proje, tu ji min bipirsî bi dilbijandina wê sêva heram ve dest pê kiriye di nav hiş û arezûyên benî adem de. Armanc: bêqisûrî, mikemelî..
niha bala xwe didimê. Li texma me jî, carinan kert û pirtikên ‘projeyan’ li ber çavên min dikevin. Car û bar bivê nevê vê pirsê ji xwe dikim, “gelo ev virûsek e?”
projeyên Hîtler ji bo afirandina nijadekî berz û pak tên ber çavên min. dawiyê gihîşt asteke wisa 500 hezar keçik û jinên bi ‘xişr’ yanî li gorî Naziyan bi qisûr hinên wan malzaroka wan deranîn û xesandin, hinên wan di jûrên gazê de fesitandin.
çimkî armanc ‘nijadekî bêqisûr’ bû. encam: em hemû dizanin gihîşt kîjan asta malkambaxiyê heta ku hemû dinya mecbûr ma lê rabe û vê teredîniyê bi dawî bike.
helbet jiyaneke bê plan û bê proje jî nabe. çawa planên kesan hebin, planên koman, dewletan, saziyan, nizanim çiyan jî hebûne, hene û dê her hebin.
belkî plan bo dabînkirina sazûmaniya jiyanê pêwist bin, lê belê gava ku plangerî bû reftarek û li ser kesanên dî wekî nîrê dabînkirinê hate bikaranîn, wê hingê berê meseleyê vediguhere aliyekî dîtir.
îja hez kin, ez bême ser merem û mexseda xwe.
ez dibêm qey divê em pênaseya azadiyê careke din bînin bîra xwe. ligel vê ji bîra xwe nebim, ku mirov xwedanşiyan û xwedanviyan e. divê em bikaribin rêzê li vê xwedanviyaniyê bigirin û çi nîr û hevcaran/maçkaran daneynin ser viyan û biryarên kesan. kes, bi xwe ye û azad e.
protîp tên çêkirin. Şêwejiyanan datînin ber me û ji me dixwazin.. na, naxwazin, me didin zorê ku em xwe têxin nav wan şablonan û li gorî wan, teşe û şêweyê jiyana xwe deynin. ev, çawa ji bo Hîtler xelet bû, çi berteng çi berfireh ev ji bo her kesî, her tiştî xelet e.
niha li dinyaya me ya siyasî şerê ‘projeyan’ heye. ew şer, duh jî hebû, îro heye û sibe jî dê her hebe.
niha li dinyaya me ya edebî şerê ‘projeyan’ heye. ew şer jî hebû û heye belam ma mecbûr e sibê jî hebe?
bizav ew e hin modêlên nivîskarîyê bên afirandin. nizam çiqasî mimkûn e. çimkî danênana edebî ji ‘projesaziyê’ bêhtir bi peyvê û afrîneriya edebî tê pêş. di vê bazarê de xeletiyek heye.
min di nav civatên dîndar de dîtibû. bizav ew bû, wekî mîsyoner ‘mirovê îdeal’ bê bipêşxistin. Bo nimûne: xweda, zana, dinyadîtî, bi edeb û hurmet, bi irfan û kerem.. axir, jixwe heke Xwedê pêdivî dîtiba dê hemû însan bi wê mikemeliyê daban û xilas!
niha di nav civata me de çavên min bi bizavên wiha dikevin. Modêltîpa tê xwestin di civaka edebî û roşanbîriya kurdî de hebe. Derçûyê/a zankoyê beşeke têr bi prestîj. divê du sê zimanên biyanî bizanibe û şarezayê dinyaya rojava be. ‘divê û divê’ naqedin.. ev bi ya min xafkek e. ev hewla mikemeliyê danênana baş, afrîneriyeke bikêr bi xwe re nayne.
peyv tiştekî din e. nivîsîn û xeyala fireh a nivîsînê her çendî pêdivî bi wergêr û hilgirên deranî û dinyayê hebe, esas, kaniya vî tiştî di hundir de ye. afirînerî bi ‘projeyan’ nayê peydakirin, afrînerî di rih û kûrahiya temasa bi axê re peyda dibe.
Welhasil, belkî em ên bi vî zimanî coxîna hizra xwe gêre dikin, divê bizanibin ku em tenê û tenê pale û mirêba ne, xudanê vê meydanê belkî jî her kes e; her kesê xwe kurdziman dizane û her kesê xwe kurdnijad dibîne...
kurdî mala me hemûyan e.
divê em nekevin ber bayê ‘projeyan’; proje bo hindê bin, ku em rêya xwe pê bînin. em divê xwe hînî deng û pêjna hevdu bikin û dilê xwe lêk vekin.
nivîsîna bi zimanekî serê pêşîn, karê minetê nîn e. karê ‘projeyan’ nîn e. bela xwe ji me vekin. bihêlin bila xwende û dilsozên xwendina vî zimanî qirara xwe bidin. avê şêlo nekim!
di bin dûkêla van ‘projeyan’ de, ber bi giravên nû yên peyvê ve!