Di destpêkê de, divê ez vê yekê zelal bikim ku mebesta min ji “nivîskarên kurd” nivîskarên kurmancînivîs in.
Dema mirov li rewÅŸa çapemeniya kurdî, tevgera siyasî û civakî ya kurdan dinêre, ev paÅŸguhkirina berhem, dîtin, ÅŸîrove û helwestên nivîskarên kurd bala mirov dikÅŸîne û dikare bibe cihê pirs û gumanan. Gelek caran ev pirs bi min re çêdibûn, lê bêdengî û xemsariya van nivîskaran, bi taybetî yên ku li hundirê welêt dijîn, dibû sedem ku ez jî qala vê mijarê nekim.
Ez ê vekirî bibêjim ku ev bêdengî û xemsariya van nivîskaran asta cidiyeta nivîskariya wan, li cem min, dikire bin sîwana ÅŸubhe û gumanan.
Vê heftê, mala Xwedê ava, dereng be jî, ji hêla du nivîskaran ve, ev bêdengî hate ÅŸikenandin.
Nivîsa Omer Dilsoz ku pirsa aîdiyeta “nivîskarên kurd” tîne holê.(1) Nivîsa Dilawer Zeraq ku êdî ne wekî gihayê tal yê hewÅŸê, lê belê bi xwe hest dibe ku ew “nivîskarên kurd” bi temamî li derveyî hewÅŸê têne hiÅŸtin.(2)
Di vê nivîsa xwe de, ez ê li gor dîtina xwe, hinekî din li vê mijarê bi berfirehî bikolim. Di vê xelekê de, ez ê hinek têbîniyên xwe li ser rewÅŸa nivîskarên kurd li Bakur binîvisînim û di xelekeke din de jî li ser heman mijarê li Rojava, BaÅŸûr û Rojhilat binîvisînim.
Bakur, dewlet û siyaseta wê
Ji destpêka salên notî de û bi derketina rojnameya heftane “Welat” re, Kurmancî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kete qonaxa geÅŸbûnê. Bi bilindbûna asta berxwedana kurdan re û bi berfirehbûna ÅŸiyariya neteweyî re, hêdî hêdî xwîn bi kurmanciya birîndar û qedexekirî ve hat. Îro zêdeyî bîst û pênc salan di ser wê destpêkê re derbas bûne. Ez ê qala rewÅŸê bi tevayî nekim, lê aliyê girêdayî mijara me di çi astê de ye gelo?. Her du nivîsên min bi navkirin hinek ronahî davêjin ser asta ku nivîskariya kurdî tê de ye.
Di rastiyê de, ev rewÅŸ ji zû de li holê ye. Festîval û komcivînên girseyî dibin delîveya rûdana vê rastiya tal ku bi çavekî biçûk û bi bênirxî û bêhurmetî li nivîskarên kurd tê nêrîn. Yan wan tune dibînin, eger hebin jî bêqîmet û bê giranî ne. Yan jî, ji ber ku nikarin bi zimanê dagîrkeran yê xweÅŸik, binîvisînin, berê xwe dane kurdî û xwe “tiÅŸtek” dihesibînin!.
Ew jî- aliyên têkildar- rê nadin van “qamqut” û “bejinkinik” û “pîsik”ên ku dixwazin xwe mîna nivîskarên “bejinbilind” û “xweÅŸik” û “mezin” bibînin. Di kûrahiya hiÅŸmendiya wan de bajarvanî, nûjenî û xweÅŸikbûna dagirkerên xurt û zimanê wanî spehî heye ku her dem xwe dide hember gundîtî, paÅŸdemayîn û fehÅŸbûna zimanê ku tenê dayik û pîrikên wan yên rûqermiçî pê daxivin, heye.
