logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
  2. Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?
  3. Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket
  4. Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî
  5. Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

Krîstîn Ozbey

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey

HEMA WISA, ÇAWA? HALO WILO

  • Dîrok: 07/12/2018
- Lê lêêê, lo looo, taştêya te dişînim/davêjim watsapê, way tu çewrimîçî yî, kula marê kor li wir bixw(în)e û di rewşa xwe de parve bike, temam belqitiyê-a sanalîst, înternetperest?!

- Çendê hanê bavê min di telefonê de go merivekî me tim pirsa te dike û van rojan nexweş e, qene here pirsa wî bike. Dora rojê lê geriyam û min di telefonê de ji hevalê bavê xwe an kurê meta qîza pismamê wî re go "xalo gêçmîş bê" hema di wê gavê de di hişê min de sehneyek peyda bû; Sêmî Tên bi 7 heb pirtûkên Hînker li nava serê min xist û min her dît di nav nivînên nexweşxaneyê de me û bi Burkina Fasoyî (navê paytexta wê Ouagadougou ye) diaxivim.
De îca ka li ecêbê sosretê; merivê me an hevalê bavê min go; qîza miiin, tu çima qe nayê mala meee, welleh em û mala bavê te wekî malekê bûn, kalê te dihat 15 rojan li mala me dima, em tim dihatin mala bavê te. Tu çima wisa xerîbiya dikî?

- Bi diya xwe re di telefonê de 17 deqe diaxivîm. 2 deqe pirsa min dike, 8 deqe behsa nexweşînên xwe dike û 7 deqe jî gilî, gazin, gustîr û bazina dike; qîza min ka tu çûyî ba mala kurê xaltiya min? Her roja Xwedê li te dipirsin, mereqa te dikin. Yanê tu heftê rojekê herî ba wan bimînî ew ê qiyamet rabe?! Ku merivê bavê te bin tu bazdanka diçî, lê ê min, hirç in, hov in, ew ê te bixwin loma tu naçî, erê temam haa, neçe qîza bavê xwe neçe! tenê şeş xalên te hene. Qet nebe her roj telefonî yekî xwe bike lê lê bêesl û feslê. 

- Rojekê di youtubê de li klîbekê stranbêjê navdar Sting temaşe dikim. Carnan şiroveyê binê klîban jî dixwînim. Tiştên sosret, xweş, reş, geş, bêwate, enstantane û di her rengî de hene tê de. Navê klîbê Englishman in New York (Zilamekî îngilîz li New Yorkê) e. Li binê klîbê yekî tirk jî gotiye “I m a Turkish man in banana republic” (ez Tirkek im li komara mûz). Gelek kesan destek dane vî zilamî. De weree destek nedê. Yanê meriv ew qas xweş xwe pênase dike, ew qas bi xwe dizane, helal be ji te re. Ji bo kesên ku nizanin “komara mûz” çi ye; ji bo dewletên di her warî de bêîstîkrar in tê gotin. An jî dîroka ticareta mûza di xaltiya gogilê de bixwînin û mijarê bi berfirehî hîn bibin. Me qey ez gogil im gidiyano!

- Wan rojan min erebeya xwe bir cem temîrcî. Mala wî ava be, wisa bi wijdan bû wisa ku nayê gotin. Neynika raçaviyê (dikiz) şikestibû, zilam go divê motor, qaporta û tekerê wê biguherin. Xwedê wan ji ser serê me kêm neke an jî fetara xwe bi mazotê vekin îşellah-ul trafîk!!

- Gulê neçe neçe neçee, em kovareke nû çap bikin/derxînin bi hev re (silav li Popkurd, Ziryab). Bila kovareke min û te jî hebe (pirtûka helbesta ya Omer Dilsoz, Bila Gotineke Min û Te jî Hebe). 

- Ku jin bixwazin dikarin dinyayê bi dest bixin lê ew danûstendinê tercîh dikin. Ku mêr bixwazin dikarin dinyayê bi dest bixin, ayy, ka bisekinin yaaa, jıxwe dinya di destê wan de ye malnemîratt!

Wekî dawî ez ê ji we re hin pêşniyariyan bikim
9 tişt meriv ji stresê dikujin;
1-bêdewletî
2-jinbûn
3-quretî
4-tirsa çûyîna kela şîr
5-pitepita mirovan
6-terikandina şekir
7-timatî
8-tozpaqijî
9-mêrên qeşmerên qaşo xweşmêr

Jina Ku Dixwaze Jubîleya Jinbûnê Bike 

Hin Nivîsen Nivîskar

BAJO GULÊ BAJO

  • 17 Avrêl 2017

Silav li we ajokarno, mirovên ku di nava rê de bêhay dimeşin, pisîkên girnewkî, kûçikên pirçilaskî, ajokara herî baş hat, birevin.  Roj baş...

Whitney Huston, Eyşe Şan, ol, jin û qedera jinbûnê

  • 03 Berfanbar 2017

Di jiyana min de muzîk cihekî pir girîng digire. Diya min tim li radyoyê guhdarî dikir. Me gelek sibehan çavên xwe bi muzîkê vedikir. Carnan di hin bernameyên...

KURD Û DAWETÊN NÛJEN!

  • 15 Tîrmeh 2017

Silav kurdên govendger, şal û şepik li bejna wan û kîne emcî. Mi go ez hinekî ji we re qala dawetên kurdan ku van salan bûne mode bikim. Ji kerema xwe çend deqe tevnegerin...

Hemû Nivîsen Krîstîn Ozbey

Krîstîn Ozbey kî ye?

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsên Nû
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mazî: Ji alî çap û nivîsandina pirtûkan ve pêşketin, ji alî firotinê ve têkçûn e

ad

Otyam: Bila stranên kurdî ji kaseyê derxin

ad

Enî tîmî veciyay "Dewrey 16'inan"

ad

Ev jî çêbû: Roja lîstika maça Amed Sporê guhartin

ad

Onder: 'Her kesî dizanî li Dolmabahçeyê emê çi bixwînin'

ad

YSK'ê hejmara mebûsên bajaran diyar kirin, Dêrsimê winda kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

  • 29 09 2023
news

Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?

  • 29 09 2023
news

Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket

  • 30 09 2023
news

Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

  • 30 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname