Ji bo Heskîfê…
Her helbestvanek, ez bawer im xweserbûnek û taybetmendiyeke wan heye, her helbestvanek notayeke wan a xweser heye ango notaya her helbestvanî cuda û taybet e. Çawa ku her romanivîs, çîroknivîs, rexnegir, wêjevan, wênesaz, şanoger, muzîkjen û felsefevan de notayek û xweseriyeke û sewteke wan hebe, di her helbestvanî de jî xweserbûnek û melodiyeke wan a taybet heye. Yanê melodiya her helbestvanî cuda ye. Notaya her helbestvanî aîdî rih û hişê wî ye. Her helbestvan xwedî sindok in, xwedî qutîk in. Qutîk û sindoqa her helbestvanî aîdî wan in. Her sindoq û qutîk jî xwedî mifte ne. Mifteya her helbestê jî peyvên ku zêde hatiye şixulandin de ye. Dema ku hin bêje zêde xwe beloq bike welew xwe di çavên xwendevên de rake wê çaxê wan gotinan zêdeyî xwe baldariyê dikêşîne, loma jî mifteya wê helbestê hinekî xwe destnîşanî xwendevên dike welew xwe raberî xwendevên dike. Gelemşe ew e ku tu wê mifteyê zeft bikî. Kilîda her helbestê xweser û taybet e. Kilîda helbestan peyv û gotin û hevok in. Ji bo ku deriyê helbestê mirov veke divê hûn mifteyê bibînin. Di helbestên Berken Bereh de kilîd an jî mifte “zarok, bav, robar û raborî” ye. Feqet bêtirîn kilîda helbestên “Xana Xemê” di gotina “Robarê” de veşartî ye. Robar dewsa zarokatiyê, dewsa bavtiyê û dewsa raboriyê tevan wergitiye. Robar di heman demê de elementeke xwezayê ye loma jî diyalektîka xwezayê ye. Robar zeman e, zeman jî mîna robarê diherike û ji kîsê emrê me diçe. Belê robar zemanê temsîl dike. Robar, bûye metafora nivîsandina helbestê, bûye ravekirina hestên hundirînî ên rihî. Ango robar veçirîna rihî ye. Robar dewsa rih wergirtiye, dewsa hestan wergirtiye, dewsa zemên wergirtiye. Loma barê helbestvan giran dixuye, niqrîskên heyînî derbas dike.
Di helbestên Berken Bereh de xatirxwestineke dilpêmayî, hêvîqutkirinek û heman demê de çirûskên dewsa wan şewitî, pêgên windayî û jêçûyî hene. Mînakek ji helbestê:
“min bendewariya zarokekî dîyarî jîyanê kir
ku li bendê ye sibeha îdê pêlava xwe ya nû wergire
û tirs û metirsiya dayîka kurê wê çûyî çîyê
kedera bavê bo debara çar zik zarokan” (R.21)
Newaleke derûnî, newaleke têkoşeriyê ye, newaleke têkoşîna azadiyê ye, esil têkoşeriya heyatê ye, têkoşeriya hebûnê ye “Xana Xemê”. Xana Xemê bestek e, zinarek e, teyr û tilûr in, wargeh û palgehên robar û zarokatiyeke bîranên derbûyî ye. Xana Xemê, Xana welêt e, Xana feqîriyê ye, Xana çekdaran e, Xana dozê ye, yanê xana gelek tiştan e. Xana Xemê tenêtiyeke rihî ye, raboreke çavkaniya wê ji ava bêrîkirinê û ji ava zarokatiyê dizê. Di helbestên Berken Bereh de bav û zarokatî movika hestiyê helbestê ye. Ji helbesta “XWELΔ mînakek: “Zarokan hespên xwe dibezand li mêrga dilê min” (R.92). Ji helbesta “Dengê Min Her Li Min Vegeriya” mînakek: “Wextek hat vegeriyam li zarokatiya xwe ya nîvco”(R.89). Mînakên wilo di helbestê de pir in. Feqet di Xana Xemê de xwîna helbestê “têgiha Robarê” ye. Ji ber ku ya ku Xana Xemê ava kiriye û kiriye çemek “robar” bixwe ye. Robar bûye çavkaniya helbestê û helbestnivîsandinê, ya ku nivîskirin daye jî robar, zarokatî û bavtî ne. Talî çavkaniya her sêyan jî raborî ye. Anatomiya helbestê raborî ye. Di hundirê vê anatomiyê de, robar dewsa xwînê wergirtiye, zarokatî dewsa movikê wergirtiye, bav jî goştê helbestê ye. Feqet kilîda helbestê robar dixuye. Heke kilîda helbestê robar be gelo, îcar robar di çi wateyê de hatiye şixulandin, welew qesta şair di robar de çi ye û di çi nêtê de hatiye şixulandin gelo? Em dizanin ku robar çavkaniya wê av e, feqet av herikbar e, ne sekinokî ye, dibe ku robar zeman be? An jî rih be? Welew xwîn be ya ku rih dide mirov? Îcar dema ku dibêjin av Feqiyê Teyran û Heraklîtos tê bîra mirovî. Heraklîtos rih(tîn,) wekî tevihevkirina êgir û avê dibîne. Agir esîl e, av bêesîl e. Kî herî herî zêde xwediyê êgir be ew tiştê ziwa ye. “Ya ku ziwa ye, a herî zanyar û baş e” Ya ku nedawî ji bo rih zewq e.(1) Yanê li gor heraklîtos tiştên ku nedawî, ên şil welew bi av bin, tê wateya zewqê, loma jî tiştên ku ji zewqê dizên jî qelsiyê bi xwe re diafirîne. “Dibêje mirovên ku hemû xwestekên xwe bi destxîne ne tiştekî baş e(2)” divê mirov gerek bikaribe hukmê xwe li xwe bike, ango gerek karibe bi xwe.(3)”
Li gor Heraklîtos agir elementa sereke ye, her tişt ji êgir dizê, di felsefeya Heraklîtos de agir tiştekî navendî ye û nemir e. Dinya her daîm agirek bû, niha jî wisa ye, dê di pêşerojê de jî wisa be, agir timî tiştekî guherbar e, guhergêr e."(4)
Heraklîtos hem agirperest û hem jî avperest e, yanê heraklîtos dîyalektîka xwezayê li ber çavên me raxistiye. Dîyalektîka êgir û avê, dijayetiya her duyan û gengazbûna her duyan berbiçavkiriye. Wekî em dizanin ku Heraklîtos dibêje “Mirov di heman çemî de nikare xwe du caran bişo” yanê her tişt guhergêr e, guherbar e, tu tiştek wekî xwe namîne, di hundirê kêliyekê de her tişt diguhere û vediguhere. Tiştekî neguhere tune ye. Wê çaxê em dikarin bêjin Berken Bereh çavkaniya helbestên xwe li ser guhergêriyê, guherbariyê û veguhergêriyê afirandiye, helbestên xwe li ser zewqê afirandiye. Ji ber ku esil agir û av her du jî zewq in, ji xwe bi aweyekî diyalektîk bi hev ve girêdayî ne. Her du element jî di jiyanê de rolên herî qrîtîk wergirtine, feqet Berken Bereh ji van elementan “Av ango Robar” hilbijartiye, û helbestên xwe hema hema giş li ser çavkaniya robar û zarokatiyê afirandiye. Jixwe zarokatî dinya ye, welat e, di bîra her zarokî de welatek û dinyayek veşartîye.
Pîcasso digot: "Ez heta dawiya emrê xwe şixulîm lê min bi qasî zarokekî wêneyekî xweşik neafirand-xêz nekir." Yanê dinya zarokan guhertî û afirîner e. Loma wênesaz û wêjevanê herî serketî zarok in. Ji bo çi min behsa zarokan kir ji ber ku çavkaniya helbestên Xana Xemê zarok û Robar e. Robar av e, cihê ku av lê be nedawîbûn jî heye. Îcar heke nedawîbûn zewq be, wê çaxê robar bingeha wê zewq e.
Em dikarin bibêjin Feqiyê Teyran jî helbestên xwe li ser guherbûn û veguherbûnê û li ser zewqê afirandiye. Ji ber ku li gor Heraklitos tiştên ku nedawî tiştên zewqê ne. Wê çaxê em dikarin bêjin Berken û Feqî zewqperest û guherbar û guhergêr in. Yanê hem ji guherandinê û hem jî ji zewqê hez dikin. “Avik” jî tiştekî şil e û avî ye, heman demê çavkaniya afirandina zarokan e, yanê kana afirandinê ye, kana jiyanê ye. Helbet mirov tam nikare wisa bi teqezî tespîtan deyne, tenê şîrovekirin, texmîn û têgihîştin e. Feqet çima ew qas gotina “Robar”ê bêtirîn hatiye bikaranîn, robar heribar e, ne tiştekî rawestî ye. Timî çalak e, gelo çalakbûn û heribarî ne hestên nivîskêr be, ango robar dewsa hestan wernegirtibe, ne metafora hesta be, jixwe ya ku tim diguhere û vediguhere ne hest e û zeman e gelo? Çawa ku robar diherike û vediguhere heman rewş di hestan de jî heye. Di helbestan de çemê hestan herikiye, robara hesta gewimî ye. Em hin mînakan bidin: “robareke ciwan"(R.19), “robarê reş ê zemanî”(R.16), “teşîya robarî”(R.14), “her robar hogirê ristên min e”(R.24), “dilorîne bi bilûra dilî li ber serê robarî"(R.36). Di vir de mabesta min, min xwest ku bêjim bê çiqasî peyva “robar”ê hatiye şixulandin, di gelek helbestan de peyva zarok û robar hatiye şixulandin, tenê min xwest bi hin mînakan baldariyê bikêşînim ser, tenê min ji nav helbestan hinek neqandin.