Dewleta Tirk, piÅŸtî ku di tunekirina bizava kurdan a siyasî û çekdarî de têkçû û neçar ma ku hebûna kurdan, ne bi awayekî qanûnî be jî, bipejirîne, neçar ma ku wêje û edebiyata wan jî bipejirîne. Lê…
Wekî ku di siyasetê de tevdigere û bi afirandina kurdên xwe projeyên xwe dimeÅŸîne, di warê edebiyatê de jî kurdên xwe diafirîne û dîmenê edebiyata kurdî bi wan bi sînor dike. Mînaka herî ber bi çav jî Mehmed Uzun ê ku di gurbûna ÅŸerê dijî kurdan de, ji Swêdê rê girt û çû leÅŸkerî ji bo wê dewletê kir. Wisa jî di hemû jiyana xwe ya romanivîsînê de yek roman li ser ÅŸerê van bîst û pênc salan nivîsand. Di wê romanê de jî keçeke kurd, gerîla, dike evîndara serbazekî ArtêÅŸa Tirk. Keça kurd a evîndar, nav lê dike “kevokê” û wê davêje hembêza sebazekî tirk ê evîndar û navê wî dike “Baz”. Roman li ser evîna Baz û Kevokê ye.! (3)
Ev roman yek ji mînakên ecêb e yên ku min di jiyana xwe de li ser welatekî dagîrkirî xwendine ku nivîskar ji miletê bindest e û dîmenê serbazekî leÅŸkerên dagirker ew qas xweÅŸik û yê keça kurd ew qasî dûrî rastiyê, nîÅŸan dide. Ev dîmen jî, ji sedî sed, bi romanên ku nivîskarên tirkan ên nijadperest nivîsandine re, digunce. (4)
Dewlet û derdorên wê, bi zanebûn, edebiyata kurdî bi Mehmed Uzun bi sînor dikin. Ji xwe gava ku mirî be, çêtir e ku li jiyanê be. Ji ber vê, dema mirov, di vê dema me de, dîmena edebiyata kurdî di çapemenî û derdorên tirk de diÅŸopîne, pêvajoya edebiyata kurdî li cem Mehmed Uzun dixitime. Anku, çend klasîkên kurdan hene ku bi sedê salan di ser mirina wan re derbas bûye û di vê dema me de jî Mehmed Uzun heye.
Eger piÅŸtî Uzun kesek hebe, jixwe ev in ên ku bi tirkî dinîvisînin. BalkêÅŸ e ku çapemeniya tirk her dem pala xwe dide çend wergêrên tirkî, yan jî çendên tirkînivîs û wan wekî pisporên edebiyata kurdî dide pêÅŸ. Ew jî vê rolê bê dudilî pêk tînin.
Di bernameyên televîzyonên tirkan de, divê nivîskarên mîna Muhsin Kizilkaya û Abidîn Parilti, wergerê ji nivîskarên kurd re bikin yan jî qala wergerên xwe bikin. Lê gava ku xwe wekî nûnerên vê edebiyatê ji bo tirkan pêÅŸkêÅŸ bikin, ew neheqiyeke mezin li edebiyata kurdî û li nivîskarên xwedî berhemên wêjeyî dikin.
Çend mînakên xerab ji TRT 6’ê
Bi vekirina TRT 6’ê re, riswakirina kurmanciyê gihîÅŸte asta herî bilind. Ji bo ez nivîsê zêde dirêj nekim. Ez ê sê mînakan ji sibê û nîro û êvarê bidim. Sê xanimên ku bi kurmancî nizanin, an jî tenê dikarin kurmanciyê rezîl û riswa bikin bûne pêÅŸkêÅŸvanên sê bernameyên ku di sê demên cuda de têne weÅŸandin. Serê sibehê Guler IÅŸika ku nizane “senetçi” bi kurdî hunermend e, NiÅŸtî Sitêrka ku li ÅŸûna ku bêje “min got”, dibêje, “Ez gotim”, piÅŸtî nîro û Nilufer Akbala ku ne bi zazakî baÅŸ, ne jî bi kurmancî baÅŸ dizane û ji soranî jî ..xan, kaka, danîÅŸe û gewre dizane, danê êvarî, bernameyan ji kurdên “belengaz” re, bi “zimanê wan” pêÅŸkêÅŸ dikin.
TRT 6, televîzyona dewletê ya ku bi kurdî weÅŸanê dike, sibê û nîvro û êvarê sê berhemên siyaseta xwe ya heÅŸtê salî, bi kurmanciyeke xerab e, derdixîne hermber me. Bandora wan, li ÅŸûna ku li zimên bibe, li guh û mîdê dibe. Kurmanciyeke wisa diaxivin ku hem guhê mirov diêÅŸîne û hem jî mîda mirov.
Eger bi çend mînakên ku me dan siyaseta dewletê ya li hember kurmancî û nivîskarên kurd ev be. Li hêla kurdan rewÅŸ çawa ye, gelo?
Bakur, kurd û siyaseta wan
BalkêÅŸ e ku di hemû helwest û ÅŸîrove û bizavên rewÅŸenbîrî de yên ku hem ji hêla kurdan de û hem ji hêla tirkan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê rû didin, mirov li navê yek nivîskarê kurd rast nayê. Wekî ku lihevkirinek di navbera her du aliyan de hebe.!
Hemû daxuyanî, çalakî û helwestên ku di riya çapemeniyê re têne weÅŸandin ên bi navê rewÅŸenbîran, ji bilî rehmetiyê Mehmed Uzun, hemû yan nivîskar û rojnamegerên tirk in yan jî yên kurdên tirkînivîsin.
Åžîroveyeke baÅŸ ji hêla nivîskarekî yan rojnamevanekî tirk derdikeve, di hemû malper û alavên ragihandinê yên kurdan de dibe nûçe û nivîs û belav dibe.
Heta niha, ez carekê jî be, li helwesta nivîskarekî kurd rast nehatime ku kurdan ew ji xwe re kirine nûçe yan jî palpiÅŸt. Eger tiÅŸtekî wisa hebe, wê dîsa tirkînivîsek be. Anku, nivîskarên kurd çi binîvisînin, çi nenîvisînin, ew ji bo çapemeniya kurd tune ne. Ev jî tê wê wateyê ku wê ji bo ya tirk jî tune bin. Ji bo dewletê jî ev e ya ku tê xwestin.
Hemû malper û alavên ragihandinê yên kurdan û bi hemû îdeolojî û aliyên xwe dikevin bin vê sîwanê. Çend ÅŸîroveyên ku xwediyên malperan yan jî çend qunciknivîs dikin, di quncikên xwe yên mirî de dimînin û piÅŸtî çend rojan, winda dibin.
Bi kurtayî, dengê nivîskar û rojnamegerên tirk û carnan kurdên tirkînivîs di çapemeniya tirk û kurd de deng vedide.
Dengê nivîskarên kurd bê vedeng dimîn e. Ew xwe bi xwe li dengên hev guhdarî dikin, lê ew deng li tu deveran deng venade.
Eger rewÅŸ bi giÅŸtî wiha be, bi taybetî jî di festîvalên çand û hunerê de ku mijara me zelaltir dikin vê rastiyê bêhtir li ber çavan radixînin.
Ji serpêhatiyên beÅŸdarbûnê
Di 2003-2004’an de, ez bûm mêvanê çend festîvalên çand û hunerê û li bajarên cuda. Li gelek bajaran ew beÅŸdarî, çi axaftin be, çi îmzekirina pirtûkan be, bi awayekî baÅŸ derbas bû. Lê, carekê û li Batman û Heskîfê ez rastî serboriyeke pir xerab bûm. Ji ber ku ew serpêhatiya xirab xizmeta mijara me dike, ez ê bi kurtayî qala wê bikim. Wê salê, ji bo nivîskar û rojnamegerên tirk ên beÅŸdar salonên fireh di orta bajêr de hatibûn veqetandin. Demeke baÅŸ ji bo wan hatibû destnîÅŸankirin û reklameke baÅŸ ji bo wan hatibû kirin. Di dema axaftina wan de salon dihate dagirtin. Ji bo semînera min a li ser romana kurdî jî cihekî rût û zelût li serê çiyayekî Heskîfê ji bo min di serê sibehekê de hatibû veqetandin. Serê sibehê, hîna Åžaredarê Batmanê yê wê çaxê û hemkarên wî di xew de bûn, li jora wan kevirên rûtî hiÅŸk, ne mîkrofon hebû, ne cihên rûniÅŸtinê, ne jî kesek ji rêveberan. Bêhtir ew zilamekî balkêÅŸ tê bîra min. Zilamekî dabû pey min û dixwest ez jê re “ÅŸerqiyakê” bibêjim. Hevalekî jê re got: “Xalo ev yazar e yazar”. Lê wî bawer nedikir û her digot: “Yaho min ew di televîzyonê de dîtiye ha!”. Ez jî ji serê wî çiyayê rût polî poÅŸman vegeriyam. Min ne qala romana kurdî kir, ne jî dilê min bi ser binavbûna Heskîfê ve ma.
