Pêşeroja Çiroknûsiya Me;
An Jî Wek Nûnerên ‘Edebiyata Pêşerojê’ Çîroknûsên Ciwan
Heke makezagona bindestiyê hebûya, teqez wê xaleke wiha jî tê de hebûya;“Yek ji binbariyên bindestan, sazkirina pêşeroja xwe ye” û wê wiha pê de biçûya; “Her bindest mecbûr e ku bi plansaziyên îroyîn bikeve bin barê sazkirina pêşeroja beşa ku pê re elaqedar e”
Muzîkjenek sermeselê… Tevî nimandin û pêşxistina hunera xwe, heke karibe rê li ber pêşketin û xwegihandina muzîkjenekî ciwan veke, ji bo berhemine baştir û têkûztir wî/ê motîve bike qey xirab e? Ji ber ku bindest -wekî serdestan- ne xwediyê wê pergalê ne ku nifşên nû bi derfetên xwe, di dibistan û akademiyan de jixweber bigêhin. Loma her bindestê ku bi beşekê re eleqadar e -rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, şanoger û hwd- her yek ji aliyê xwe ve bi heman teşwîqkirinê têkeve bin heman barî, hem wê ew ‘rihê piştevaniyê’ veje ku ew rih e ya ku pişta bindestan rast dike hem jî ew pêwendiya ku bindestan bi girêkên nepen bi hev ve girê dide wê qeyimtir bibe. An naxwe bindest wê were ser gotina Paulo Freirei ku di ‘Ezilenlerin Pedagojisi’ (Pedagojiya Bindestan) de dibêje; “gelo armanca bindestan hilweşandina pergala serdestî-bindestiyê ye an derdê wan ew e ku ji bindestiyê xilas bibin û bibin serdestê hinekan? (…) Yan jî ji vê jî xirabtir, hewl didin ku di nava bindestiya xwe de serdest û bindestên navxweyî çêbikin?” û vê mînakê dide; “Wekî mesela bûka ku bi salan tahdeyê ji xwesûya xwe dibîne, pişt re dema dibe xwesû heman tahdeyê dide bûka xwe.”
Bi armanca balkişandina ser vê fikrê, di vê nivîsê de wê çîroknûsên ciwan biaxivin. Helbet ji bo gihandin û teşwîqkirina wan ev tiştekî pir biçûk e. Lê wekî li jor hat gotin, ev tenê destpêk e û balkişandin e.
Bi vê mebestê 5 çiroknûsên ciwan 5 pirs bersivandin.
Nîşe 1; Ev nav li gorî van krîteran hatine destnîşankirin. Çîroknûs, xwedîberhem, temen ji 30'î biçûktir.
Nîşe 2; Rastnivîs aîdê çîroknûsan e û mudexale lê nebûye.
Pirs 1. Ji Platon heta roja me ‘hewcederiya hunerê’ her bûye cihê nîqaşê. Philip Sidney, Stephen Gosson, Percy Bysshe… tim li bersiva pirsa “huner çima heye?” geriyane. Her wiha P. B. Shelley bi navê ‘Helbestparêzî’ gotarek nivîsiye û bi awayekî dûdirêj li ser hewcedariya hunerê û divêtiya wê sekiniye. Axir her qonaxekê li gor şert û mercên serdema xwe hewcedariya hunerê bi awayekî parastiye an jî hebûna wê rexne kiriye ku huner ne tiştekî bivênevê ye ji bo civakekê. Li gor te edebiyat çima heye, çi dike û jiyanê çawa li me hêsan dike? Ger tunebûya wê çi biguheriya di dîroka mirovahiyê de?
Hesen Ildiz; Mirov gava xwe bi tiştekî mijûl bike, bo wateyekê bide kirina xwe, hûr û kûr li ser kirina xwe disekine. Loma, meseleya huner bi kêrî çi tê, bi qansî hunerê bi xwe kevn e. Bi ya min mirovê ku zikê wî têr, ango yê gava pêdiviyên xwe yên sereke anî cî, hay li hebûna xwe ya şipî tahzî û tunebûna xwe ya ku ne gengaz e ku rê li ber bigre, dibe. Hew ne huner, ji hemû baweriyan bigre heta artificial intelligence, hemû bingehên kirinên beşer bi hawayekî xwe dispêre rêlibergirtina vê tunebûnê. Ji xwe metefazîkbûniya hunerê jî pişta xwe dide vê realîteyê.
