Mabesta min ji vê diyar kirinê ne ew e ku ez bi birêz Firat Cewerî re, di çarçoveyeke teng de nîqaşek şexsî ku ji asta afirînerî û ji ehlaqê wêjekariyê dûr e, bikim.
Berevajî, ji bo heqîqet cihê xwe bibîne, orjîniya berhemê-sahneyan li xwediyê xwe bizivire û carek din di vê gerdûna têr zehmet ku heta berhemek tê afirandin çermê pişta merivan diqelişe, meriv ji deşilatî û ji hêz û qewetê dikeve, jibergirtin û teqlîtkirinên bi vî rengî pêkneyê ye.
Nexwe ji bilî rastiya ku min li jor mîsoger kir, jixwe tu sedem nîn e ku ez bi diyarkirineke wiha rabim. Ji aliyek ve jî, ji bilî çarekê ku ew jî çend kêle ajotibû ku me li ser lingan li hev pirsî bû ku ez ji awirvedanên cudabar yên Cewerî şaş mabûm-cîgeh û dema vê hevdîtina kurt a ku behsê dikim, berê niha bi du mehan li Swêdê di şeveke xwendinê de pêkhatibû, tu danûstendineke însanî, wêjeyî, rêxistinî û malbatî di navbera min û birêz Cewerî de nîn e û ji ber vê zelaliyê ye ku ez niha pir bi dil hesayî vê diyarkirinê bi mabesta pêşîlêgirtina lewaz kirina wêjeya kurd dikim. Lewra jihevbirinên bi vî rengî, ji bo wêjeya kurd, ji bo herikîn û geşbûna mejiyê wêjeya kurd, erê ji bo birîndarkirina giyana birîndar a wêjeya kurd, bi rastî jî ji bo me hemûyan cihê êşê ye birêzno.
Baş e. Ez dirêj nekim. Min romana birêz Cewerî xwend. Ne carekê, erê çar caran. Piştre min hin rastî dîtin û ez şok bûm mixabin. Mantiq, argumen û hizra ku di pêkanîna du sahneyên romana Cewerî de raser e, aîdê min e. Sahneyên ku qalê dikim yek di beşa ewil de ye ku Temo Dîanayê kirê dike dibe û sahna din jî di beşa dudiyan da ye ku nivîskar Dîanayê li Cafe Lorînê nas dike û pê re diçin hotelê. Li hotelê Dîana behsa serboriya xwe ji nivîskar re dike. Di sahna dawî de, hin pêkhatin ne ji romana min hatiye satendin. Wekî; Tevlîbûna Dîanayê ya gêrîla û şer û pevçûnên li pey tên.. Li vir, min divê bêjim ku berê niha bi demekê, birêz Helîm Yusiv jî bi raberkirinekê ve behsa jiberbirina çîrokek xwe kiribû û ji ber ku raya kurd bi wê raberkirinê û minaqaşeyên têkildarî wê dizanin, ez pir li ser vê noqteyê nesekinim. Her wiha, pak bawer im ku heke birêz Mihemed Uzun xweş û li jiyanê ba, nexwe mîsoger e ku wî yê jî bilêkirina çend gotinan behsa romana birêz Firat Cewerî bikira. Dil nexwaze jî, lê rastî dixwaze were ziman. Romana birêz Firat Cewerî berhema çar nivîskaran e. Ligel Cewerî..
Ji bo min, ji wekhevbûna hevokan zêdetir mantiq, fikir û mijara ku Cewerî di herdu sahneyan de bikaraniye ye.
Ji bilî cih û mekan û cih bi cih şêweyê vegotina herdu sahneyan, bi dil hesayî dibêjim ku jêdera herdu sahneyan romana mina bi navê Wêneyên Keserê ye. Birêz Firat Cewerî, hêzxeyala min, lehengên min, bi derûnî û jan û jiyana wan ve ji xwe re kiriye rêber, heval û me
şiyaye. Tixûbê bihikarbûna(tesîr) normal ku di wêjeyê de pêkan e ku çêbibe, bi zêdeyî bezandiye. Gelek zêde hewl da ye ku jiberbirinê veşêre, lê bi ser neketiye. Ji ber ku romana min zêde qalind e, zêdeyî 240 rûpelên romanê ji serborî û jiyana Narinê pêk tê, Birêz Cewerî ev dewlemendî bi zanîn bikaraniye, ji cihên cihê cihê, hin caran ji heman rûpelan gotin, hevok û vekere-kilîda pêkanîna bûyeran biriye.
