logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. ​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine
  2. Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî
  3. Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan
  4. Li Kerkûk, Silêmanî, Duhok û Hewlêrê kîjan partî bi ser ket?
  5. Biryara tehliyeya Şaredarê Esenyurtê Ozer hat dayîn

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Nivîseke vir de wê de: Hin agahiyên ku ez tênagihim çima

  • Dîrok: 29/07/2019
Bi destûra we ezê hin tiştan rêz bikim ku heta niha ez tênagihêm ku çima wisa ye.

Amed Spora bi tirkî
Amed Spor tîmekî kurdan e. Bênîqaş hemû kurdên hezkirên fûtbolê yên li Bakur ji Amed Sporê hez dikin û bi serketinên wê serbilind dibin. Nav ne hewceye lê heta niha nivîskarên sporê yên kurd ku li ser Amed Sporê nivîsîne ew şibandine Atletico Bilbao (Tîma herêma Baskê), yan jî Barselonayê (Tîma herêma Katalonyayê). Van nivîskaran xwestine Amed Spor jî bibe tîmek wisa. Ev her du tîmên navborî di klûbên xwe de ne zimanê serdestan lê zimanê xwe bikar tînin. Heta vir tiştek şaş nîn e. Şaşî di vir de ye: Niha nivîskarê kurd Alî Fîkrî Işik li ser Amed Sporê bi navê "Amed Spor Kaos ve Direnîş" pirtûkek nivîsî lê bi tirkî. Çima?

Fîlmê li ser Qazî Mihemed
Derhênerekî bi navê Muhammet Arslan ev demek e ji ser tora civakî re ragihandiye ku ew dixwaze li ser Qazî Mihemed fîlmekî bikişîne û ji bo der û dorê alîkarî dixwaze. Heta vir tiştek normal e, lê li vir du tişt derdikevin holê:
Yekî ji ser twitterê re pirsî bû, "Dê zimanê fîlm bi kurdî be?" derhêner ev bersiv dabû, "Em hê nehatine wê astê." Yanê çi?
Ya diduyan derhêner fîlmê "Kanli Postal" kişandibû bi vê tiştek nexist ser bêjingê û bi qasî em dizanin di warê sînemayê de serketineke mezin a birêz Arslan jî nîn e. Çima ew fîlmê Qazî Mihemed bikişîne?

Hunermendên kurd bi tirkî diaxivin
Dema me got huner gelek cure dikevin navê. Ji şano heta muzîkê, ji wêne heta peykersazî... Hunermendên kurd ên bi kurdî distrên jiyana wan bi tirkî ye. Di jiyana wan de tirkî serdest e ne kurdî. Wê rojê li strana stranbêjeke kurd guhdarî dikim, min dengê muzîkê heta dawî bilind kiriye. Stran xilas, berî derbasî strana din bibe çend sanîyan bêdengî hew min dît dengê "Super Oldu" ji wê stranbêjê hat. Çima?

Pêşî bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive
Nivîskarên kurd hene zarokên wan bi kurdî nizanin. Çima nizanin ji ber ku dê-bav bi wan re bi kurdî xeber nadin loma. Wê çaxê tu çima ji min re dibêjî bi kurdî binivîse, biaxive? Ka serê pêşî tu wê kurdiyê bi zarokên xwe bide hînkirin. Yan na ez çima bi kurdî biaxivin. Ne?

Î.X.Baran çima bi tirkî dinivîse
Nivîskarên kurd di hesabên xwe yên tora civakî de çima bi tirkî dinivîsin? Mesela Îbrahîm Xelîl Baran... Nivîskar e, serokê partiyeke kurd e û xwe ji her kesî zêdetir Kurdistanî nîşan dide. Û radibe bi tirkî dinivîse. Ka çima?
Ger hûn bêjin te çima qala wî kir, ezê bêjim a rast carinan tiştên xweş dinivîse, loma hat bîra min.

Şîr û hêk
Hefteyek berê ji Duhokê dîsa çend mêvanên min hebûn ku didu jê yekem car ez dibînim. Berî her tiştî ez pirsa "Tu çi karî dikî?" dikim. Got: Ez dondirme (bestenî) çêdikim û difroşim. Ticareta wê dikim. Min got hûn şîr ji ku digirin, got ji Îranê tê. Ez hîn bûm ku ji şîr heta qutîkên dordirmeyê, her tişt ji Îranê tê û ew tenê li wir çêdikin û li der û dorê belav dikin.
Hêk jî ji Tirkiyeyê diçin Başûr. Çima? 

Nivîskar çiqas pirtûkên xwe dişopînin?
Gelek nivîskarên kurd hene pere didin weşanxaneyan, weşanxane pirtûkên wan çap dikin û jixwe re difroşin. Ew nivîskar qet napirsin te çend heb ji vê pirtûkê çap kir, çiqas belav kir, te şand ji rojnamegeran re yan na? Çima li cihek hema nûçeyek biçûk jî derneket? Ez fêm nakim, bîr nabin, yan di asta "hema bila pirtûk derê bes e" de ne.
Aliyê din ê meseleyê jî ev e: Weşanxane qet ji xwe re nakin kurm ku pirtûkek ji rojnamegerekî/e kurd re bişînin ku nûçeyek wan çêbe. Çima

A rast gelek tiştên ku ez tênagihêm hene, lê hema hin min rêz kirin. Dibe ku pirsgirêk di min de be... Nizanim. De wekî mezinan gotiye "De a bixêr."

Hin Nivîsen Nivîskar

Bi îstatîstîkan çend rexne li DEM Partiyê

  • 07 Gulan 2024

Em pêşî vê bêjin: Di hilbijartina 31’ê adara 2024’an de bi taktîkek serketî kurd bi ser ketin û serketin pêşkêşî hinên din jî kirin.  Li Wanê hemû navçe girtin, dîrokekek nivîsî. Bajarên xwe yên...

Kurdan 'Paşhilbijartin' hînê dinyayê kir!

  • 31 Tîrmeh 2024

Li dinyayê li welatekî dema hikumet dixitime, dema welat dikeve tengasiyê pêşhilbijartinê li dar dixin. Hikumeta nû karê xwe didomîne. Werin em binêrin ka li cem kurdan ev çawa dimeşe. Mijara me hilbijartinên Herêma...

Dê malpera TRT'ê jî biguhere?

  • 13 Rêbendan 2009

 Me pêşî di "Diyarê Me"* de li ser TRT 6'ê hin gotinên xwe gotin. Vê carê emê ji aliyên din ve li meseleyê binêrin.Helbet emê qala ev...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Pirek û 4 can...

news

'Agac Adam'

news

Li ber siya spîndarê

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Bi erê û nayên xwe Konferansek li Silêmanî

ad

Hizbên Kurd ên li Kerkûkê: Rewş wiha berdewam bike, wê karesat rû bide

ad

Mebûsa kurd pirsî, wezîrê tirk eşkere kir: 35 hezar xwendekarî kurdî hilbijartiye

ad

Romaneke nû: ‘Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî’ derket

ad

Hefteyeke festîval: Di sînemayan de 8 fîlm hene

ad

Kareseta Wanê û zihniyeta nijadperest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

​​​​​​​PDK'ê 29, YNK'ê 18 kursî girtine

  • 11 11 2025
news

Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî

  • 12 11 2025
news

Ji Lîsê 6 pirtûkên helbestan

  • 13 11 2025
news

Li Kerkûk, Silêmanî, Duhok û Hewlêrê kîjan partî bi ser ket?

  • 12 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname