Aştî, aramî, lihevhatin...
Çi gotinên efsûnî ne ku di xwe de tije paradoks dihewînin.
Li aliyekî hin dewlet hene van têgehên pîroz di rêya armancên xwe yên eskerî de bikartînin, naveroka wan diherimînin, li aliyê din qismeke girîng ên mirovan di vê rêyê de canê xwe feda dikin.
Yên dewa aştiyê dikin, bi giranî maxdûr in yanî kesên sivîl in ku ketine ber xezeba şeran. Yên biryara astiyê didin jî hêzên desthilatdar in.
1’ê Rezberê (Îlonê) ku wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê zanîn çawa hat dîyar kirin? Mirovahî çima û çawa pêdivî dît ji bo aştiyê rojekê diyar bike. Wateya wê rojê çi ye? Çima ne rojeke din 1’ê Rezberê? Gelo ji bilî vê rojê çend rojên din yên aştiyê hene. Di îlankirina vê rojê de welatên serdest yên cîhanê roleke çawa lîstin?
Ji bo em behsa çîroka 1’ê Rezberê bikin, divê em vegerin destpêka sedsala borî.
Di destpêka salên 1900’î de, dewlemendiyên sererd û binerd nû hatibûn kifş kirin. Mirovahî negihîştibû wê astê ku karibe van dewlemendiyan di nava xwe de parve bike. Reqabeteke mezin hebû. Ev dewlemendî zêdetir di destê kîjan dewletê de ba, ewê biba hikumdarê cîhanê. Destpêka avakirina netew-dewletan bû. Destpêka şoreşa sanayî bû. Ji Japonyayê bigire heta Amerikayê, Rusyayê, Fransayê tev li aliyekî li dijî bloka Almanya, Avusturya û Împaratoriya Osmanî di nava şer de bûn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di navbera salên 1914-1918’an de, Bloka Alman ku Împaratoriya Osmanî jî digirt nava xwe têkçû. Encama Şerê Yekem giran bû. Li derveyê encamên politik, ekonomik û erdnigarî bi qasî 20 mîlyon kes hatin kuştin, ji wan 10 mîlyon sivil bûn. Derdora 40 mîlyon kes jî yan birîndar bû yan seqet man. 4 împaratorî hilweşiyan. Dewletên nû yên li ser bingeha netew-dewletê ava bûn. Bi peymanên navnetewî axa Kurdistanê jî wê demê di nava wan dewletên nû de hat dabeş kirin.
Pistî 21 salan, Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Şerê Cîhanê yê Duyemîn wekî şerê herî mezin yê dîroka mirovahiyê tê zanîn. Ji aliyê almanan ve bû wekî tolhildana Şerê Yekem. Roja 1’ê Rezbera 1939’an, Hêzên Almanyaya Nazî bi serkêşiya Adoldf Hîtler, cara yekem êrîşê Polonyayê kir û rojên herî bi xwîn, herî tarî, herî bi êş yên dîroka mirovahiyê destpêkirin.
Şerê Duyemîn tam 6 sal û rojekê dewam kir. Bîlanço îjar 3 qat ji Şerê Yekemîn girantir bû. Bi qasî 70 mîlyon kes hatin kustin. Ji wan 45 mîlyon sivîl bûn. 6 mîlyon cihû bûn. Yanê hejmara kuştiyan wê demê dikir ji sedî 2.5’ê nifûsê temamiya cîhanê. Bajarên bi nav û deng yên wekî Berlîn, Varsova, Londra, Nagazakî, Tokyo, Hamburg, Lenîngrad, Budapeşte, Kiev bûn wekî Heleb, Reqqa û Kobaniya îro.
Mirovahî ancax piştî bîlançoya ew qas giran ya van her du şerên bi xwîn, karî behsa aştiyê bike. Îlankirina Roja Aştiya ya Cîhanê piştî vê cengê hat rojevê. 1’ê Rezbera 1939’an roja destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû. Hêzên alman yên Nazî wê rojê êrîş kiribûn ser Polonyayê.
Piştî ku şer bi dawî bû, Yekitiya Sovyetan û welatên endamên Pakta Varşovayê biryar dan roja destpêka şer, yanî 1’ê Rezberê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê îlan bikin. Ev wisa heta 1981’ê dewam kir.
