Zarok û Bandora Dijwariyê
Li Welatê me, carnan ji ber urf û adetên kevnare, carnan ji ber þertên jiyanê, carnan jî ji ber nezanî û bêkontroliya hêrsê, jin û zarok dibin hedefa dijwariyê.
Ne tenê di nava malbatê de, her wiha di nava civakê de, li ser kar û li dibistanên dewletê jî zarok bi dijwariyê re rû bi rû dimînin.
Heta îro jî, hem li welatên dagirkerên Kurdistanê û hem jî li gelek welatên din ên ji pêþketinê nesibê xwe negirtine, pedagog û pisporên perwerdehiyê îdîa dikin ku lêdan û dijwarî cureyeke perwerdehiyê ye.
Lê zanyariya pedagojik ya nûjen derxist holê ku lêdan û dijwarî tenê zarokan famkorî dike, bandoreke xirab li kesayetiya wan dike û hestên êrîþkarî di wan de derdixe pêþ. Lewma sedem çi dibe bila bibe, di serî de lêdana li dibistanan bi giþtî dijwariya li ser zarok di hiqûqa nûjen de wekî sûc tê qebûlkirin.
Þîddeta li zarokan bi xwe re encamên çawa derdixe holê ?
Zarok tenê bi xwendin û guhdarîkirinê ilm fêr nabin. Çavdêrî, nêrîn yek ji awayê sereke yê perwerdehiyê ye.
Yanî mezinên zarokan, ha baþ ha xirab, çi bikin, çawa tevbigerin, zarok ji wan nimûne digirin.
Zarok bingeha jiyana xwe li ser tevgera mezinên xwe ava dikin.
Zemanê berê tenê civak û malbat hebûn dikaribûn bandor li zarokan bikira, lê niha ev berfirehtir bûye.
Di serî de televîzyon, medyaya civakî, lîstikên þer ên înformatîk, dibistan zarokan wisa dike bin hukmê xwe ku tesîra malbatê dadixe asta herî jêr.
Ev serdema nû bi xwe re kultureke globalîzmê afirandiye.
Dijwariya di ekranan de, dîmenên di medya civakî de bi zarokan dide bawer kirin ku ev dijwarî rêyeke rast e.
Di temenê bin 10 salî re zarok nikare ferqa rastiyê û senaryoyê ji nav hev derîne.
Hiþ û mantiqa zarok ne di wê astê de ye ku rastî û xirabiyê ji hev derxe. Zarok digihîje wê qenaetê ku tiþta mezinên wan dikin rast e. Hem di ekranan de hem li nava malê, dema dijwariyê dibînin wê ji xwe re wekî nimûne digirin.
Pispor dibêjin, mirovekî çiqas li dîmenên dijwariyê temaþe bike yan jî çiqas bixwe bibe qurbanê þîdetê, ew qas êrîþkar dibe û tim hewl dide pirsgirêkên xwe bi rêya dijwariyê çareser bike.
Di nava civak û malbatê de jî rewþ wisa ye. Dema zarokek ji hezkirinê bê par bimîne, ji dê û bavê xwe yan ji mezinên xwe tim þîdetê bibîne, were tacîzkirin û heqaret lê were kirin, di tevgera wî de êrîþkarî derdikeve pêþ. Tevgera mezinên malbatê ji bo zarokan dibe nimûne.
Ji bo afirandina civakake aram, atmosfereke aþtiyane û ji bo mezinkirina zarokên îdeal, perwerdehiya di nava malbatê de bi tena serê xwe têr nake. Ji bo zarok nebin êrîþkar û fêrî dijwariyê nebin, seferberiyeke cidî ya civakê lazim e.
Têkoþîneke giþtî ya li dijî þîdetê lazim e.
Di vê derê de dîsa rola herî mezin dikeve ser milê jinê.
Bi tesîreke baþ a li ser zarokan, bi vê têkoþîna giþtî ya civakî û bi seferberiyeke gerdûnî ya li dijî dijwariyê, jin dikare bibe ewlehî û avakara civakeke nû ya nûjen. Pêþeroja aram di destê jinê de ye.