Çima nivîskar ji weþangerên xwe napirsin, hesabê ji wan naxwazin dev diavêjin çapemenî ku cih nade wan?
Dema pirtûkek we neyê emê çawa bizanibin ew pirtûk derketiye, çi têde heye, çawa û çi nivîsiye?
Ma em gere herin pirtûkê bi pereyên xwe bikirin û danasîna wan bikin? Yek, em dê çawa bikaribin ew qas pirtûkan bikirin? Didu, ma xêr e, em çima bi pereyên xwe danasîn û reklama we bikin?
Ha, ez vê bêjim: Nivîskarên ez ji wan hez dikim ez diçim pirtûkên wan dikirim, lê ez nûçeya wan çênakim. Ez tenê mînakek bidim: Pirtûkên Mehmet Dîcle ji Avestayê dertên, hemû jî li cem min hene. Ez ji çîrokên Dîcle hez dikim û dema pirtûkek wî ya nû dertê ez dikirim. Lê min nûçeyên wî çênekirine.
Tu pirtûkek Nûdem Hezex negihîþtiye me û bi awayekî xwezayî me nûçeya wî çênekiriye. Lê tu ambargoya me li ser wî tune. Ma em dê çima ambargoyê deynin ser wî? Wekî dubare, pirtûk neyê mailê danasînê bê jî em nûçeyê çênakin. Ha, nivîskarekî me, yan kesek nivîsek li ser berhemek binivîse, em bi qîmet bibînin em diweþînin. Em nabêjin te çima li ser berhema filankesî/ê nivîsî. Jixwe li ser "Bîr"a Nûdem Hezex hevalê me Çorê Arda nivîsîbû, me weþand (2). Ger amborgoya me li ser wî heba me dê ew nivîs jî neweþanda.
Ji Weþanên Dara ku "Bîr" a birêz Hezex jî jê derketiye heta niha tenê du pirtûk ji min re hatine. Ew yek "Gurzo" yê Egîd Yazar bû û ya din "Alfabeya Kurdî bi Tîpên Erebî" a Amed Çeko Jiyan bû. Egîd jî, Amed jî her du hevalên min in, wan bi taybetî ji weþanxaneyê xwestibûn ji min re biþîne. Çawa pirtûk hatin me nûçeya wan çêkir. Wekî din bila berpirsên Dara bibêjin ka çend pirtûk þandine ji me re...
Ji bo gotina birêz Hezex a li ser "Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin" Gelo wan ji we re tiþtek þandibûn? Niha Demirtaþ xelata nobelê wergire ji bo hûn bikin nûçe hûn ê li benda weþanxaneya wî bimînin?" jî wekî bersiv em van rêz bikin bila mesele zelal bibe:
Di ev nûçeya navborî de nûçeya yekem mirina 1923 karkerên di dema kar de ye, jixwe ne hewceye ew tiþtek ji min re biþînin, jixwe 1923 mirî nikarin tiþtek biþînin jî. Û ne hewcebû birêz Hezex mînakek wisa bide jî.
Ya duyem qeyran û mirinên ji ber e-cixareyê, ya sêyem nûçeya þewata Katedrala dîrokî ye, ya çarem hilbijartina Spanyayê e. Em dirêj nekin, ka wê ev çi ji min re biþînin? Ez fêm nakim çima em tiþtan tevlihev dikin?
Her ku meseleya Demîrtaþ e, ew jî tiþtek din e jixwe. Yek jê qîmeta Demîrtaþ li cem me gelek û gelek e em vê nadin nîqaþkirin; ya diduyan jî li her derê, li nav hemû çapemeniyê îstîsna çêdibin.
Û piþtî ku min got "Bû ferz ez nivîsek dirêj lê bikim", a rast min nexwist dirêj jî bikim, birêz Hezex nesekinî û vê carê ev peyam parve kir:
"Hevalekî min ê hepsê ye Omer Ozdurak, niha li zîndanê ye, malbata wî pere dan ji bo weþanxane kitêba wî çap bikin.Hê min li derekê nedîtîye navê wî.Yanî, kes nikare bibêje çapemenîya kurdan bi edalet e. Her kes dizane çapemenîya kurdî ne objektîf e subjektîf e. mînakeke baþ nîne."
Em tên ser heman xalê: Gelek kes pere didin weþanxaneyên kurd û pirtûkên xwe didin çapkirin. Ev ne sûcê me ye, ne sûcê çapemeniya kurd e û sûcdarkirina me û sûcdarkirina çapemeniya kurd bêedaletî ye.
Ji bo pirtûka birêz Ozdurak pere dane kîjan weþanxaneyê, weþanxaneyê çi kiriye haya min jê nîn e, çima vê bi bîra min dixe ez wê jî nizanim. Ger pirtûka Ozdurak derketibe haya me jê nîn e û pirtûkek wisa nehatiye ber destên me jî. Ger me nûçe çênekiribe dîsa bila ji weþanxaneyên xwe bipirsin. Li ser vê mijarê tam 13 sal berê min nivîsek bi navê "Daxwazeke ji nivîskarên kurd" (3) nivîsîbû. Wê çaxê min bersiva van gotinan daye, lê waye em her xwe dubare dikin. Birêz Hezex jî, nivîskarên me yên din jî bila xêra xwe carek din li wê nivîsê binêrin. Tiþtek din ku lê zêde bikim nîn e. Nivîskar çiqas kedê didin ji bo nivîsandina pirtûkek bila piçek jî kedê bidin û li ser reklam û belavkirina wê bisekinin. Ma nabe? Ka ez çi bibêjim? Qet nebe bila ji weþangerên xwe bipirsin.
Bi kurt û kurmancî:
Ez wekî þexs û em wekî Diyarname li ser hin rêgezan em xebata xwe didomînin. Ne hewceye ez li vir qal bikim ku di nav Lijneya Diyarnameyê de em çi nîqaþan dikin, çi biryaran digirin.
Ger hebe kêmasiyek me, bi gelek rêyan her kes dikare xwe bigihîne me, lê ne mafê kesî ye bêyî berpirsî li ser milên me be, bêyî sûc ê me be rabe me sûcdar bike...
Dirêj bû. Ger heta vir hê jî we xwendina vê nivîsê domandibe lêborînek ji bo we ku min dema we girt.
1- 2019: Di Diyarnameyê de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin
2- Çorê Arda: Bîrek Monologwarî
3- Cemil Oguz: Daxwazeke ji nivîskarên kurd