Heta çend sal berê min digot edebiyat tekane tişt e ku wateyê dide hebûna min. Wê çaxê werê xuyaye ku pir di bin tesîra Kundera û Sartre de mame. Lê aniha ji bo min ewqas cihekî giring nagre. Jiyanek heye divê bijîm, divê rojek min tije bibe. Ez jî wextê xwe yê heyî, ji mecbûrî mîna Dr. B. yê ku di girtigehê de çawa ji mecbûrî her tim pirtûka Kişikê dixwend, bi xwedinê derbas dikim. Nivîsandin jî ji xwe li dû wê tê. Lê ez vî tiştî jî dizanim, kes ji me ne Şehrazad e û em nenivîsînin em ê neyên kuştin. Xweziya min bikaribiya bigota, bê edebiyat dê dinya cihekî nexweştir ba û mirovahî dê di halekî perişan de ba, lê ne wisa ye mixabin. Ger heta îro pirtûkek jî nehatiba nîvîsandin, dê rewşa mirovahiyê ji ya niha ne xerabtir ba.
Ferhadê Mihemed; Ez bawer im gelek tişt ê bêtehm bimana. Edebiyat jiyan bi xwe ye; jiyan edebiyat e. Edebiyat merheleyeke welê ye ku meriv hespê xwe -gotina xwe hestên ku di dil de pengbûyî ne- bi her awayî bide bezê, bide xar. Edebiyat însên, mejî û hizra însên kûrtir, hestên însên teniktir û ziravtir dike. Hîsa empatiyê xurttir dike. Bi ya min divê edebiyat, gotin û qise her tim hebe.
Rehmî Kurdziman; Edebiyat ji ber ku em însan in, heye û heta ku însan hebin jî dê hebe li gor min. Edebiyat gelek tiştan dike. Em niha li vir rêz bikin belkî per têrê nekin. Lê ha wa te gotiye jiyanê li me hêsan dike. Ez nizanim çawan hêsan dike lê bêguman bi awayekî ji awayan li hinek însanan jînê hêsan dike. Ez li ser xwe dikarim bêjim, dema ku dixwînim hemû pirs û girêk û kêşe ji bîra min diçin û boy demeke kin be jî aram dibim. Wek bersiva pirsa dawî, wele ez ewqas ji dinyayê fehm nakim ku bikaribim bêjim herge edebîyat tunebûya dê wiha û aweha bûya.
Siyajîn Aramî; Edebiyat, çalakiyeke bîrê ye, ji serborî û fictionan ava dibe. Serborî paşeroj, fiction jî pêşeroj e. Edebiyat, xwenasîn e, nasnameya civakê ye. Huner ji bo edebiyatê teknîkek e û edebiyatê bedew dike. Huner û edebiyat her tiştî estetîze, têr, çak, bedew, henûn, ronî û baş dikin. Ger tunebûya dê civakeke hov û tarî hebûya, di îroyîn de civak çendî ronî ye? Edebiyat û huner hertim hene di xwezayê de, xwedîlêderketin û lêgerînek divê. Edebiyat ji bo min hêza lixwemikûrhatinê ye.
Kadîr Stêra; Ez hûnerê wekî wargeha xwedîtinê dibînim. Ji bo mirov xwe nas bike hûner jî heye. Pir mirov hene girêdayîbûna wan ya hûnerê wan li ser nigha dihêle. Ji ber ku mirov xwe temam bike hûner heye. Heger edebiyat tunebûya li gorî min wê qonaxên hûnerê yên din kêm bimana. Hertim wê baskê hûnerê şikestî bimaya. Jiyana bê edebiyat wekî wesayîtek bê şofor e. Heger edebiyat tunebûya belkî anha ez ne ez bûm. Belkî anha tu ne tubû. Edebiyat, dilê mirov tenik dike. Ji bo em civakê nas bikin ji bo em xwe nas bikin edebiyat heye. Dema ez li civakê dinêrim, ez vê ferqê hîs dikim. Mirovên ku dest bi xwendinê dikin ji nîvê wan bêhtir têne guhertin û xwe ji nû ve ava dikin. Bi çavekî cûda êdî nêzî bûyeran dibin û hêdî hêdî xwe nas dikin. Ji bo wateya jiyanê geş dike ez edebiyatê ji bo mirovan pir hewce dibînim. Heger edebiyat tunebûya wê valahiya dilê mirovan pirtir bûya.
Pirs 2. Hûner, civak û siyaset her di nava pevçûneke nebinavkirî de ne. Nivîskarê Grekî Aristophanes wek beşeke komedyayê qala têgeheke bi navê ‘parabasis’ dike. Li gor ku Aristophanes qal dike, parabasis tiştekî wiha ye; piştî lîstika komedyayê dest pê dike û demekê şûn de beşa parabasis dest pê dike. Dema dibe parabasis, lîstik disekine, fiction/sêwirandin radiweste û lîstikvan tên li ber sahneye rêz dibin, maskeyên xwe yên lîstîkvaniyê ji rûyê xwe derdixin û rasterast hîtabî temaşevan (civak) û siyasetmedaran dikin, di ser wan de diqîrîn û wan rexne dikin, şaşiyên wan didin rûyê wan. Paşê maskeyên xwe dîsa dixin rûyê xwe û lîstik/sêwir didome.
Jusdanius jî di niviseke xwe de dibêje ‘aliyekî hûnerê yê civakî û siyasî heye.’ Baş e, li gor te wek beşeke hûnerê edebiyat-civak-siyaset di nava pêwendiyeke çawa de ye û divê di nava pêwendiyeke çawa de be?
Ferhadê M. Bêşik pêwendiyeke qehîm heye. Serqisê meriv rastetast nikare hin gotinan li dijî dîktatorekî xwînmij bîne zimên, hingê hûner û şaxên hunerê, marîfetên hûnerê dikevin çalakiyê û ew tiştê ku bi der nehatiyê, xêra hunerê wekî sîleyekî hişk li ser rûyê wî dîktatorî dikare biteqe. Edebiyat û siyaset bêyî hevûdu nabin.
Hesen I. Hew ne aliyek bi ya min gelek dînamîk di navbera hunerê û civakê de heye. Lê bi xwe hîn jî nizanim ka divê çawa be. Loma derheqê vê pirsê tiştekî zêde naxwazim bibêjim.
Kadîr S. Edebiyat, civak û siyaset bi hevdû re hertim girêdayî ne. Em wan bêyî hevdû nikarin bifikirin. Bi hûnera şoreşî dibê em tevbigerin û bi zimanekî xweş siyasetê di nav edebiyatê de bihûnin. Cihên mirov li wir dijîn edebiyat jî berê xwe dide wir. Li gorî min nivîskar divê bi du rêya bimeşe. Rêya yekem gerek ji rastiya civakê dûr nekeve, rêya duyem jî gerek li hember civakê seknek wê hebe. Ez çawa bibêm, em li ser nivîskarek Kurd vê nerînê binirxînin. Em bibên me karakterek ava kir û em ê qala wî bikin. Wekî nivîskar bixwaze qala Qirdikekî bike lê ji ber ku civak bi çavekî ne baş li Qirdikan dinerî nivîskar vê nerîna civakê qebûl neke û li hember civakê derkevi. Bêtirs karakterê xwe bi civakê re bide naskirin û bibêje "Biner e karakterê min berî her tiştî mirov e, dibê tu wî qebûl bike." Nivîskarê bi vî rengî hetanî tu dibê bes rêzdariyê heq dike.
Rehmî K. Yekane tişta ku dikanim bêjim û jê dilniya me ev e: peywendiya edebîyat, civak û siyasetê peywendiyeke zedê girîft e. Min bi xwe hê jî ev peywendî bi temamî fehm nekiriye. Loma zêde nikarim tiştek bêjim. Çi bêjim dê bibe vir.
Sîyajîn A. Ev her sê hêma bi hev ve girêdayî ne, yanî li gorî min mirov nikare yeke ji ya din veqetîne û tiştekî biafirîne. Wek têgeha Parabasis di edebiyatê de jî her nivîskar heman rolê nişan didin, di siyasetê de jî ev têgeh bi formeke din xwe nişan dide, yanî ji hev cuda nabin. Mîna goştî û hestî bi hev ve ne, nivîskarê ku bikaribe van her sê hêmayan bi hev re lê ji hev cuda binivîse dikare xwe bigihîjîne lûtkeya edebiyatê.
Pirs 3. Hey me gotiye Jusdanius… Dîsa di nivîseke xwe de Jusdanius dibêje ‘axirîn armanca edebiyatê avakirina dewleteke serbixwe ye.’ Heke em rewşa kurdan a sosyopolîtîk û rewşa dinyayê ku gerdûniyê li ser me ferz dike li ber çawan bigirin, tu çi difikirî di derbarê gotina Jusdanis de? Dikarî vê gotinê di pêwendiya netew-ziman-dewlet û gerdûniyê de binirxînî?
Ferhadê M. Mafdar e. Lê belê Kurd divê beriya her tiştî ji hevûdu hez bikin. Bavê min ê çê, îro em welê lê fedikin, kurd, yanî întelektuelên wan, ji ber fikrên hev yên cihê yên siyasî kitêbên hevûdu naxwînin! Ez ji te dipirsim, em ê çawa dewletekê ava bikin? Em ê bi çi awayî û rêbazê dewleteke serbixwe, dewleteke serbixwedî, dewleteke xwerû bi kurdî yê xweser bînin pê? Felata me dê çawa bibe eger ku em kitabên hevûdu nexwînin?
Hesen I. Jusdanis kêm, hetta şaş gotiye. Bi ya min armanca edebiyatê ji afirandina dewletek serbixwe wêdetir înşakirina cîhanek nû ye. Nivîskarê ku ji hebûna xwe ya di navbera wext û mekanekê de hatiye sînorkirin, ne memnûn, bi rêya wêjeyê hewl dide cîhanek nû di wextek û mekanek dinê biafirîne. Ev afirandinê an mîna Proust, xwe bera dû wext û warê windabûyî, an jî mîna Bernhard bi tunekirina mekan û wextê heyî û yên çûyî, yên ku hîn jî wek bîranîn di bîrê de cîh girtiye, pêk tîne. Helbet wêje, di înşakirina netewekê de bi rêya alegoriyê roleke muhîm dilîze û ev ne tiştekî nû ye. Anderson jixwe di Imagined Communities de ev tişt bi hûrgilî vegotiye. Lê bi wêjeyê dewletek serbixwe afirandin, ne mimkun e. Hetta ez dikarim bibêjim bê dewletek serbixwe wêjeyeke serkeftî ne mimkun e. Îsraîl bi ya min bo vê argumentê mînakek baş e. Gava Îsraîl nû hate damezirandin, nivîskaran dest pê kirin bi Îbranî, zimanekî du hezar sal e qet nedihat bikaranîn, binivîsînin. Di destpêkê de rewşa wêjeya Îbranî, ji ya Kurdî ya niha xerabtir bû. Lê bi hêz û îmkana dewletek serbixwe aniha di wêjeya cîhanê de cihekî wan ê taybet heye. Gelek nîviskarên mîna David Grossman, Amos Oz, Aharon Appelfeld û Yoel Hoffman, yên li temamê dinyê tên nasîn û ji wan tên hezkirin, derxistiye.
Kadîr S. Li gorî min hebûna edebiyatê bitenê bi vê yekê em nikarin girêbidin. Gava em li dewletên serbixwe dinêrin hemî erk in. Di xwezaya wan de mêrbûn heye. Ji bilî çend dewletên serbixwe dewletên din mafê jinê, mafê xwezayê naparêzin. Gava em li ser Kurda bifikirin em dikarin bibên ku bi edebiyata wê li ser gotina Jusdanius hatiye ava kirin. Lê ev bi tena serê xwe ji bo edebiyatê kêmasiyek e. Divê armanca edebiyatê berî hertiştî avakirina civakek komînal be. Berî hertiştî jiyanek ekolojîk biparêze. Zimanekî hevpar netewî yê edebiyatê bê avakirin û bi edebiyata xwe li ser çanda xwe em bisekînin û Kurda bi hevdû re bidin naskirin wê ji hertiştî xweştir bibe. Em bikin ku bi edebiyatê hemî cihan Kurda nas bike. Heger pênûsa me bike çeka me û em ji xwe bawer bin em Kurd dikarin edebiyata xwe jî bikin ya cihanê. Pêwîstiya me bi edebiyateke navnetewî heye. Bi edebiyata xwe em Kurda bi cihanê re bidin naskirin.
Rehmî K. Edebîyat bi ziman tê kirinê. Pirsa ‘ziman çandê diafirîne an çand zimanê diafirîne?’ hê jî xweyiyê du bersivan e. Ez jî ji ewan her dukan wêdatir bersiveke sêyemîn bidim. Her du jî, çand jî ziman jî, bê hev nabin û ne mimkûn e ku yek yeka din biafirîne. Hebûna her dukan bi hev ra wan diafirîne. Loma jî di eslê xwe da ziman û çand an jî edebîyat neteweyek diafirînin. Miletek nîn e ku xweyiyê zimanekî xwe î xas û netewî nebe. Bi heman awayî, miletek nîn e –xên ji kurdan- ku zimanekî wan hebe û ewî zimanê xwe î millî kiribin zimanê edebiyatê û bê dewlet bin. Tew bi ser da jî hejmara wan ji 40 milyon zêdetir be. Loma dikanim bêjim ev gotin ji nava mishefê ye.
Siyajîn A. Jusdanius, belkî armanca wî direkt ne dewleteke fîzîkî be, serbixwekirina fikrî û takekesî be di edebiyatê de. Edebiyat di nêv xwe de hêzeke ku bikaribe dewleteke serbixwe ava bike dihewîne. Roleke wê yî ezamet heye. Piştî çalakiyên hunerî û edebî bixwehisîna netewan çêdibe, Kurd jî bi heman çirûskê agirê edebiyatê geş kirin. Bi hêza ekola Hawarê Kurdan armanca dewletê xistine ber dile xwe. Her nivîskar û hunermend kevirê dewleta xwe lê dike.
Pirs 4. Bi kîjan zimanî dibe bila be, nivîsandin bi xwe rêyeke biçivonek û têrdijwar e. Tew ku mesele nivîsandina Kurdî be ew rê asêtir û dijwartir dibe. Wek nivîskarekî ciwan dikarî di pêwendiya xwîner, weşanger û nivîskar de qala zehmetiyên li ber çîronûsiya xwe bikî? Çi ne ew astengî û ger rewş çawa bûya tuyê bêhtir motîwe bibûya ji bo afirandinê?
Ferhadê M. Te kêm gotiye ez qurban! Rê têrkevir, têrzinar, têrgome ye. Kes ji tu kesî re nabe alîkar hema bêje! Pirr kêm kes hene ku dilê wan bi alîgiriya ciwanan re ye. Min dosyeya xwe da weşangerekî me yê kurd ê navdar, zilam xwedê jê razî du salan de bersiv da. Ev seqetî û kulekî hebe edebiyata kurdî nikare rê bide ber singa xwe! Ev ne cihê ehbapparêziyê ye qurban! Axirkelam serdestiya weşanger pozbilindiyeke beradayî ye! Xwezila hest nekevin nava vê têkiliyê, yekser profesyonelî divê da ku kalîte bête pê. Tevî ez ewçend bême îxmalkirin jî min tu carî dev ji îdeala nivîsandina xwe berneda, ez dikarim bêjim tew di ser de pênûsa min tûjtir bû. Ez hêvî dikim feresata profesyoneltiyê cihê ehbapparêziyê bigire.
Hesen I. Wextek dû dirêj, gava nivîskarekî Kurd bigota: Ez ji bo xizmeta Kurdî dinivîsinim, min jê re xeber dida. Ev gotin bi ya min astengiya herî mezin e, a rê li ber edebiyatek serkeftî digre. Gava nivîskarek bi vê armancê binivsîne ne gengaze ku metnekî serkeftî derxîne holê. Ew nîvîskar îhtîmalek mezin bo debara ji xwe re karekî dinê dike, demeke dû dirêj li ser medyaya civakî xerç dike, kêm jî be dixwîne, loma gava karekî bo minnetê ( Xizmeta bo Kurdî ) bike, ev kar jî wek te jî gotiye reyeke biçivonek û têrdijwar be, serê xwe pê re naêşîne. Çawa be ji bo xizmetê dike. Lê mixabin xêncî vê motîvasyonê ka motîvasyonek çawa divê bo me hebe wê jî nizanim. Li vir hevalekî min heye, Alex, nivîskarekî ji Emerîka ye. Pênç sal e li ser romana xwe dixebite û her roj seet di şeşan de radibe tê pirtûkxanê serrastkirina romana xwe. Min rojekê jê pirsî ka motîvasyona wî çi ye. Got: Divê ji vê romanê pere qezenç bikim. Loma Martin Eden dikare ji nava wan derkeve, lê ka bifikire, Martin Edenê wêjeya Kurdî dê yekî çawa be. Cûdahiya di navbera herdûyan, zêdebûn û giraniya astengiyên bo wêjeya Kurdî ji me re dikare eşkere bike.
