Mirovê tepeserkirî, berî her tiştî baweriya wî bi xwe dişkê û paşê bere bere lê digere ku bi awayekî bi xwe bawer bibe û ji xwe re keleheka ewle ava bike.
Ev keleh; ji hestên qewîm, hizrên ronak û reftarên bi rêk û pêk pêk tê.
Heçî em in; li texma xwe, di nav vê hestê bawerîşkestî de diperpitin. Ji bo bişên xwe ji vê cehnema hundirê xwe ya derzpêketî û hejhejok xilas bikin jî, ji xwe re li werîs û benekê digerin da ku xwe pê ve zeft bikin..
Ya rastî, di warê hest û hizrî de ez dinêrim ku tu dinyayeke me ya ava nîn e. Her wiha em li keviyên dinyayên dîtir jî tenê rêwî û mihacir in. Lewre jî rihê me zû bi zû natebite û em qewî zêde agresîf û zivir in; hem ji xwe re, hem ji der û berê re.. tim bi int û rik, bi şerokî û ser devê xencerê ne.. çimkî pawanek ku hest û rihê me tê de vehewe, me ji xwe re daneyniye.. tune ye.. em bes li keviyê ne..
Çavekî me li pêşhatinên li welatê me, çavê dî, li keviyên welatê xelkê, cîhana ruhanî û madewî ya xelkê ye, ka dê bikaribin xwe di kîjan keviyê de vegirin û bişên xwe bi xelk û alemê bidin qebûlkirin, jê re bibêjin: wele em jî “beşek ji we” ne; ne.. a rastî, em ne beşek ji wan in, ne jî ji xwe..
Em zîz in. Sergerdan û mihacirê vê dinyaya xap û xapînok in.. mîna pela berbaketî..
Te dî, mirovê bindest her wekî di warê bawerîpêanînê de şidyayîtir xuya bike.. lê di rastiyê de ne wisa ye. Ew teşnê wî ji hindê ye ku baweriya wî ya rastiyê de tenik û berşikestinê ye. Lewra jî zêdetir dide pêş. Lê heçî biserketî û azad, ew hewce nabîne baweriya xwe hin bîne ser ziman, jixwe encama wê baweriyê jiyaneke azad ji xwe re bi dest xistiye û gavekê pêşvetir e. Ji qonaxa hesttenikiyê ber bi ya hizirtêkirinê çûye.
Ya me jî, di rastiya xwe de, baweriya me bi çi tiştê me nîn e. Em tenê bi hest û dilî ve bi wan ve girêdayî “xuya” dikin. Belkî jî bara bêhtir ya me dide pêş, wijdan û exlaqê wijdanî be.. ew jî bi serê xwe pirs û kêşeke dîtir e..
Em ji ber ku bawerî pê naynin, zû bi zû dilê xwe li kiryarên texma xwe venakin jî. Hingê kêmasiyên vir ber çavên me dibin gamêş, başî û serkeftî jî dibin mêş.. û rihê me jî her mihacir e li keviyên xelk û alemê tûle tûle di xwe re diçerixe. Tûle; winda, sergerdan û gêj..
Em nebûne parçeyek ji hebûna xwe.. lewre jî, ji bo bikaribin ji xwe re bibêjin, “erê em em in û em hene” çavê me lê ye ku qebûlên derakî û xelkê me bipejirînin. Heta xelk ji me re nabêjin tu heyî û tu bikêrhatî yî, devê me nagere em ji xwe re bibêjin, “erê, ez heme û ne kêmî tu kesî me..” ev kambaxiya rihiyeta me ya rizî ye û mixabin jî hê jî em ji xwe hîç û hîç bawer nakin, ku bawer nakin jî ji bo xwe û ji bo reng û dengê xwe acizî û nefreteka reş jî dihesbînin.. çavê me bi me ranabin!..