Ji ber ku ewqas zêde wekhevbûn heye, ne pêkan e ku ez bi yek nivîsek pêşkêş bikin. Ez ê bi du-sê nivîsan wekhevbûna mantiq, pêşiya bûyeran, pêkhatin û danûstendinên di dema pêkhatinan de, bi beramberkirina hevokan bi we zehmetkêşên wêjeya kurdî re par ve bikim.Agahiyeke kurt di derbarî herdû pirtûkan de.
Wêneyên Keserê û Ez ê yekî bikujim, di heman salî de çap bûne. Lê Wêneyên Keserê meha ewil ya sala 2008a derçûye. Romana Ezê yekî bikujim, dawiya heman salî derçûye. Ji ber ku weşanxana awesta meha ku pirtûk tê de hatiye çapkirin nenivîsiye, di pirtûkê de ne diyar e ku ka pirtûk di kîjan mehî de derçûye. Ligel vê rastiyê, şopangerên wêjeya kurd baş dizanin ku romana Ezê yekî bikujim, dawiya salê 2008a çapbûye û ji xwe nûçeyên têkildarî danasîna pirtûka navborî ku di çapameniya kurde hatiye belavkirin, behsa min piştrast dike.Niha bi destûra we, ez bi awayekî kin û kurmancî, ji awayê pêkhatina sahneyan bigire heta ravekirina hin hevokan mijarê vekim.
Dîana: Lehenga Firat Cewerî ye.
Narîn: Lehenga romana mina ewil ya bi navê Wêneyên Keserê ye.
Qedera herduyan eynî ye. Herdu jî ji ber pirskirêkên malbatî derbeder dibim. çendî ku pirskirêkên malbatan cudabin jî, lê di encamê de ji ber neliheviya malbatên xwe derbeder dibin. Herdu jî piştî bihurandina jiyanek berê tên tecawiz kirin û paşê bi destên jin jinfiroşan û tên firotin.(Ji ber ku sahna tecawizê dirêje, ez ê di nivîsa bê de cih bidime wê û çend sahnên din..)
Narîn serboriyên xwe ji du kesan re vedibêje. Cara ewil ji Mîr Martîn ku ew ji destê jin firoşan xilas kiriye re, bi kurtî behsa çîroka xwe dike. Di cara dudiya de, piştî ku ew û Mîrza hevudû nas dikin, bi dorfirehî ji Mîrza ku yek ji lehengê romanê ye re qala serhatiyên xwe dike.Dîana heman tiştî dike. Berê bi kurtî ji Temo re behsa çîroka xwe dike, paşê bi dorfirehî ji nivîskar re.
Narîn bi tevê dêwûbavên xwe di sê saliya xwe de koçî Almaya dikin.
Di kitêba birêz Cewerî de, Dîana di zarokatiya xwe de bi maltaba xwe re koçî Almaya dikin.
Narîn ji dêwûbavên xwe tenê ye. Bira û xwişkên wê nînin.
Di kitêba Cewerî de, behsa bira û xwişkên Dîanayê nehatiye kirin. Wisa diyar e ku ew jî mîna Narînê ji bav û diyika xwe tenê ye.
Ji herdu pirtûkan peytên vê yekê
Sahne 1:
Ji romana Wêneyên Keserê: … Hê di temenê xwe yê sisiyan de bi tevê dêwûbavên xwe berê xwe dabûn rojava li Almanya cîwar bûbûb. Rûpel. 12. Narîn: …Lê ez hê di sê saliya xwe de tevî malbata xwe hatim vira. Rûpel 241.
Ji romana Ez ê yekî bikujim: Ez jî zarotiya xwe de bi malbata xwe re cûbûm Almaya. Rûpel 77.
Sahne 2:
Narîn piştî şeş mehan bi destê jinfiroşan tê firotin, bi alîkariya Mîr Martîn xwe xilas dike. Dîana jî şeş mehan tê firotin û Nivîskar bi mabesta xilaskirina wê, wê dişîne ba hevalekî xwe.Ji herdu pirtûkan peyta ve yekê.
Ji romana Wêneyên Keserê: Ji ber ku ew ji şeş mehan vir de, ev cara yekem bû ku yekî ez dikirim dewsa mirovan. Rûpel 133. Narîn li vira behsa şeş mehên firotina xwe dike. Di pirtukê de ev behs dirêj hatiye qalkirin.Ji romana Ez ê yekî bikujim: Ev şeş meh in ku ez ji wan re dixebitm. Rûpel.148Sahne 3:
Wekhevbûna mantiqa ku ev sahne pêkaniye.
Dîana ji aliyê zilamekî ve dawetê ser masa Temo tê kirin. Piştî ku li hevdikin, Dîana Temo dibe malek.. çûyina malê, bi mabesta pêkanîna karê seksê ye. Temo ew ji bo saetek kirê kiriye. Lê li mal ew kar pêknayê. Bi gor Dîanayê Temo naşibe mêrên din. Ev jî dibe sebeb ku Dîana bigirî, Temo ji xemgîniya wê hayil dibe û bi vî awayî dixwaze li çîroka we guhdarî bike.Peyayên Mîr Bruno û Andreasê ku zirbavê Narînê ye, Narînê li ser daxwaza mişteriyek dibin nik wî. Narîn hatiye kirê kirin..Navê kesê ku Narîn xwestiye Mîr Martînê. Lê heman tişt li wir jî dibe. Mîr Martîn ji Narînê dipirse bê ka dixwaze çi vexwe. Li ser vê nêzîkahiya germ , Narîn digirî. Mîr Martîn heyirî dimîne. Dev ji mabesta sekskirina pê re berdide û dixwaze li çîroka wê guhdarî bike.Ji herdu Pirtûkan peyta vê yekê.
Ji romana Wêneyên Keserê. …..Zilamê rûgeş ji min ve nêz bû, bi destê min girt em ji eywanê derbasî odeyek mezin bûn…... Ode pir xweş hatibû xemilandin. Rûpel 132.Ji romana Ez ê yekî bikujim: Em bi hev re derbasî hundirê odeya rûni
ştinê dibin. Rûpel 70. Digel ku odeyek bîcûk e jî pir xweş hatiye raxistin. Rûpel 71.Û didome…
Ji romana Wêneyên Keserê: ….Min bav ninê mere rûgeş. Wekî din jî kesek min tune bi hewara min de were û min ji nav pî û lêpên vî karê kirêt xilas bike.Rûpel 135.Ji romana Ez ê yekî bikujim: ….Ew dibêjê xwezî xwediyên wê hebûna û ew ji vî azabî xilas bikira. Rûpel 73
Ji romana Wêneyên Keserê: Narîn>….Ew jî hat li kêleka min rûnişt. Bi rûniştina wî re,xengîniyek venişî ser min. Êdî ez ne bi dengekî nizim, bi dengekî bilind giriyam. Rupel 133. Ji romana Ez ê yekî bikujim: Temo>….Vê carê li ba wê li ser textê wê ê razanê rûniştim. Ew hê digirî. Rûpel 72.
Li vira, Narîn berê hatin û rûniştan Mîr Martîn ya li kêlaka xwe digirî. Bi rûniştina wî re, dengê giriya wê berz dibe.Di pirtûka Cewerî de, em ji gotina Temo „ew hê digirî" fêm dikin ku Dîana berê rûni
ştina Temo ya li textê wê yê razanê dest bi girî kiriye.Ji romana Ez ê yekî bikujim: Dîana> …Ez dilê xwe ji te re vedikim, ji ber ku di cavên te de dostaniyê dibînim. Rûpel 72.
Ji romana Wêneyên Keserê: Narîn> …Ev zilamê ku di rûyê wî de hêmayên xwesî û kamraniyê diyar dibû, ez ne mîna fahişeyek ji dere hanê didîtim. Hevokên jêdera wan eynî ye, di vê sahneyê de gelek zêde ne. Lê ya mihum ne hevok, mantiqa pêkhatina beşê yeDîana di vê sahnê de, pistî ku ji Temo ewle dibe, behsa kirêtiya mêran dike ku ka wan çi aniye serî. çawa biçûk xistine. Dû re qalê tîne ser cudabûna Temo ya ji mêrên ku ew pê re raza ye.
Ev qalkirina Dianayê ji qalkirina Narînê ya ji Mîr Martîn re kiriye, hatiye stendin . Her çiqas hevok hinek nêz-wekhev, hinek ji hev cudabin jî, lê rastiyê naguhere. Mantiq eynî ye. Ev qalkirin di romana Ez ê yekî bikujim de, ji hevoka dawî ya rûpela 77 destpêdike heta nîvê rûpela din didome.
Ev qalkirin di romana Wêneyên Keserê de, di rûpela 133 û her wiha di rûpela 96 de û di gelek beşên romanê de hatiye kirin. Yanî qala kirêtiya mêran…Herdû jî behsa kirêtiyên ku mêran anîne serê wan, tirajediya xwe û dilnizmiya Temo û Mîr Martîn dikin.
Ji herdu pirtûkan peyta vê yekê.
Ji romana Wêneyên Keserê: Narîn> Kêliya ku wan-mêran ez li nik xwe didîtim, hema radihêstin cilên min ji min dikirin û cestê min ê ter didan ber gezan û li ser laşê min talanek bênimune digerandin…….Lê ev zilamê ku di rûyê wî de hêmayên xweşî û kamraniyê diyar dibû, ez ne mîna fahişeyek ji dera hanê didîtim. Berevajî yên din, ez dikirim dewsa mirovan û wisa nêzê min dibû.
Ji romana Ez ê yekî bikujim: Dîana> Te destfirêjiya laşê min nekir. Tu mîna hirçekî nekişiya ser dilê min,te bi gotinên xwe ez biçuk nexistim…… Li vî bajarî, li vî hundirê, gelek zilaman tiştên nemayî anîn serê min…..
Dîana û Nivîsikar hevudu li Cafeyek nas dikin û pistî hev serwext dikin, nivîskar texsiyek dixwaze û pê dicin Hotelê oda nivîskar. Pistî çûyînê, Dînas behsa çîroka xwe ji Nivîskar re dike.
Mîrza û Narîn li ber deriyê Garê hevudû nas dikin û pistî hevudû serwext dikin, Mîrza texsiyek ticarî dixwaze û pê diçing male û paşê Narîn behsa cîroka xwe ji Mirza re dike. Ji herdû pirtûkan peyta vê yekê. Bi kurtî. Ev der, sohbeta piştî hev naskirinê pir wek hevin hev.
Ji romana Wêneyên Keserê: Ew jî li berî, li nik kuldanga ku bi dîwarê Garê ve hatibû daliqandin rawestiyabû û cixare dikêsand. Rûpel 14.
Ji romana Ez ê yekî bikujim: Ew jina nenasa ciwan a li ser maseya hemberî min cixareyekê pêdixe û dîsa li saetê dinêre. Rûpel 94.
Piştî hev naskirinê.
Ji romana Wêneyên keserê:
Narîn: ……Gut,Dan bist du ain Kurde? Yanî bas e, tu kurdî?Mîrza: Ja, iç bin Kurde. Erê, ez kurd im. Rûpel. 23.
Piştî vê diyaloxa bi zimanê almanî hema bi du rûpelan Narîn û Mîrza bi hev re bi kurmancî diaxivin.
Ji romana Ez ê yekî bikujim:
Dîana: Ma tu bi îsvecî dinivisî.?
Nivîskar: Na bi kurdî.
Dîana: Ma tu kurdî?
Nivîskar: Erê. Rûpel 99.
Ev diyalox di bi tirkî dibe û piş re, herdû leheng bi hev re mîna Narîn û Mîrza bi kurdî diaxivin.
Dema rabûnê:
Ji romana Wêneyên Keserê: …Texsiya di dorê de hat li nik me rawesta, em lê sîwar bûn me berê xwe da malê. Rûpel. 2.
Ji romana Ez ê yekî bikujim: Em xwe li jêr diavêjin texsiyekê û rast dicin otelê. Rûpel 103:
Ezê bidomînim.
Mir_qasoye_gimgimi@hotmail.com
***
Têbiniya Diyarnameyê: Wekî hemû weşanên din di Diyarnameyê de jî her nivîskar berpirsiyarê gotar û nivîsên xwe ye û Diyarname ne mecbûr e bibe berpirsiyara her şîroveyeke nivîskarên xwe.
Di hemû weşanan de qunciknivîskar heta astekê azadiya xwe ya bikaranîna quncikê xwe bikar tîne, di Diyarnameyê de jî wisa ye. Heta heqaret li şexsiyeta kesan nîn be, em pêşî li nivîskar nagirin.
Ev eşkere ye: Em wekî Diyarnameyê, me heta niha neyartiya tu partî, rêxistin, der û dor, şexsiyet û nivîskarên kurd nekiriye û emê nekin jî.
Demek berê nivîskarê me Helîm Yûsiv di quncikê xwe de li ser "Ezê yekî bikujim" tiştin nivîsî bû (Yên bixwazin dikarin li nivîsên qunc ên H. Yûsiv binêrin), vê carê nivîskarê me Mîr Qasimlo îdîayeke bi vî rengî davêje holê. Ev ji bo malpera me tesadufekê ye.
Fikra me ew e ku tiştên wisa bi nirxandina rexnegirên wêjeyî rastî derdikeve holê, kî neheq, kî mafdar diyar dibe.
Em hêvî dikin dê nirxandin bêne kirin.
Em awayekî eşkere dibêjin ku tişteke malperê li dijî nivîskar Firat Cewerî nîn e; ger bersivekî niviskar Cewerî hebe û ji me re bişîne, yan jî kesek din bixwaze tişteke li ser meseleyê bibêje dikare ji bo me bişîne. Emê miheqeq tiştinên wisa biweşînin.