Kadîr S. Di serî de Kurd xwendina Kurdî ji xwe re nakin adet. Ev kemasîyek pir mezin e ji bo Kurda. Li ser Bakur em bibên bi mîlyonan Kurd li vir dijîn lê qey du hezar Kurd xwendina Kurdî dikin. Ji ber ku xwîner kêm in pirtûkên Kurdî li gor yê Tirkî zêde naçin. Ji ber ku weşanxaneyên Kurd jî hebûna xwe li ser bezirganiyê ava kirine û heqê pirtûkên xwe derxin pirtûkan pir bûha difiroşin. Vê ya ne ez tenê dibêm. İroj kî devê xwe vedike dibê em ji weşanxanayê Kurda ne memnûn in. Li gorî xwe jî mafdar in. Erê yên herî pir pirtûkên Kurdî dixwînin di zindana de dijîn. Ka rojekê we dîtiye weşanxaneyan ji bo girtiyên siyasî kampanya pirtûkan li dar xistine û ji wan re pirtûk şandine. Dibê saet berî saetê weşanxane yekîtiya xwe pêk bînin. Berî hertiştî armanca wan bi pêş xistina zimanê Kurdî, edebiyata Kurdî be. Wekî min berê jî got edebiyatek komînal ava bikin. Divê nivîskar li ser xeta rast hevdû rexne bikin. Armanca wan ne hevdû rûreşkirin be. Îro roj em dinêrin li ser malperê civakî hev rûreş dikin. Ev tiştekî ne rast e. Em wekî nivîskarên ciwan dixwazin ji wan hînî tiştan bibin. Lê mixabin em li wan matmayî dimînin. Mixabin ne weşanxane û ne jî hinek nivîskar rexneyan şaş fam dikin. Wekî gotina dawî ez vê bibêm ji bilî hinek berhemên vê dawiyê hatine çapkirin wekî din zêde rewşa edebiyata Kurdî min motive nakin. Ev çend pirtûkên vê dawiyê hinekî min motive kirin. Wekî min Handaya Sîdar Jîr xwend. Wekî min Şevek Şîzofren a Îrfan Amîda xwend wekî min Bêhna Dara Sincê ya mamoste Dilawer Zeraq xwend û min ji wan hêz sitend. Wekî van berheman hinekî hêviya min xurt kirin di vê sed salê de. Wekî din ez motîvebûna xwe ji hebûna Cigerxwîn distînim. Ji Ehmedê Xanî motivebûna xwe distînim. Wekî mamosteyê min Rifat Arya ji me şagirtê xwe re digot. Ez xwe wekî leşkerê Ehmedê Xanî yê edebiyatê dibînim. Û gotina min ya dawî banga min li weşanxwaneya li nivîskaran e ku xwedî li nivîskarên ciwan derkevin.
Rehmî K. Eva han fikra min e bêguman, lê ez dibejim gere em gazin ji weşanxaneyan/weşangeran nekin. Çimkî bi ya min çi ji destê wan tê dikin. Heke gazindek me hebe divê ew jî ji xwendevanan be. Û ji rewşenbîr/sîyasetmedaran be. Heta ku xwendevan nexwîne, eleqe nede nîşan, weşanger an jî nivîskar çi bikin vala ye û bê feyde ye. Bi heman awayî heke ‘rewşenbîr’ nexwînin û nedin xwendin, ji miletê xwe ra nebin rol-model miletekî mîna miletê me wê tu carî dernekeve dûzê. Heke miletê me bi zimanê xwe bixwenda, kitêbên Hesenê Metê jî mîna yên Orhan Pamuk bihatana firotin, ez ê zehf motîve bibûma. Min jî dê bixwesta ji Hesenê Metê jî baştir binivîsim. Belkî min karê xwe berda û xwe li nivîskariyê daniya. Lê mixabin ji aliyê aborî va nîvîskarî têr nake. Mirovê birçî ne dikare motîve bibe ne jî dikare tiştên baş biafirîne, çimkî ew di pîramîda Maslowî da di pêpelûka herî jêr da ye. Dixwezim bêjim gere serê nivîskar rehet be, ji her aliyê va û xwendevan jî hebin. Xwendevan ne mecbûr e yên ewî bi xwe bin. Bes bila xwendevanên bi ewî zimanê bin ku nivîskar pê dinivîse.
