• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Cîhan ROJ
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

cihanroj@hotmail.com

  cihanroj1

  cihanroj93

“Arjen” û Arjen Arî

Dîrok : 03 11 2019

Di 30 meha kewçêrê de Arjen(!) hate bibîranîn. Bi wê minasebetê ez ê bîranînekê parve bikim û ez jî wî 'ji milkê dil" bibîrtînim!

Min Arjen Arî di sala 2001'ê de li Konferansa Nivîskaran a li Îzmîrê hev nas kir. Em ligel hev rûniþtin, me gelek sohbet kir.
Di sala 2003'yan de li Rojên Wêjeyê yên li Diyarbekrê em dîsa hatin ba hev. Li vir, roja pêþî li hola otêlê rûniþtî bû, me li hev pirsî, go, were rûnê, ji adetên me ye, em li hev xwedî derbikevin, hûn her yek ji cîhekî hatine, rojekê rêya me bi we ket qenebe hûn silavekê li me bikin. Ez hinekî li cem rûniþtim, ew li benda Firat Cewerî bû ku Firat Cewerî jî wê rojê ji Swêdê hatibû û li oda xwe bû. Pey re li resepsiyonê ew Firat Cewerî bi têlefonê axivîn, Arjen Arî têlefon git, go, Firat Cewerî dibêje, ez gelekî betilî me. Bila ew bêhna xwe bide, em ê sibe hev bibînin. Em derketin.

Roja mayî bi tevî wî Berken Bereh û çend nas û dostên din em rûniþtî bûn me xwarin dixwar. Sohbeteke xweþ bû ji bo min. Di panelê de Arjen Arî moderatorî dikir. Cara pêþî bû ez derdiketim pêþberî xwendevanan, bi heyecan bûm, hestiyar bûm.* Arjen hay ji wî halê min ê heyecan çêbû û pê re dora axaftinê da min.

Li gorî min Arjen Arî bi tevî gelek polemîkên edebî û yên rojane ên wê wextê di sohbetên xwe de kesekî jidil bû, çi bigota jî mirov bi gotinên wî nediêþiyan. Wê wextê pir kêm be jî min li ser helbestên çend kesan nivîs nivîsîn. Carê du caran hat ser dilê min ez bo helbestên Arjen Arî jî nivîsekê lê bikim min nenivîsî çimkî ger min objektîf binivîsiya ê bibûya sebebê gelek polemîkan. Li her devera dinyayê, di pêvajoyên înþakirina edebiyatê de hesasiyeteke ecêb tê pê... Wexta min binivîsîya gere min hem aliyên erênî lêkirana hem jî aliyê neyînî...

Di sala 21.07.2008'an de mi di Diyarnameyê de bi navê "Flortên Edebî û Þîrove"** nivîsekê nivîsî, di wê nivîsê de min kêfxweþiya xwe nivîsîbû ku êdî di navbera nivîskariya kurdî de flort diqewimin, ew hev qebûl dikin, nivîsên baþ bo hev lê dikin(ne pesin). Pey re jî min mînak dabûn.

Arjen Arî bi navê, "‘Flortistî’ an ‘Fortîstî’?*** nivîsekê di Diyarnameyê de nivîsî, nivîseke balkêþ bû çimkî min ew nivîs li cem xwe wekî hincetekê didît a rast ji nav dernediketim, bi seyr bû ew nivîs! Bêyî delîl û desîse bû li gorî min heta êriþkarî tê de hebû, ne mimkûn bû merivan ew êrîþ bi tenê bi rexneya wê ve girêda, wî nivîsa xwe li ser wê hincetê sazkiribû bê çima min wexta navê nivîskaran lêkiribû bernavkên wan nenivîsîbû!

Pey re di Azadiya Welat de ew nivîsa xwe weþand. Di 11.08.2008'an de min bi navê "Hewl didim têbigihîjim" nivîsekê nivîsî û ew polemîk man li wir.

Di sala 2009'an de ji bo bernameyeke televîzyonê ez li Diyarbekirê li Mala Dengbêjan bûm. Paþê min dît Arjen Arî û Ehmed Huseynî tên. Ez hinekî fermî tevgeriyam, bawer dikim hay Ehmed Huseynî ji wan polemîkan hebû lewma deng li me herduyan kir, got, qey navbera we ne xweþ e? Arjen Arî bixêrhatin li min da, me li hev pirsî. Li pey bernameyê em çûn, me tevan pev re xwarin xwar.

Piþtî nexweþiya xwe (heya wê rojê haya min ji nexweþiya wî tunebû) rojekê ji min re maîlekê bi rê kir, nivîseke min di Diyarnamê de xwendibû, agahiyeke di nivîsa min de þaþ hatibû nivîsîn, bi dostanî ez þiyar kirim da ku ez wê xeletiya di nivîsê de sererast bikim ku agahî di derheqê nivîskarek din de bû. Bi wê maîlê re hay min ji nexweþiya wî çêbûbû ku ew li Edeneyê bû. Ez xemgîn bûbûm. Piþtî peyama ji bo derbasbûyînê mixabin nexweþiya wî nehiþt têkilî dewam bikin.

Çima îro nivîseke wisa lê dikim? 

