• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Krîstîn Ozbey
Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey

Ji bo jina kurd mêrê îdeal çawa ye yan çawa nîn e

Dîrok : 23 01 2019

1- Divê bi zaravayeke kurdî baþ bizanibe û haya wî teqez ji zaravayên din jî hebe. 

2- Divê þekir, xwê û nan nexwe, teqez nexwe û nede xwarin jî

3- Divê feodal, eþîr, modern, nîvgundî û nîvbajarî be.

4- Ne nivîskar û xwendekarê kurdî be. Bila di civatan de bêje “Memed Uzun pir zû mir yaa, xalê min ew tedawî kiribû, baz, kevok, siya evînê filan” divê haya wî ew qas ji edebiyata kurdî hebe.

5- Divê ne mamoste be (wan çenteyên biçûk ên reþ an gewr qet bikarneyne), ne siyasetmedar be, ne xwendekarê zanîngehê, lîsansa bilind an doktorayê be.

6- Divê fular an riyê bizinê (diya min digo rûqiþtik) û guhar pê ve nebin, teqez.

7- Divê þerabê venexwe û qet qala wê jî neke.

8- Divê înstaxram, fehþbuq, twîtir û bloga wî tune be.

9- Divê pir feqîr û pir dewlemend nîn be.

10- Ji her tiþtê erebeyê fêm bike lê ew neajo, tim bi jinê bide ajotin û qet muameleya nezana lê neke. Tim bêje tu super dajoy û li her derê pesnê ajotina wê bide. Piþtî qezayê jî divê bêje tu sûcê wê nîn bû, hemû sûcê ajokarê din bû.

11- Divê heta niha qet pesnê çaya qaçax û titûna qaçax nedabe û çixareyê kêm bikþîne.

12- Divê diranê wî zer nebin û porê wî dirêj nebin.

13- Divê qet behsa azadiya jinê neke, di jiyana xwe ya rojane de bi wê ferasetê tevgere bes e.

14- Di dawetan de gomlekê sipî, taximê bi xêz ên gewr ê biriqokî li xwe neke û sola poztûj neke pê. Di binê maseyan de votqayê nexe nav qolayê çimkî bi wê jixwebaweriyê dertê ortê dilîze û dertê ser defê, çi zanim bikeve erdê filan îca were rezaletê.

15- Divê nebêje zewac saziyeke paþverû ye, têkilî bi azadî xweþ in, zewac evînê dikuje. Ev xapandina vê demê ye. Demekê hinek mêrê kurdan digotin heya welatê me ava nebe em nazewicin û keçik dixapandin. Niha ew kes xwediyê 2 zarokan e û tenê navê zarokan kurdî ye. Welat û ziman hîç ne di bîra wan de ye jî. Belkî jî bi navdayîna kurdî li ba xwe welatekî ava kirine heyran kî zane?!

16- Divê ji hemû karên malê (þûþtina xaliya, paqijiya pace û dîwara, firaq, utî)  û pijandina þîvê fêm bike. Nan li tendûrê nexe jî dibe, jixwe tendûr pir eqolojîk e û divê teqez qala eqolojiyê meke, teqez. Çimkî behs hebe ew tiþt bixwe tune ye!!

17- Divê pirça wî hindik be, ji pirça zêde nerazî be, ku pirça wî pir be divê mehê 3 caran here lazerê.

18- Divê spor bike lê tu carî bi eþofman negere. Axlemîn jî eþofmanê gewr!

19- Divê telefona wî tu carî ne li ser maseyê be.

20- Ji 100 mêrê kurd 99 ên wan nizanin berçavka tavê li gor rû, poz û rengê xwe hilbijêrin. Teqez divê bi jineke zana re biçin bistînin. Jixwe ew belqitiyên keçikên li wan dikanên berçavka, tu sond bixwî ji bo ku ji mêrê kurd re bêjin “ayyy, pir li te hat, viya bistîne” û mêr fedî bikin nebêjin “na ev nebû, yeka din” an di wê demê de bi temaþeya keçikê mijûl bin û bêjin “de temam” hatine wezîfekirin. Belkî ev jî ji hêla dewletê ve ji bo mêrê kurd bikin wekî meymûn û wan bikin mesrefa li van deran hatibin bicîhkirin (ha liminêêêê, ev jî paranoyaya 100 sala ya orjînal bû). 

21- Divê li muzîka kurdî guhdar bike lê haya wî ji muzîka klasîk jî hebe. Teqez divê ji muzîka otantîk an etnîk haydar nebe û pesnê Yasmîn Levî, Trîo Mara, Mohsen Namjooo nede.

22- Divê qett paþgotinî (dedîqodî) neke. 

23- Divê serê sibeha ji niþke ve dernekeve pêþ meriv, çimkî hema wisa.

24- Divê her ro xwe biþo û bi qirêjî û kurmîtiya xwe pesnê xwe nede.

25- Tu carî divê nebêje jin xweza ye, pîroz e filan. Piþtî wan gotinan teqez hewla bikaranîna jinê û desthilatdarî tê. 

26- Divê bi hevoka “ku dewletek me jî hebûya” dest bi gotinê neke û meriv canzerî neke ji derdê bêdewletiyê. 

27- Divê haya wî ji hemû xwarinên dinyayê hebe û pesnê xwe bi vê taybetiyê nede, yanê gurmeyekî qurre nîn be.

28- Divê pir bixwîne lê di her civatê de behsa pirxwendina xwe neke. Van çendan hin kesan wekî xwendayê profesyonel ji xwe re branþ ava kirine. Milet ji wan wekî “xwendevanên profesyonel” behs dike, bê lome.

29- Divê him Apocî, him Berzanîcî him Telebanîcî be 

30- Divê gund, navçe an bajarê xwe bi ser hemû cihên din re nebîne û xwe pê nenepixîne. Çimkî seranser hemmmû Kurdistan xweþ e.

31- Divê hestewar be lê ne arabesk be, mînak; “çima ez dayê” û “dayê dinya xayîn e” (ev herdu hevok manîfestoya arabeskbûnê ne ellawekîl) 

32- Divê haya wî bi qasî sînemayê ji tiyatroyê jî hebe û seyr jî bike tabî. 

Wê bidome, nedome jî îdare bikin, min hêrs nekinnn.


Krîstîn Ozbey

Hemû Nivîsên Krîstîn Ozbey

Hûn dikarin li van jî binêrin

Serketiyê 'Sêþema Super' John McCain e

Serketiyê 'Sêþema Super' John McCain e ...

07 02 2008

Pêþniyarên ji bo dawiya hefteyê

Pêþniyarên ji bo dawiya hefteyê

10 01 2019

Kongreya Diyarbakirsporê betal bû

Kongreya Diyarbakirsporê betal bû

17 08 2008

Serketina Portekîzê ket nav rûpelên dîrokê

Serketina Portekîzê ket nav rûpelên...

21 06 2010

3 pirtûkên li ser ziman

3 pirtûkên li ser ziman

14 12 2018

Nûçeyên nû

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

14 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname