Piştî demeke dirêj di bazara muzîka kurdî de hinek lebata xweş çêbû. Ji serê salê ve hinek albumên xweş derketin.
Rewşa siyasî ya aloz û şikestinên trawmatîk ên her sê salên dawî bandoreke neyînî li bazara muzîkê jî kir. Di van sê salên dawî de ne tenê hejmara albumên kesên nû derketin piyaseyê bi tiliyan dihatin hejmartin, her wiha stranbêjên ku di nava civakê de cemawerên wan jî hene zêde kêm album deranîn.
Ev çend mehek e bayekî xweş di warê deranîna albuman de rabû. Mîrady îsal bi “Xwelî” berhemeke nû derxist. Jan Axîn piştî demeke dirêj bi albuma “Zerîba” vegeriya. Şêweyê muzîka Mîrady jî û ya Jan Axîn jî xweser in û taybet in. Piştî demeke dirêj guhdarkirina berhemên wan ên nû mirov kêfxweş dike.
Ciwan Haco jî ev demeke dirêj bû albumên nû dernexistibûn. Wî jî bi albuma xwe ya nû ya bi navê “Felek” dilê guhdarên xwe xweş kir. Hezkerên muzîka wî baş dizanin berhemên wî ji her hêlê ve ji hev guhertî ne. Lê ev album ji hemûyan guhertîtir e. Ji ber “Felek”dişibe hemû berhemên wî yên berê. Ji hêla şêweyê muzîkî ve wekî ku hemû berhemên xwe yên berê di nava xwe de bihewîne.
Di rojên derbasbûyî de min Nîzamettîn Arîç dît. Helbet dema mirov hunermendekî wekî wî bibîne, mirov pirsa kar û projeyên wan ên nû dike. Wî jî mizgînî da û diyar kir ku berhema wî ya nû wê piştî du hefteyên din derkeve. Bi kelecanî behsa berhema xwe ya nû kir. Kesên wî nas dikin, baş dizanin ka ew çiqas li ser karê xwe hesas e. Derketina berhema wî ya nû jî wê bayê muzîkê ya dîsa hêdî hêdî radibe geştir bike.
Ez vê jî bêjim; Di muzîkê de Koma Rewşan xwedî cihekî gelekî taybet e. Kom ji hev feşkilî. Ev demeke dirêj bû Harûn Elkî, ku stûna komê bû, bêdeng bû. Ev çend meh in bêdengiya wî şikest û ev e çend konser dane. Vegera wî ya ser dikê bi serê xwe cihê kêfxweşiyê ye. Heke vêca amadekariyên deranîna albumê jî hebin ev bayê ez behsê dikim wê hê gurtir bibe.
Bêdengiya stranbêjan bandorê li nifşê nû jî dike. Ev yek dibe sedem ku ciwan teşwîqî afirandina muzîkê nebin. Guhdarkirina heman berheman a bi salan dibe sedema dilmayîina ji muzîkê. Bi van çend salên dawiyê ev yek baş diyar bû.
Bi derketina van berhemên ku min li jor behs kirine re hezkirina min a muzîkê careke din vegeriya. Êdî wekî berê dîsa bi rê de û li malê li muzîkê guhdarî dikim. Heke kesên ev demeke bi awayekî rêk û pêk li muzîkê guhdarî nekirine li van berhemên nû guhdarî bikin, wê sedî sed maf bidin van gotinên min.