Piştre Neteweyên Yekbûyî jî di sala 1981’ê de, di şûna 1’ê Rezberê de roja 21’ê Rezberê wekî Rroja Aştiya Navnetewî îlan kir. Niha li piraniya welatên cihanê 21’ê Rezberê wekî Roja Aştiya Navnetewî tê bibiranîn û pîroz kirin. Yanî du rojên me yên aştiyê hene. 1’ê Rezberê û 21’ê Rezberê. Lê piştî ku Yekîtiya Sovyetan belav bû, di roja me de, tenê li hin welatên bloka sosyalîst û li hin welatên Rojhilata Navin hê jî wekî sembolik ji bo şermezarkirina roja destpêka şer, 1’ê Rezberê wekî Roja Astiyê ya Cîhanê tê pîroz kirin. Ji bilî 1’ê Rezberê û 21’ê Rezberê, rojeke din ya aştiya navnetewî heye, ew jî 1’ê meha çileyê ye ku di sala 1968’an de, ji aliyê alema katolik ve hatiye îlan kirin.
Rastiya Efrînê wateya rojên navnetewî yên aştiyê ji holê radike
Wisa xuyaye di îlankirina rojên ‘Astiya Navneteweyî’ de dinya gelek li pêş e. Lê di pêkanîna wê de tam paradoks heye. Nakokî û dirûtiya van welatan eşkere xuyaye. Her çend roja aştiya navnetewî hebe jî şer her berdewam kir. Eniya şer her çend guherîbe jî aktorên şer tim heman dewlet û hêz bûn. Bi xwe raste rast li dijî hev şernekirin jî, bi şerên wekaletê xweza talan kirin, pir millet maxdûr kirin. Şerê li Wîetnamê, Kamboçyayê, Kore, li Kuba û welatên Amerikaya Latîn, li hin welatên Afrîkayê, li Cezayîr, Angola û li Rojhilata Navîn wekî berdewama Şerê Cîhanê yê Duyemîn dikare were nirxandin.
Îro li welate me rewş ne cuda ye. Dewletên serdest yên endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî Amerîka, Çîn, Fransa, Rusya û Îngilistan di mijara aştiyê de nakokî û dirûtiya xwe venaşêrin.
Nimûneya Efrînê bi tena serê xwe dikare rewşê vebêje. Bajarê bi tenê yê Rojhilata Navîn ku tê de aştî û aramî mabû, li ber çavên wan dewletên ku Roja Aştiya Cîhanê îlan kirine, 58 rojan bû hedefa balafirên şer. Rastiya li Efrînê wateya rojên navnetewî yên aştiyê ji holê radike. Samîmiyeta welatên aştîxwaz ancax bi helwesta wan ya ji bo doza azadiya gelê kurd diyar dibe.
Hemû rojên aştiyê, ango1’ê Rezberê, 21’ê Rezberê û 1’ê Çileyê tev ji bo armancakê ne; rawestandina hemû şeran û avakirina aştiyê li herderê cihanê. Ev roj wekî peymanên navdewletî yên aştiyê dikarin werin hesibandin. Şertên van peymanên manevî ew e ku her dewlet qebûl bike ku tu car serî li politikayên zextê nade, welatê cîran dagir nake, di pirsgirêkan de şer tercîh nake û tim siyaseta aramiyê ji xwe re esas digire.
Gelo ev prensîb û şertên peymanê çiqas pêk tên? Madem wisa ye, çima ji parastinê re, ji çek û silehan re ew qas butçe tê veqetandin, çima ew qas çek, tang û top balafirên şer tên hilberîn ? Ev amadekarî tev ji bo çi ne?
Çawa çêdibe welatên ku herî zêde behsa aştiya navnetewî dikin dîsa ew welatin ên ku herî zêde çek hildiberînin û ji parastinê re butçeyek mezin vediqetînin. Gelo saziya Neteweyên Yekbûyî bi xwe jî ma ne ji bo armanca aştî û aramiya nava gelan hat saz kirin? Em her 5 endamên daîmê yên vê saziyê ku li ser cihanê xwedî hikmên mezin in bînin bîra xwe: Amerika, Çîn, Fransa, Rusya û Îngilistan. Em şaş nemînin yên ku qaşo li pey aştiya cîhanê ne ev dewlet in, lê di pişt her şerî de jî dîsa bandora wan xwe dide der. Helwesta wan nîşan dide ku wekî di dîrokê de ew hê jî li pey dagirkirin û dizîna dewlemendiyên gelan in.
Her aştî xwedî dîrokeke bi xwîn e. Her şer jî mehkûmê bi dawîbûnê ye. Pirsa ku gelên maxdûr û qurbaniyên cengan ji xwe dikin ev e: Aştî wê kengê hikum li cîhanê bike?
Bersiv gelek zelal e; Roja ku mirovahî ferq kir ku xweza, ekolojî, jiyana mirovan û ya hemû zindiyên li ser rûyê erdê ji dewlemendiyên sererd û binerd bi qimettir in, aştî wê zûtir hikum li cîhanê bike.