Helbet nivîskar li ku hatibe dinyê ango li ku niştecih bûbe, warê wî li ku be, qelema wî jî di bin bandora warê wî de dimîne, ev dîyalektîka rihî ye. Warê helbestvan zarokatiya wî ye û zarokatî bingeheke wêjeyê ye. Warê mirov qutiya dil û hişê mirov e. Qutiya dilê Berken Bereh warê wî yê ku robar tê de diherikin. Mirov dikare bêje Berken Bereh xwezaperest e û avperest e û dixwaze baldariyê bikişîne ser zemên. Feqet di bingeha helbestê de “robar” dewsa gelek tiştan wergirtiye, dewsa zarokatiya nivîskêr, dewsa war û welêt, dewsa hesta bindestiyê, dewsa bavtiyê û dêtiyê, dewsa helbesta bindestan û dewsa hebûn û tûnebûnê wergirtiye. Esil di dewsa hebûn û tunebûnê ku di hundirê zemên de diherike wergirtiye. Heke bingeha avê xweza be, xweza bi xwe di wateya hebûn û tunebûnê de ye. Av elementeke jiyanê ye. Av robar e. Robar jî av e. Av hem xeterebûnê vedihewîne, hem jî heyatê vedihewîne ango hem dijîyîne û hem jî dikujîne.
Robar hestên bîranîn û paşeroja nîvîskêr dinimîne, ya ku zarokatiyê û paşerojê binimîne, heman demê de têkoşîna hebûn û tunebûnê jî têdikoşîne. Robara qutiya dilê Berken Bereh robareke ava wê hem sar e, hem jî germ e, tama her du hestan heye. Yanê helbestên me hem germ in, hem jî sar in. Feqet di qutiya dilê Berken de gotina “zarok” pir hatiye şixulandin, dema ku zarok di metnekê de hebe heman demê di wê metnê de derûnî û psîkanalîzm jî heye. Zarokatî binhişî û derhişiya mirov e. Neynika rastiyê ye û rastiyê bi awayekî derhişî diteyîsîne. Berken Bereh neynika binhişî û derhişiya xwe hem bi hestên robarî herikandiye û hem jî binhişî û derhişiya xwe teyisandiye. Mirov di helbestên Berken de dikare sê qiritîkan bike an jî mirov dikare bêje nifteya qutiya dilê helbestên wî sê tiştin:
1) Zarokbûn
2) Robar
3) Bav û dê
4) Çavkaniya her sêyan jî "Zeman e"


Di helbestan de hema hema di her helbestê de gotina “Robar” û “zarok” diboriya. Heke nivîskarek di helbestên xwe de zêde behsa çi bike welew helbesvan kîjan gotina zêde di helbestên xwe de bikarbîne qod û şîfreyên wê helbestê jî di wan gotin û bêjeyan de veşartîne. Loma qutiya dilê Berken mîna robaran diherike û zarok têde dilîzin.
Robar di heman demê de heyat e, paqijî ye, nûbûn e. Ekolojî ye. Natûral e. Feqet di helbestê de gotina “robar”ê ji ekolojiyê bêtirîn robareke derûnî ye. Bi derûnî diherike hestên bavtiyê û bîranînên zarokatiyê. Helbet dewsa gelek tiştan wergirtiye robara me. Feqet piranî di zemên de dewsa hebûn û tunebûnê de ye. Dema ku ez dibêjim hebûn an jî tunebûn ez behsa hebûna hundirînî, hebûna di welatê xwe de bi azad jiyandin, hebûn û tunebûna vînê, fikrê, hestê û ramanên azad dikim. Loma jî cureyên hebûn û tunebûnê pir in. Helbestvanê me êş û niqrîskên hebûn û tunebûnê dikêşîne. Îcar Robar av e, xweza ye, avik e, hebûn û tunebûn e, welat e, azadî ye, guhertin û dagerîn e, zeman e, kîjana ye gelo?
1,2,3,4: Dîroka felsefeya rojava, Bertrand Russell, Weşanên Say