Siyajîn A. Weke her beşên hünere, edebiyatê jî paya xwe ji zehmetiyan girtiye, lê wekî te jî gotî, nivîsandin bi xwe rêyeke bêçivonek e. Ji bo nivîskarekî nenivîsin ne ji ber zehmetiyan e, ji ber nerihetiyê ye. Ji bo nivîskaran xwîner û weşanger du hêmayên muhîm in. Xwîner hêz, weşanger rêz e. Weşangeriya kurdî hertim qels bû, ji ber ku qedrê nivîskaran nîn bû. Di nav Kurdan de weşanger û edîtor heman kes in, divê ji bo weşangeriya kurdî disiplînên cuda hebin. Weşanxaneyên Kurdî li gorî xwe zehmetiyan dikşînin lê divê çareyê di metnan û di wesfê nivîskaran de bibînin, ev liv ku bibe belkî motiveya nivîskaran baştir bibe, dibe ku ev yek afirîneriyê jî berztir bike. Xwînerî hêj zor û zehmettir e, ji ber ku ew in reaksiyonên nivîskaran. Xwîner divê neynikek be ku nivîskar xwe têde bibîne.
Pirs 5. Ji nivîskaran re bûye edet di serê berhemên xwe de qala jînenîgerî/kurtejiyana xwe dikin. Li ku û sala çendan ji dayik bûne, kîjan salê kîjan mekteb xwendine filan. Ez kurtjiyana te bêhtir ‘kurtepêşeroja’ te meraq dikim. Ji vir deh salên din tu xwe li ku dibînî di warê çîroknûsiyê de?
Ferhadê M. Rewşa edebiyata me ya heyî ne pirr xurt e. Ez dikarim bibêjim qels e. Ji ber ku nivîskarine nikarin xwe ji sînorên heyî, yên ku ji keseriyê pêk hatine bifilitînin. Divê nivîskarê kurd dest biavêje her deverê. Lewma jî ez li ser navê xwe bibêjim, min li gor xwe riyek daye ber xwe. Ev rê riyeke têkilhev e, ji têkeliyê û pirrengiyê tê pê. Armanc û plana min a herî mezin ew e ku ez û ew kesên ku wekî min difikirin -ew kes divê miriyên edebiyatê bin, ketiyên zimanê kurdî bin, xwendeyên edebiyata dinyayê û şopgerên nivîskarên dengvedayî bin- Çîroka Kurdî ya Hemçerx bi dinyayê bidin naskirin. Hewl û xebata min, têkoşîna hemû li ser vê mijar û xalê rawestaye.
Hesen I. Beriya her tiştî dixwazim bibêjim, her çendî pirtûka min a ewilî çîrok be jî, vê pirsa te û pirsên te yên dinê, ne wek çîroknûsekî wek romannûsekî ez dibersivînim, ji ber ku ji zûde ve ne çîrokan dinivîsînim ne jî dikarim binivisînim. Deh sal paşê xwe li ku derê dibînim? Ez vê pirsê hema hema her roj, çend caran ji xwe dipirsim. Carna bersivên min ên heman rojê jî li hev nakin. Li aniha (30.06.19 seet: 16: 27) bi xêra vê xebatê carek dinê jî pêrgî vê pirsê hatim. Ez çavên xwe digrim. Li mala xwe me, bi hevalên xwe re Xelalata xwe ya Man Bookerê pîroz dikin. Ez ji wan re dibêjim deh sal berê min qala vê rojê kiribû. Niha jî xebatê xwe li gel Kurmancî bi Almanî û Tirkî jî dimeşînim. Li gel nivîsandina romanan, projeyên wergerê ji Kurdî bo Almanî li ber destê min hene. Şert û mercên min ê şêxsî û malbatî jî bawer im ne astengî, dê alikariya min bikin.