Mebesta min ji nivîsandina vê serpêhatiyê zelalkirina helwesta ji nivîskarên kurd e. Vaye îsal, bi awayekî din, li festîvaleke din, ne cih ji bo wêjeya kurdî tê veqetandin, ne jî hebûna nivîskarên kurd li wê derê bi tiÅŸtekî tê hesibandin.
Hêjayî gotinê ye ku rojên edebiyatê yên ku li Amedê çêdibûn, serboreyeke girîng û ji bo wêjeya kurdî çalakiyeke baÅŸ bû. Ez carekê ji bo wan rojan hatim vexwendin, wê carê jî min piraniya nivîskarên kurd ên ku li Amedê dijîn, li wir nedîtin.
Hingî ev mijar pir alî ye, mirov nema dikare ji nav hev derxîne. Ji hêlekê de bandora kompleksa xwebiçûkdîtinê ku civaka kurd heta qirikê di nav de maye. Ji hêla din de siyaseta kurdan ya ku maye heyrana zimanê tirkan û nivîskarên wî zimanî. Ji hêla din de jî ku yekî wekî min rexneyê li siyasetmedarên kurd bike, wê nivîskarekî kurd ê mîna Adil Zozanî bê û dersên welatparêziyê bide min. Lê dema heman rexne siyasetmedareke dilsoz mîna Leyla Zana bike, wê Adil Zozanî bêdeng bimîne.
Ji bo em hemû sûcî nexînin aliyê siyasiyan, divê nivîskarên kurd hinekî di sedemên bêdengî û bêhelwestbûna xwe de jî biponijin û xwe rexne bikin.
Dinya li ser serê wan xera dibe. Dewlet û çapemeniya wê wan nabîne. Siyaseta kurdan û bi taybetî beÅŸek ji birêveberên wê yên heyranên tirkîtiyê wan biçûk û bê nirx dibînin. Bi navê wêjeya kurdî û bi navê nivîskarên kurd kesên ku bi kurdî nizanin xwe didin pêÅŸ. Li hemberî van rûdanan hemûyan bêdengî û bê helwestî tê çi wateyê gelo?
Dilawer Zeraq dibêje:
“Me wê hingê tu gotin û bersîv li tu kesî venegerand, me deng ji xwe birand, me xuseta xwe ya axaftina di ber xwe de û mineminkirinê car dî pêk anî”
Çima kirî “bêdengî, axaftina di ber xwe de û minemin” bibin xisûsiyetên nivîskarên kurd?
Ez ê bi vê pirsê nivîsa xwe biqedînim. Di nivîseke din de, ez ê li ser nivîskarên kurmancî li Rojava û Sûriyê û li deverên din, binîvisînim.
***
(1) Omer Dilsoz: Kurdînivîsîn û pirsa aydiyetê
(2) Dilawer Zeraq: Em êdî ne yê/a hewÅŸê ne!
(3) Romana „ Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê“.
(4) Agahiyên berfirehtir li ser vê mijarê di gotara Zeyno Zeynep de tên dîtin. Gotar bi vî sernavî ye "di romana tirkan de kurd.." wergera ji tirkî: Davut Ozalp, Kovara Zend, hejmar: payîz 2008, rûpel19-28