Min divê mebesta gotina xwe hinekî din zelal bikim. Du reftarên sereke li cem me hene. Em gava dûçarî rewşekê bibin an em gelekî agresîv in, an jî em gelekî vekêş in. Şermoke ne. An jî tirsoke ne.. reftara di eyareka normal de zû bi zû li texma me peyda nabe. An em ê bi per û bask bikin, an jî em ê reş û pûç bikin.. lewra jî, li vê taxa me; an tu qehreman î, an jî xayîn.. heke di navberê de bî jî nexwe tu “oportonîst, tirşikçî û mirovê her serdemê” yî.. ev gişt, nêziktêdayînên ji norm û qaydê biwêdetir in.. yanî ne normal in.. normalî, ew e ku reftarek bi bingeha xwe ve bêt helsengrandin, ser û sebeb, rewş û helûmerc, qenc bên pênasekirin.. yanî, destkeftî û destdayînên wê reftarê bên hesabkirin û li gorî normên civakî, exlaqî, heta neteweyî bên xwendin û nirxandin li gorî wê encamê ser bêne kirin..
Yanî, di encamê de sûîstîmal li ser rewş û helûmercê neyê kirin.
Bi xwe bawerî ew e, ku di serî de tu bikaribî bi çavekî normal, bi hesteka dawerivî û beraqlane bişê çav û guh li kawdanê bikî. Xwendineke te ya analîtîk ser hebe.
Me navêt gotina xwe zêdetir dirêj bikim. Ji bo ku mebesta min bê famkirin, min divê di dûmahîkê de çend pirsan ji xwe û ji heweyên hêja bikim.
Bayê felekê vê carê li me digere. Va ye bihar hat û bi pêşengiya kurdan, dinyayê gwîzên xwe ser dilê me şikandin û dewreka nû dest pê dike. Kurd, li cihana îro bûne stêrkeke geş û her diçe rewneqa wan gurtir dibe. Ji ber hindê, em wekî nivîsarek, wekî ferdekî kurd li kê dera vê kawdanê ne? Hayê me çend ji vî bayî heye? Wêje û peyva me, li ber vê geşdanê çi dipêje? Heta kengî em ê xwe di guhê gayî de gêr bikin?
Aya xwendineka me li ser van rûdanan heye? Pa gotinek me? An em li hêviyê ne ku xelk ji me re bibêjin, “wehh.. kurd çend zîrek in” û paşê em ê bibêjin, “hîqo, em jî hene?”
Ez divê eşkere bibêjim: li Bakur HDP me, li rojhilat Zana Bîrkar im, li parçeyên din jî ji wan im.. çi zanim. Ligel vê ez li Bakur Omer Dilsoz im jî. Ferdekî kurd. Bavê Dîjo û Mîro.. ji bo nan û danê xwe karê rojane dikim.. normal im.. ji we me.. ji xwe me.. ez kurd im.. û dilekî min ê mezin heye.. hizrên min ên xweş û qenc ji bo mirovahiyê hene.
Divê em bibêjin û li xwe deynin, ez jî di vê girj û gelşê de, yekî ji we me.. yekî ji vî erdî.. Bi xwe bawer bin da ku dilê we biwêre wan êş û dengên tepisî ji hinavên we bîne derê.
Gelî kurdan: li çakiyên hev binêrin û dilê xwe ji hev du re vekin: ji hev hez bikin. Ne tenê ji hev; ji deng û rengê hev, ji çêyî û qenciyê hev jî hez bikin.. xirabiyên hev bi hev re veşêrin û çareser bikin.. hevdu reş nekin, ligel kêmasiyên hev jî, têkevin dilê hev.. hûn ê bibînin ku em hemû pêkve geş û bilindtir dibin.. Govend pêkve xweş e..
Kurdino, gava yekî ji nav me rabe û gotinek ji me zêdetir bike, ew divê cihê dilxweşiya me be. Ev ziman, ev erd, ez welat têra me hemûyan heye..
Guhê xwe bidine hev.. berhemên hev bixwînin û hev bilind bikin.. da ku bişên li ber vî bayê gur ê bi ser me da xwe bigirin.. nexwe em ê mîna kelemperan bikevin ber bahozê yek bi yekî nakeve..
Dubare dibêjim: dilê xwe li hev vekin..