Cara ewilî ye ku min rêzefîlmekî bê navber û ji sêrî heta binî li pey hev temaşe kir. Wext di ber re wekî avê herikî. Her çiqas min niyet bû her şev li beşekî temaşe bikim lê min hew dît hemû beşên rêzefîlmê qediyane û bûye sibeh.
Rêzefîlma alman "Skylines" ku van rojan li ser Netflixê hate weşandin bi taybetî li Almanyayê dengekî bilind veda. Ji senaryoya wê bigirin heta performansa karekteran û aliyê wê yê teknîkî ji hêla medyaya alman a sereke ve gelekî hate şîrovekirin pesinandin.
Rêzefîlm ji senaryoyeke derbarê rapvan û hîphopvanan a krîmînalî, xiyanet û madiyetê pêk tê. Fîlm ji sêrî heta binî bi stranên rap û hiphopê xemilî ye. Dîmenên xweş ên ka straneke hip hopê çawa çêdibe, muzîka wê li studyoyan bi çi awayî tê tomarkirin gelekî balkêş in.
Hewla berbiçavkirina xeyala ciwanan a mezinbûna di nava cîhana hip hopê de, şer, pevçûn û destê mafyayê yê di nava vê pîşesaziyê de bi awayekî serkeftî li ber çavan hatiye raxistin.
Lehengên rêzefîlmî bi piranî karekterên kurd in. Ne tenê karekterên muzîkvanan, her wiha karekterên piraniya kesên bi karên krîmînalî jî dirabin kurd in.
Hilbijartina karekterên kurd ne bi tesadufî ye, ji ber di hip hopa almanî de bi salan e muzîkvanên esilkurd ên wekî Azad, Xatar, Haftbefehl, Kurdo û gelekê din serkêşên vê pîşesaziyê ne.
Derhênera her sê beşên dawiyê ya Skylinesê jî Soleen Yusef a ku bi eslê xwe ji Duhokê ye. Wekî wê di hevpeyvîneke xwe de gotibû, wê rihê xwe yê kurdî jî tevlî rêzefîlmî kiriye.
Di her sê beşên destpêkê de digel ku piraniya karekteran kurd in, hema bêje tişteke bi kurdî tê de nîn e û car caran gotin û hevokên tirkî hatine bikaranîn. Lê di her sê beşên dawiyê de Soleen Yusef cihê xwe diyar kiriye; hevok û diyalogên bi kurdî, gotinên wekî kurd û Kurdistan li gelek cihan êdî têne dîtin. Di beşa pêncemîn de jî li cihekî muzîka strana Nizamettin Aric a bi navê “Dayê rojek tê“ bi awayekî berbiçav hatiye bikaranîn.
Di rêzefîlmî de siyaset nîn e. Kî çi be ew e. Wekî hemû karekterên din, karekterên kurd jî bêyî vir de wê de, digel başî û xirabiyên xwe yên heyî, xwe kurd dibînin û wekî kurd didin nasandin. Behsa nifşekî tê kirin ku bûne parçeyekî Almanyayê. Li wir mezin bûne, hevjînên wan û hevalên wan biyanî ne. Muzîka bi almanî çêdikin.
Skylines ku bi piranî li Frankfurtê hatiye kişandin, ji her hêlî ve hem balkêş e û hem jî herikbar e. Mirov hem hestiyar dike, hem dikenîne û hem jî kelecanî dike.
Di roja me de li welatên wekî Almanyayê rapvan û hip hopvan îdolên ciwanan e. Bi muzîka wan mezin dibin. Bi rêzefîlmê Skylines wê çavên gelek ciwanên meraqa jiyana rapvan û hiphopvanan dikin vebe. Bi Skylines wê hem ji nêzîk ve bibin şahidê xweşî û hem jî yê nexweşiya ev muzîkvan di nav de ne.
Di dawiyê de ji bîr nekim, Skylines bi sezona yekemîn neqediya, bê sebir li benda sezona duyemîn im...