Kadîr S. Bersiva vê pirsê beriya hertiştî bi xwendinê û xwe bi pêşxistina min ve girêdayî ye. Ez çiqasî xwendinê bikim wê ew qasî jî zimanê min bi pêş de bikevi. Ez ê kûr bibim. Ji ber ku deriyê nivîsê yê yekem xwendin e wekî her nivîskarê ciwan dewlemendiya min a nivîsê çîroknûsiyê di xwendinê de veşartiye. Lê ji ber hinek pirsgirêkên şexsî û malbatî plan û projeyê min li gorî dilê min naçin. Ez dixwazim wekî çûkekî kîja roja bixwazim ji hêlîna xwe bifirim û biçim gund bi gund, bajar bi bajar bigerim. Li mekanên cûda de çîrokên xwe binivîsim. Lê ji ber ku zêde mekana min nayê guhertin astengî ji bo nivîsa min sînora ava dike û nahêle ez jiyana xwe ya nivîsê mezin bikim. Piştî pirtûka min a yekem anha projeyek din li ber min e. Ji bo vê dibê ez biçim bi hinek malbatan re hevdîtinê pêk bînim. Heger hinek pirsgirêkên min yê şexsî û malbatî ji holê rabin ez ji vê projeyê bawer dikim ku wê bêhnekê cûda ji bo wêjeya Kurdî çêbibe. Wekî din deh salê din mirov nizane bê wê gerdûn bi ber kuderê ve biçe. An çi li pêşiya wî ye. Jiyan çawa bibe em vê nizanin lê deh salê din ez xwe li Binxetê dibînim. Di zaningehekê wir de li ser çîroknûsiyê de dixwazim zarokên rojê perwerde bikim. Ev ji bo min xeyalek mezin e. Heger ez vê pêk bînim wê ji bo hebûna min pir baş bibe. Rêya nivîsê li ber ciwanê wir bixim. Ev armancek mezin e. Wekî din di pêşerojê de ez dixwazim li ser ew cangoriyên ku ji aliyê ÎRAN ê ve hatîne darvekirin çîrokan binivîsim. Herî pir jî derûniya wan bi rêya çîrokên xwe derxim holê.
Rehmî K. Mîna ku min carek ji Înan (Eroğlu) ra jî gotibû ez xwe wek ‘nivîskar’ an jî ‘çîroknûs’ bi nav nakim. Lewre karê min ne nivîskarî ye. Heqîqet e ez ji nivîskarekî bêhtir ‘xwendevanek’ im. Min di du salan da 290 heb kitêbên kurdî xwendin. Piştê navberek mecbûrî, niha dîsan xwendina min berdewam e. Jixwe karê min jî bi edebîyatê ra zehf eleqedar nîne. Min nivîsandinê ji xwe ra kiriye ‘hobî’. Tesaduf min hay ji ‘Xelata Edebîyatê ya Ehmedê Xanî’ çêbû û ewê çaxê jî li ber destê min 21 heb çîrok hebûn. Min jî hema rabû û şand pêşbaziyê. Taliyê bi ser ketim û kitêba min ji aliyê Weşanxaneya Dara’yê va hate çapkirin. ‘Nivîskari’ya min tev ser hev ev e. A êja teze em dikanin werin ser pêşeroja ‘nivîskari’ya min. Ez hez ji nivîsandinê dikim lê herî kêm bi qasê ku ji nivîsandinê hez dikim ewqas jî ji xwendinê hez dikim. Niha du dosya di destê min da hene. Yek ji çîrokên mînîmal pêk tê ya din jî ceribandina romanekê ye. Deh sal şûn da ez xwe li Wanê dibînim. Ez dîsan eynî karê xwe dikim û romana min tevî kitêba çîrokên mînîmal jî ji aliyê Weşanxaneya Avesta’yê va hatine çapkirin.
Siyajîn A. Berî niha bi 3-4 salan ev pirs ji min hatibûna kirin, belkî min dikari bû bi rehetî qala pêşeroja çîroka xwe bikira. Îro, ev rewş ne gengaz e ji bo çîroka min. Ev yek jî pirseke din di hûndirê xwe de dihewîne, gelo rewş diyardeyek e ji bo çîroknûsînê? Helbet ez ê bersiva vê pirsa xwe nedim, lê ez yeqîn dikim ku me her yek çîroknûsî heye bersivek. Di pêşerojê de, ji bo deh salên pêşiya me çi îdiayeke min î qerase nîn e, lê min dil heye du dosyayên pak binivîsim. Li gor çarçîva pirsa te, rewşa edebiyata min di van çend salên dawî de ne baş e, ez bi xwe qels im, xwe temam hîs nakim, rewşa min û mercên min î niha astengiyan ji bo nivîskariya min dinizilînin, helbet dê hêj binizilin jî, lê ez dibînim ku rewşa niha berxwedêriya çîroknûsiya min tehl kiriye, bi hêvî me ku di demeke nêz de kirasê xwe nû bikim.