Berî wextekê, di Googlê de li nivîseke xwe digeriyam, min beþeke ji “Xasenezer” ya ku li pey mirina Arjen Arî ji alî hin kesan ve hatî amadekirin û weþandin di înternetê de dît ku li wir xuya ye ew mishef ji nivîsên Arjen Arî hatiye pê.

Li wir mi dît nivîsa Arjen Arî ya bi navê “Flrotistî” an “Fortistî” dît ku di nava têbiniyan de nivîsa min hatiye destnîþankiirn ku ew nivîs di malpera Diyarnameyê de hatiye weþandin.

Li vir pirseke nû ya ji bo qada dîjîtal tê meydanê;

Gelo nivîsên qada dîjîtal dikarin bibin çavkanî? Baþ e, îro roj wekî çavkanî têne nîþandayîn lê ku ew malper were girtin ê xwendevan çawa karibin xwe bigihînin wê nivîsê? Ji lewre di nivîsên bi gengêþî û bi polemîk de, meriv dikare çareyeke çawa jê re bibîne? Çimkî xwendevan wextê hew nivîsekê bixwîne yek alî dimîne û aliyê din mexdûr dibe…

Lê sebeba ku ev nivîs hat nivîsîn ya herî hestiyar û muhîm sebebeke din e; min ji rexneya Arjen Arî femkiribû ku wî rexne li min girtiye bê çima mi di nivîsîna navên nivîskaran de, hêja, birêz bikarneanîne û min di nivîsa wekî bersiv ya xwe de sebeb lêkiribûn ku navê nivîskaran bixwe hêjayê hurmetê tê dîtin ji lewre îcabê peyvên wisa nake!

Baþ e, berî demekê di sohbeta bi dostekî re me Arjen Arî bibîranî min jê re behsa niyeta xwe ya derheq wê nivîsê de kir, wî hevalî go, te bi xelet fêm kiriye, Arjen Arî li xwe girtiye ku bê te çima nav û paþnavên her kesî nivîsiye lê te di nivîsa xwe de negotiye Arjen Arî, te hew Arjen gotiye!

Ez þoq bûm, çimkî min ji samîmiyet û ji hezkirinê wisa lêkiribû û tu niyeteke dîtir tunebû ji lewma jî hiþê min neçûbû ser wê detayê û min îhtîmal lê negirtibû! Welew niyeta min nehatibe qebûlkirin jî ê çawa hew ji ber sebebeke wisa kesekî mîna Arjen Arî rabûya nivîseke hewqas dûvdirêj, sert lêkira! Ez hê jî îhtimal lê nagirim ku bi tenê ew nivîs ji ber wê hatibe nivîsîn… 

Wekî gotina dawî, her dixwazim bêjim, Arjen, lê ji ber nîyeta min nehatiye fêmkirin û wî xwestiye meriv bêje, Arjen Arî ez ê çi wext wî bibîrbînim ez ê bêjim, Arjen Arî…

Tu reng û dengekî cuda bû Arjen Arî, þiîra te, meselên edebî yên din em wan bidin aliyekî lê tu hezkiriyekî edebiyatê yê hêja bû, bi dubareyî te bibîrtînim Arjen Arî… 

Careke din lê fikirîm qada nivîsevaniyê qadeke gelek muhîm û hesas e, wekî vê mînakê, carnan niyet û peyvên herî mehsûm dikarin bibin sebebê nexweþiyan. Nabe ku meriv hew ji hest, ji samîmiyet û bi ya dilê xwe nivîsan lê bike, bi awayek gere her gotin û hevoka merivan xwe ji hestiyariyê bike bi ya aqil were sazkirin û þertûþûrtên nivîsê esas werin girtin.


*Ji heþtê û heftan heya nod û heftan deh salan li Mêrdînê mabûm... Û ji sala 1993 heya 1997’an li Mêrdînê di rêveberiya sendîkayê de wekî Sekreterê Perwerdehiyê xebitîbûm, di wê pêvajoyê de gelek caran çûbûm Diyarbekirê. Gelek êþ, azar, bîranîn û hetiketiyên dema þer hebûn li cem min. Piþtî þeþ salan wekî helbestvanekî li Diyarbekrê derdiketim pêþberî xwendevanan û zor e meriv wê derûnî û wî halî texmîn bike…
** Filortên edebî û þîrove
*** 
‘Florttistî’ an ‘Forttîstî’?


Fotoyek ji wê demê...
***

Du e-mailên wê demê...

  

Cîhan ROJ

Hemû Nivîsên Cîhan ROJ

Hûn dikarin li van jî binêrin

Biharê Girava Extirmanê xemiland

Biharê Girava Extirmanê xemiland

18 04 2021

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

18 04 2021

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

17 04 2021

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîþkan vekir

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas...

17 04 2021

Nûçeyên nû

Biharê Girava Extirmanê xemiland

Biharê Girava Extirmanê xemiland

18 04 2021

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

18 04 2021

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

17 04 2021

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîþkan vekir

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîþkan vekir

17 04 2021

ZEND'a 28'an derket

ZEND'a 28'an derket

17 04 2021

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

MÊZÎNA XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ!

Mîrza Ronî

Þêxo Fîlîk

Þerm û Jinûveavakirina Civakê

Þêxo Fîlîk

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname